Hesen Kakeyî ji ber di Newrozê de srûd stirî hate girtin û skence lê hat kirin

Hate ragihandin ku hunermendê naskirî yê ji bajarê Bokan ê Rojhelatê Kurdistanê Hesen Kakeyî, ji ber ku di pîrozbahiya Cejna Newrozê de srûdeke şoreşgerî striye, ji aliyê dezgeha sîxuriyê (Îtlaet) ya rejîma Îranê ve hatiye girtin.

Hate zanîn ku Hunermend Hesen Kakeyî, di dema desteserkirina endamên Îtlaetê, rastî lêdaneke tund hatiye.

Rêxistina Mafê Mirovan (Hengaw) a Rojhelatê Kurdistanê ragihand ku hêzên Îtlaetê, êvara 23yê Adarê avêtine ser mala hunermend Hesen Kakeyî û bi awayekî hovane ew desteser kirine.

Li gor jêderekî agahdar ku je Hangawê re ragihandiye, hunermendê 64 salî, di ji demjimêr 20:00ê êvara Şemiyê heta îro rastî lêpirsîn û lêdanê hatiye.

Jêderan daye zanîn ku humermendê navdar îro hatiye berdan.

Di çend rojên derbasbûyî de ev hunermendê Kurd, bajarên Rojhelatê Kurdistanê ên Bokan û Seqizê beşdarî merasîmên pîrozbahiyê yên Cejna Newrozê bûye û çendîn sirûdên Kurdî yên şoreşgerî û azadîxwaz strandiye.

PK

Geef een reactie

Het e-mailadres wordt niet gepubliceerd. Vereiste velden zijn gemarkeerd met *