Guvşên ser Serokê Kurdistanê, Guvşên li dijê neteweya Kurd e û dirûtîye li hemberê gelê me

Guvşên ser Serokê Kurdistanê, Guvşên li dijê neteweya Kurd e û dirûtîye li hemberê gelê me

B Baran

Gava ku mêtinker li dijê gelê kurd biryarên guvş û hovane digirin û pêktînin tu guvşek berbiçav tu helwestek bi bandor li hemberê wan nayê kirin.

Li Bexdayê Ereb li gor kêfa xwe dewletê bi rêve dibin.  Ew çendika mafê ku di dest kurdan da heye jî bi her rê û rêbazî pêşî lê digirin. Ew ji xwe naxwazin ev rewşa desthilatdarîya wan birûxe!

Ji dewletên mêtinkaran hêvîya helwestek din kirin şaşe. Ewji xwe  bi bindestmayina kurdan dilşa ne. Li ku be û bi çi rengî be ew li hember destketinên neteweya kurdin, Tew avakirina DEWLETEK KURD ji nihade dilê wan ditezîne. Ji ber ku ew encamên avakirina dewletek Kurd û bandorên wê ji bona domandina hovîtî û zordarîyên xwe, ji bona domandina mêtinkarîya xwe talûke dibînin. Ji ber vê jî li hember dewletbûna Kudistanê derketin gelek xwezayî ye.

Lê guvaşa dewletên cihanê li ser Kurdistanê û Serok Barzanî  necîyê têgihîştinê ye. Ji ber ku avabûna Dewleta Kurd li pêşîya berjewendîyê dewletên cîhanê tu astengîya çênake. Berevacîyê vê bi avakirina Dewleta Kurdî tew tevayîya Kurdistanê hîmên Rojhilata Naverast li şûna xwe rûdinê rêya ewlehî û aramî yê pêk tê. Aramî ji bona tevayîya cîhanê tiştek base!

Lê Kurdên ku li hember dewletbûna Kurdistanê derdikevin qet nayê fêmkirin! Berjewendîya wan di çi da ye?

Bêyî ku referandûm û dîyarkirina çarenûsa xwe wek tevayîya gelan mafê gelê kurde jî, rewşa heyî ji xwe rêyek din ji bona kurdan nehîştîye.

Desthilatdarên tu demî wek hevbeşên rêvebirinê li neteweya kurd nenêrîye. Di ware leşgerî de tu pere û çek bi pêşmerge re parnekirine. Her weha di vê dema ku herî pir lihevkirin û hevbeşîyê tînin ziman jî Bexda yekalî û bi piranîya denga li dijê gelê kurd biryaran digire. Walîyê Kerkûkê birêz Necmedîn Kerîmî ji kar davêje.

Goya Iraq dewletek Federale û rêvebirînîyek hevbeş lê ye! Lê Ereb bi pirhejmarîya xwe wezîr û berpirsên kurd yên li Bexdayê ji kar dûrdixin, pereyên Herîma Kurdistanê nadin, pereyên Pêşmerge nadin, çek teqemenî nadin Pêşmerge.

Lê hêzên ku îro guvşê li Serok Barzanî û Hukumeta Herêma Kurdistanê dikin qet guvşek li li dijê Bexdayê pêknehanîn. Bexdayê çikir jêre ma.

Bexdaya ku çekû pere nadin pêşmerge ku goya pêşmerge beşeke ji Hêza Çekdarîya Federal e, di nav du seetan de li şûna Artêşa Iraqê artêşek bi nave Heşda Şeîbî tenê Erebên Şîe çêkir û çek û pereyên wan jî bi biryaryasayek yekalî ji butçeya Iraqa Federal veqetand!

Li hember van binpêkirinan tu kesê guvşek li hember Bexdayê pêknehanî!

Rêvenerîya kurdistana Federal bi piranîya partîyên xwe yên Sîyasî ve biryara bi dawîhanîna vê rewşê girtîye. Tenê rêyek li pêşîya wan maye ew jî rêya avakirina Deleta Kurdistanê ye. Wan jî vê rê ya tenê û pîroz bijartîye. Bê guman serkêş û rêveberê vê rêya pîroz jî Serok Barzanî ye!

Ev tekerê ji alîyê seranserê Kurdistanê ve Kurdistanîyan bi kêfxweşî, bi serbilindî, bi dilsozî, bi hest û helwestek pîrozî pejirandî ye. Veger qet çênabe. Veger şikandin û pêlêkirina îrade û wijdana gelê Kurdistanê ye.

Piştî evçend amadekarî û gihîştina vê qonaxa îrûyîn ji vê biryarê veger mirin e, pejirandina domandina  koletîyê ye!

Guvaşa ser Serokê Kurd, neheqîye, zordarî ye, hovîtî ye! Gelê kurd vê qebûl nake!

Em Kurd tevî herhawê encamdanê jî bi Serxwebûna Kurdistanê rene, Em bi avakirina Dewleta Kurdistanê re ne!

Em li dû Serok Barzanîne!

Xwîna nemirên rêya Azadî Serxwebûna Kurdistanê, vê rêya pîroz ji me re vekirîye.  Nemirên Kurdistanê çav li avakirina Dewleta Kurdin! Em wan bêhêvî nahêlin! 14-09-2017

Geef een reactie

Het e-mailadres wordt niet gepubliceerd. Vereiste velden zijn gemarkeerd met *