Dİ NAV GERAMBOLA HİLBİJARTİNAN DE, REWŞA BAKÛR

   

Li seranserê bakûrê Kurdistanê û li Tirkîyê, bayê hilbijartinên şaredarîyan hêdî hêdî sar dibe! Encamên hilbijartinan her diçe zelal dibe û hemû alîyên beşdarvan serkeftin û serfirazîyên xwe binav dikin. Li gor daxuyanî û wêneyên encamên hilbijartinan weke hemû deman nîşan dide ku yên hundakirî dîsa gel e! Bi taybetî jî gelê Kurd e!

Berîya hilbijartinan û piştî dawîbûna hilbijartinan herkes li gor sekin û alîyên xwe di derheqê mijarê de nîrxandin û şîrovên xwe bi raya giştî re par kirin. Kî çi got, çi nivîsî, çi şîrove kir di rûpelên arşîvan de veşartîye. Kî bi serket, kî hunda kir dîsa cîhê gengeşîyê ye.

Sîstema dagirkerî ji roja damezrandinê heta îro sîstema hilbijartinê li ser tunebûna gelê Kurd û kêmnetewên din avakirîye. Sîstema li ser bingeha nijadperestî û yek rengî hatîye damezrandin. Ev sîstem tu carî li derîyê çareserîyê negerîyaye, bi darê zorê, bi çavsorî û sîyaseta bişavtinê hebûna xwe heta niha domandîye. Ev sîyaset êdî xitimîye û li ber têkçûnê ye; lê mixabin ji ber tunebûna alternatîfet rast, gel dîsa di nav xiraban de, xirabekî din bi hêvîya “baştirîn” hildibijêre. Ev nakokîyek mezine, ew hêz û qewetên doza guhertinê dikin divê li ser van nakokîyan bisekinin û bersîva çima bidin!

Di dema damezrandina Tirkîyê de, sîstem ji bo hilbijartinê du alternatîfên xwe danî pêşîya gel. Her du alî ji yek navendê dihat îdare kirin. Di salên 1920 an şûnda partîya CHP û partîya Serbest Firka bûn. 1946 an de Partîya Komara Gel (CHP) û partîya Demokrat (DP) bûn. Di sala 1961 an şûnda CHP û partîya Adaletê (AP) bûn. Di salên 1980 an şûnda ANAP û Halkçı Parti, di salên 1990 an de ANAP û CHP piştre DYP û CHP bûn.

Sîstem her ji deh salî dixetimî û problemên civakî zêde dibûn. Sîsitem ji bo nakokîyên civakî û sîyasî kêm bike, alternatîfên xwe derdixist pêş. Di salên 2000 an de AKP weke alternatîfek nû derxistin hemberî CHP ê.  Ev partîyên hanê hemû li ser bingeha Îtîhat Terakî (Îttîhat ve Terakkî Fırkası) û Hurriyet îtîlafê (Hürrîyet ve Itilaf Fırkası) hatin avakirin. Sîstem weke  destê rast û çep di hemû deman de, xwe alternatîf nişan daye û rê li ber alternatîfên rasteqîn girtîye. 

Sîstem, li beranberî hişyarbûn û daxwazên guhertinan, alavên xapandinê zêde kir. Di hemû deman de hewldanên guhertinê û daxwazên sîyasî bi darê zorê têkbir. Sîstem bi alîkarîya kadroyên xwe yên “tûj û tundrew pergalên xapandinê zêde kirin. Ev sîstem, pirî caran bi argumanên çepitî, olî û lîberalî xwe “nû” kir. Nakokî û problemên civakî bi destê rêvebirîya leşkerî û burokratîk pirî caran paşve xistin an jî demkî ji holê vekişandine. Lê belê xuyaye sîstema Îtîhat Terakî, ew kirasê kemalîzmê li civatê kirîye jî têr nekir û her çû teng bû/li ber çirandinê ye. 

