Pirtûka Xurşît Mîrzengî “Yankesiciyim Efendim”


Xurşîd Mîrzengî, vê carê bi romana “Yankesiciyim Efendim” ku bi tirkî nivîsandîye, li pêşberî me ye. Helbet Xurşît Mîrzengî, nivîskarekî Kurd yê xwedî armanc û prensîp e: bi kurdî dipeyive, bi kurdî dihizire û bi kurdî dinivîse. Lê wer xuyaye, ji ber mijar û qahremanên vê pirtûkê û beşek ji cıvata me ya bajarî û neperwerde ku di bin tade û asîmîlasyona dewleta tirk ya mêtinkar de, him newêrîbû bi kurdî bipeyive û him jî nikaribû bi tirkî xwe bisêwirîne, loma ji du zimana ji xwe re zimanek afirandine!

Nivîskarê me, mijara qedexeya ziman û azînên asîmîlasyonê, di pirtûkên xwe yên din, di pirêze û jîyana civatê de bi zelalî vedibêje.

Di vê pirtûkê de rewşa serdestîya mêtinkarîya zordar ya bê însaf radixe ber çavan û li girtîxaneyên dewleta tirk ya dijî xîret û kesayeta mirov; behsa kesayetên sosyolojîya cıvata kurd; cehalet û sefaleta sinifê xizan û merc û egerên nexweşî û rizandina civatê dike!

Zulim û zordarîya mêtinkar, cehalet, xizanî û perîşanîya cıvata mêtingeh diafirîne. Dibe egerê ku ew civat li hember hev bê ûjdan û bê insaf tevbigere û bi ser de ew jî heta dawî tadeyê li hev bike û hevdu bieciqîne. Ev roman vê rastiya cıvata me, şanî me dide.

Werê ku bi rêya xayin û hevkarên ku kara xwe di hevaltîya dijmin de dibînin, cıvata bindest dikare çiqas ji rastîya xwe dûr bikeve. Gava meriv nezan û xizan be, meriv nikare sebeba çarenûsa xwe ya xirab û rizgarîya ji vê tengasîyê dûr û dirêj bihizire. Dijmin, mîna çîroka rovî û hirçê, timî gavek li pêş e û fena xwe li me dike!

Qahremanên me yên pêxwas, bi sebeba xizanî û neçarîya ku tê de çêbûne û bi awayekî bûye egerê pêxwasîya wan, keşif dikin ku dînê îslamê ji alî Erebên Bedewî bi qetl û qetlîamên pir giran, bi bav û kalên wan daye qebûlkirin û îro jî ev dîn bûye rêberê dunya û axîreta wan!

Dema têkçûna serhildana Şêx Seîd de, ji bo ku kesên girtî bi tirkî nizanin, mahkemeyên Îstîklalê, bê lêpirsîn û daraz, biryara kuştina wan jî dide! Çîroka van pêxwasên me ji alîkî jî ev e. Lê nivîskarê hêja Xurşît, bi tirkîyek ku kesên nexwendî li kuçeyên Amedê hatiye fêrbûn bi hawekî trajîkomîk ji me re vedibêje!

Ji bo ku mirovên kurd nexwendî û cahil hatine hîştin, ji bo ku dûrî tekoşîna rizgarîyê bimînin, gava çalakîyek netewî rûdide, hêzên dewletê dest bi komplo, provokasyon, qulp hîleyên bê însaf dikin û bi dijwarî êrîşî wan dikin, îşkenceyên giran li wan dikin û cezayên giran dide wan.

Helbet li Kurdistanê her kurdekî bi tirkî nizanibe û yan xwe tirk qebûl neke xwedîyê sûcekî giran e(!) Loma pîrozkirina cejna gelê Kurd Newroz ji bo ku ji alî dewleta tirk hatibû qedexekirin, pîrozkirina wê jî sûcekî civatî yê giran bû!

Mijara vê pirtûkê jî bi giranî li ser wan kes û malbatên ku tu têkiliya wan bi pîrozkirina Newrozê tune ye, lê bi sebeba pîrozkirina Newrozê ji alî hemşehrîyên wan, ew jî sûcdar hatine dîtin û hatine cezakirin!

Nivîskarê me yê hêja, helwesta vê dewleta mêtinkar ya li hember neteweya kurd, bêtir bi kiryarên wê zelal dike, behsa karektera avaker, rêvebir, karmend û rêxistinên vê dewletê yên veşartî, eşkere û yên kontra jî dike.

Ya girîng jî pêxwasê Amedê xwe dizek qebûl nake, ji xwe re biçûkxistin dibîne, hevkarîya polîsa ya bi pêxwasan re ku bi dizî para xwe ji wan distîne, leşker û karmendên dewleta mêtinkar bertil û xwîkîtîya ji gelê kurd distîne, wek dizîkirin û dizekî bi nav dike.

Ev pirtûk 143 rûpel e, lê di pîvana romanek mezin de ye. Wer trajîkomîk e, gava meriv dixwîne, di cîhna de bi rastî girîyê meriv tê, di cîhnan de jî ji kena meriv lal dibe! Yê destpê bike, heta neqedîne, naxwaze ji dest xwe berde!..

Bir cevap yazın

E-posta hesabınız yayımlanmayacak. Gerekli alanlar * ile işaretlenmişlerdir