BELÇÎKA – Malbateke Kurd a ji pîrozbahiya Newrozê vedigeriya rastî êrişê hat

Grûpa nîjadperest a Tirk, mala ku malbat lê dima dorpêç kir xwest wê malê bişewitîne.

Polîsên Belçîkayê jî li derdora malê tedbîrên ewlehiyê wergirt û nehişt êrişkar zererê bidin malbatê.

Dîmenên êrişê li ser medyaya civakî hatin parvekirin.

Di êrişa li bajarokê Heusden-Zolderê de, koma êrişkar gotina “Allah Ekber” qîr dike û êrişî mala malbata Kurd dike.

Polîsên Belçîkayê çûn cihê bûyerê û nehiştin êrişkar bikevin avahiyê.

Di dîmenên ku li ser medyaya civakî hatin parvekirin de tê dîtin ku camên mala ku êrişkar hewl didin têkevinê hatine şikandin.

Herwiha di dîmenan de tê bihîstin ku polîs bi zehmetî rê li ber êrişkaran digirin û endamên malbatê yên li malê asê mane jî bi tirs û xof di nav xwe de diaxivin.

Her dîsa di dîmenan de tê dîtin ku êrişkaran mal dorpêç kiriye û li malê zarok jî hene.

 

 

Geef een reactie

Het e-mailadres wordt niet gepubliceerd. Vereiste velden zijn gemarkeerd met *