Hewldanên guncavkirina sîstemê ji 2015 an şûnde, dîsa versîyonek kemalîzmê di bin navê “ sîstema serokatîya usûla Tirk” de, kirasek yek deng, yek reng li xwe kir û di wargeha  dîktatorîyê de rolek nû girt ser xwe. Ev rol li ser dijîtî û tunekirina gelê Kurd hatîye damezrandin. Encamên wî kirasî îro em hemû bi hevra dibînin û dijîn.

Desthilatdarên dagirker li hemberî pêlên hişyarbûna gelê Kurd dest bi lîstokên osmanîyan û dafikên Jontirkan kirin. Ev lîstîka mezin jî bi destê beşek kurd xistin rojevê û xirabîyên mezin bi gel dan kirin.

Ji bo gelê Kurd bi sîstema îttîhat terakî re cardin li hev bike, dev ji daxwaz û hestên netewî berdin û bibin tirk, di bin navê “Demokratîk Cumhurîyet” de, jehra pûçkirinê bi girsaya xwe û gelê Kurd, dan qebûl kirin. Daxwazên netewî, çareserîya rizgarîya netew bi navê “kevneperestîya hov” bi nav kirin. Di bin navê “biratîya gelan” de çîrokên derewîn gotin û sîwanên xapandinê ava kirin. Partî, rêxistin û sazîyên sivîl li gor daxwaz û talîmatên nebîyên “Teşkîlatî-Mahsusa” ji nûve guncav kirin. Li dijî xeta netew û seroktîya netewî, li gor daxwaza dagirkeran şerê vekirî  meşandin û dimeşînin.

Ev sîyaset û şerê dêrûnî hat merhalekî wusa, ew kesên ûjdan û mêjîyê xwe firotine, ji bo kemalistan, ji bo desthilatdaran ketin tayê. Beşek jê, bo CHP ê; beşek jê, bo AKP ê xwe perçe kirin ku ew bi ser bikevin. Sîyaset û sekna xwe li gor serketina wan partîyan dîzayn kirin. Ew sîyaseta xwfirotin û radestkirinê, weke dermanê nexweşîyê bi gel dan qebûl kirin. Ev rewşa hanê jî di nav civata Kurd rê li ber dabeşkirinê /darazandinê vekir. Ev sîyaseta bi mêjî û aqilê kemalîstan tê meşandin, rê li ber birînên nû vedike. Ev mêjîyê tevlîhev, dîsa sîyaseta serdest li ser qada sed sal bere, civatê dide reqisandin. Di bin serokatîya nebîyên ENVER, TALAT û CEMAL paşa de “zîya Gökalp, Süleyman Nazif”ên nû pêşkêşî civata Kurd dikin. Ev girrêneka gemarî, her ku diçe êş û birînan zêde dike.

Di 31 ê adarê di 2019 an de hilbijartinên şaredarîyan pêk hat. Li Tirkîyê îtifakên çêbûn, li ser bingeha felsefa Îttihat Terakkî dîsa hat dîzayin kirin. Îtîfaqa beşa “millet” û ya beşa “cumhur” carek din kirasê Kemalîzmê bi yek reng û yek dengî boyax kirin. Di bin navê ewlekarî û “beka”yê de,  kirasê reş û bi xwîn pêşkêşî raya giştî kirin. 

Weke hemû deman, disa sîyaseta serdest ya gelê Kurd xistîye bin bandora xwe, kirasê kemalîzmê pêşkêşî gelê kurd kirin. Li metrepol û bajarên din dengê civata Kurd ji bo berjewendîyên civata Tirk bi kar anîn.

