Serok Barzanî pêşwaziya Nûnerê Taybetî Serokê Amerîka û Nûnerê Sekreterê Giştî yê NY û Balyozên Amerîka û Brîtanya li Iraqê kir

Serok Barzanî pêşwaziya Nûnerê Taybetî Serokê Amerîka û Nûnerê Sekreterê Giştî yê NY û Balyozên Amerîka û Brîtanya li Iraqê kir

KRP.org

14-09-2017

Roja pênçşem 14.09.2017 birêz Mesûd Barzanî Serokê Herêma Kurdistanê, pêşwaziya şandekî bilinda Hevpeymanan kir ku pêkhatibû ji Brett McGurk Nûnerê Taybetî yê Serokê Amerîka û Jan Kubis Nûnerê Taybetî yê Sekreterê Giştî yê rêxistina Neteweyên Yekgirtî û Douglas Silliman Balyozê Amerîka li Iraq û Frank Baker Balyozê Brîtanya li Iraq û şandekî li gel kir.

Li Hevdîtinê de ku li Navenda SerpereÅŸtiya Operasyona Dijî Da’îş birêveçû ku li destpêkê de ÅŸerê Dijî Da’îş tenê pênç kîlometir li terorîstên Da’îş ve dûr bû. Li vê hevdîtinê de Nûnerên Hevpeymanan behsa komek mijaran kirin, yek ji wan jî babeta referandûmê ku biryare li 25.09.2017 birêve biçê. Åžandê pêzanîneke zêde ji bo gelê Kurdistanê hebû û rola Pêşmergeyên Kurdistanê li ÅŸerê dijî terorîstên Da’îş de, bilind nirxand û silav ji bo giyanê ÅŸehîdên Pêşmerge li ÅŸerê terorîstan re ÅŸand.

Li civînê de şanda mîhvan bedîlek li şûna birêveçûna referandûmê li 25.09.2017 xisterû.

Serok Barzanî wê bedîlê wergirt û pêşwaziyê li guftûgoya binyadnerane kir, lê belê di derbarê referandûmê û bedîlê pêşniyarkirî, ragihand ku eve bi tenê biryara min nîne û ev babete li gel serkirdayetiya siyasiya Kurdistanê behs dikin û di demeke nêzîk da helwesta xwe ya li vî derbarî de radigihînîn.

 

Geef een reactie

Het e-mailadres wordt niet gepubliceerd. Vereiste velden zijn gemarkeerd met *