Sîstem, HDPê (Partîya Demokratîk ya Gelan) weke gopalekî bi kar anî. Li bakûrê Kurdistanê li ser navê sîstemê HDP ê, li gor berjewendîya xwe û ya sîstemê hinek partîyên navê wan “Kurdistan” bûn weke gopal bi kar anî. Di bin navê îtîfaqa Kurd de, li ser hesabên kursîyan, li ser bazara berjewendîyên kesayetî û hîzbî wêneyek îtîfakan pêşkêşî raya giştî kirin, lê belê ev wêne ne alîgirên wan îkna kir ne jî raya giştî.

Cardin derket holê ku alternatîfa sîstemê, dîsa sîstem e. Ew hêzên qaşo xwe li hemberî sîstemê nîşan didan, me carek din dît ku bi xewnên kursî û parlementerîyê dijîn. Di bingeh û wêneya îtîfakê de, ne daxwaza bernameyek nêzîk an dûrtirîn heye ne jî pîvan, îlke, li hevhatinek sîyasî heye. Tenê birayê mezin çend şekirên qulpik daye birayê biçûk.

HAK-PAR, weke partî, ji ber astengîyên yasayî û zextên dewletê, nikaribû beşdarî hilbijartinan bibe. Di hilbijartinên dawî de, bêdeng û bêhelwestî bijart. PAK û PSK bi nasnama partîyên xwe nikaribûn beşdarî hilbijartinan bibin. Ji ber vê yekê bi hev re Tifaqa welatper û demokrat avakirin û bi endamên serbixwe derketin kolanan. Tifaqa welatperwer bi welatparêzên derwayî xwe re pêwendî û têkilî danîn û bi dûrişmên “ne qayûm ne xendeq” sîyasetek meşandin. Li ser mijara organîzasyonê û pêvajoya propagandayê em dikarin gelek tiştan bejin, rexne bikin an jî pesnê wan bidin. Ev mijarek dinê ye. Lê belê nakokîyên di navbera partîyan de, rekabeta sîyasî û berjewendîyên rêxistinî rê li ber enîyek giştî, hevkarîyek fireh girt.

Di dema hilbijartinên parlementoyê de û di dema hilbijartinên şarederîyan de, li ser tora ragihandinê û medyaya civakî, alîgir û kadroyên wan partîyan sînor û pîvanên gengeşî û rexnan binpê kirin û li dijî hev zimanekî tawanbarî bi kar anîn. Ev jî tesîrek xirab li ser bingehên wan kir.  Ew alîyên 45 sal bi hevra hevaltî kiribûn di salên dawî de ji hev dûr ketine û li dijî hev di nav hewldanên “serkeftinê”de ne! Ev bixwe nexweşîyek bê derman e. 

Nakokîyên îdeolojîk, reqabeta di navbera “rêxistinan” û berjewendîyên kesayetîyê, rê li ber rêzgirtin û hebûna  hev girtîye. Ji ber van sedeman, hinek alî hesabên xwe li ser biserneketina hev kirin û hêjî dikin. Ev helwest rê li ber tifaqên rasteqîn û hevkarîyek demkî digire.

Lê dîsa jî tifaqa welatperwer tevî kêmasî û tengbûna xwe ji ber ku derket kolanan, bi reng û zimanê xwe, bi bername û zimanê propagandayê gavekî erênî bû. Şîrovekirina encamên hilbijartinan, berî her tiştî erkên alîyên tifaqê ye.

Em dikarin bi hêsanî bejin, encamê hilbijartinê, carek din nişan da ku li ser bingeha kevneşopîyên kevn ne hêvî dibin ne jî xewnên îdeolojîk! Bi vî malzemeyî em nikarin dezgehek nû ava bikin. Ew quretîya “ez û ez” têk çû. Min got, me got tu wateya wê nema. Rewş li holê ye. Sazî, rêxistin, partî, grub, derdor, rewşenbîr û kesayetên serbixwe hemû mesûlên vê rewşê ne. Tu kes bila nebêje ez ne gunehkar im. Em hemû gunehkar û berbirs in li hemberî vê rewşê. Êdî bi gilî û gazinan, bi rexnên ne dicîh de, bi gotinên pûç em nikarin avahîyên nû ava bikin. Ji bo guhertinek mezin kadroyên nûjen û xwînek nû pêwîst e.

Ew kadroyên 40 salin hevdû nasdikin û li dijî hev ketine nav dijberîyek kor û vala, nikarin bawerîyê bidin hev. Bi şik û ekse, sîyaset nameşe. Ji ber vê yekê pêwîstîya me bi zimanek nû, bi mêjîyek, nû, bi vîtrînek nû, bi bazarek nû heye. Em hemû dikarin di bin sîwana berjewendîyên netewî de, li ser pîvanên xeta netewî bibin rêgeha sêyemîn. Ev jî bi bîr û bawerîyek zelal, bi fedakarîyek mezin çê dibe.

Weke hemû hilbijartinên berê ev hilbijartin jî, li ser bingeha bêhûqûqî û bêedaletê hatîye sazkirin. Bi tu awayî cîhê gelê Kurd di wê sîstemê de tuneye û çênabe! Gotinên demokrasî û îtîfaqan tenê ji bo derew û xapandinê bikar tînin. Ew alîyên hevokên xwe bi “demokrasî û mafê mirovan” dixemilînin, ne bi xwe re rastin ne jî bi gel re rastin. Tenê derdê wan bi destxistina kursîyê dîktatorîyê ye!

Ev hilbijartinên bêhuqûqî jî wan derfetan bi hêsanî radixe ber lingên wan. Ji ber van sedeman em dikarin bêjin hilbijartinên 31 Adar 2019 an, ji bo zelalbûna sîyaseta netewî û rewşa partîyên “Kurdistanî” wêneyek baş raxist ber çavan. Kî li “trênê” sûwar bû kî “trên” revand me carek din dît!

Jiyan ne tenê medyaya civakî ye. Rastîya jiyanê di kolanan de rêxistinbûn e! Bi xewn û xeyalên 40 sal bere, ne avahî tên damezrandin ne jî bersîva pêwîstîyên civatê tê dayin! Ev hilbijartin, carek din rastîya me raxist ber çavan. Êdî sîyaseta gilî û gazinan pûç bû, tu tiştek jê dernakeve û tiştekî li me zêde nake.

Kî çi digot, çi kir carek din derket holê! Em baş dizanin ku gotin û kirin li hevkirî nebin, tu wateya gotinê tune ye. Ger gotin û kirinên me, çalakî û sekna me; hewldan û tevgerên me bi encam û pratîkên xwe, xîzmeta dijber û neyarê me bike, divê em sed carî bifikirin da ku em çi dikin. Bi gilî û gazinan, bi rêxnên nedicîh de em nagihîjin derekî. Heta ku em çêkir û avakir nebin em nikarin bi ser bikevin.

Kirin û helwestên me li gor berjewendîyên neyaran be, destê wan xurt bike, cîhê sekna wan fireh bike, rexne û sekna me, me ji armancên me dûr bixe, divê em rojek zutirin rawestin û rê li ber dijmînê xwe teng bikin/bigirin.

Bifikirin ka em çi dikin, em li ku bûn gihîştin ku? Di nav denklema doh-îro-sibê de em çiqas bi serketin? Di nav vê denklemê de, me rolekî çewa leyîst? Bi kirin û hewldanên xwe em alîyek çêkir û guhertinxawz bûn an em alîyê xirabkirinê û paleyê desthilatdaran bûn? Divê bersîva wan pirsan li gor kûrahîya demê û destkeftîyên civatê em binîrxînin û ji gelê xwe re rêyek nûjen, rêbazek netewî peyda bikin. Ev jî erkek netewî û mîrovahîyê ye! 15-04-2019 Cano Amedi

Bir cevap yazın

E-posta hesabınız yayımlanmayacak. Gerekli alanlar * ile işaretlenmişlerdir