GUH BIDIN QÎRÎNA HISÊ MIN!

Ji zûde, di dile min de hisek peyda bûye: “Yên ku xerabîyê bigehîne gelekî, an bigehîne gelê Kurd, bi misogerî wê xisar û bela xwe bibîne!” Bi piranî jî, ez vêya ji bo xayinên Kurd difikirim. Lê neyarên Kurd jî ne ji dervî vêya ye. Belkî vêya wek bawerîyek mistîk tê, lê qesta min ne ev e.

Mirov an hêzek ku neheqîyê li meriv bike, gava ku heyvanê kesayetîyê û şerefê bi meriv re hebe, meriv wê nehqîyê napejirîne, gava ku keysa meriv nebe jî, divê meriv têkeve şopgerîna stendina tol û mafê xwe.

Gava ku meriv neheqîya neyar nepejirîne û neyar çi heq bike, meriv bi wî awayî bersîvê bidê, him wê neyar hesaba ji meriv bike û him jî wê hemwelatîyên meriv, ji hevalbendîya neyar betir xwe bidûrbixe.

Gava di girtîgehê de min bihîst ku Esat Oktay Yildiran hatiye kuştin hundirê min bi kêf û şahîyekê werê tije bû ku, weke ez qet neketibim girtigehê, ez li derve, li nav gelê xwe dijîm; weke ku ewqas sal, ew zilm û zordarîya neyar ez ne jîyabim! Û min bi dilxweşî di dilê xwe de digot: “Ez aniha bimirim jî, ne xema min e û êdî cavê min vekiri namirim!” Lewra dilê min rehet û hênik bûbû!

Belkî hinek mirovperwer bêjin; “Ev çawa mirov e ku li kuştina mirovekî ewqas kêfa wî tê?!” Lê ez bawerim ku kîjan mirov di dewsa min de be, wê ne Esat wek mirovekî bibîne û ne ji wê min neheq bibîne. Lê gava dilê mirovekî, bi kuştina yekî wek Hitler yan Saddam biêşe, ji wî merivî re jî tu gotina min nîne. Esat Oktay Yildiran ki bû:

Yildiran, piştî 12 Ilonê 1980’an, li zîndana Amed ya (5 Nolu) leşkerî, fermandarê ewlekarîya hundirî bû. Bi gumana min, ew endamekî Daîra Cengê ya Teybetî (OHD) bû.

Yildiran, zîndana Amed, li welatperwer û şoreşgerên Kurd, kiribû dojeha îşkencê û mirinê. Du sal û nîva, îşkenceyek sîstematîk li ser girtîyên Kurd meşand. Işkenceyek werê ku, rahmet li “Temerkuz” Kampên Hîtler û li zîndanên Saygonê dida xwendin:

Li zîndana Amed, Kurdî qedexe bû; bê fermana leşkerên Tirk, ken û girî, rabûn û rûniştin, çûn û hatin, axaftin û ponijandin, xwendin û nivîsandin, xwarin û vexwarin, razan û çi tiştên tê hişê meriv û nayên hişê meriv, tev qedexe bûn.

Heta razan, diviya di rawestandina esasî de ba. Çay, cixare, ‘qentîn’, serlêdan, dadgeh, serî û kinc şuştin, deranîna hewşê, av, xwarin, hewa stendin, paqişkirina korîdoran, girtina xwarinê û hemî pêwendî û pergalên jîyanê, li hember me tev kiribûn pergalên îskencê.

Ji me re gotina leşkerên pasban ya herî xweş, sixêfa herî xerab bû. Em her tim tî û birçî bûn, ji neşuştin û nebirina serşokê sipeha çavên me dixwarin!

Bi şev û bi roj li me dixistin. Yan li hundir, ji sibê heta êvarî em li ser lingan didan rawestandin û bi dengê herî bilind bi me pirtûka Ataturk didan xwendin, an havîn-zivistan em derdixistin hewşê, li ser betona sincirî, li ser qeşê, di bin berf û baranê de bi sirûdên şovenî, perwerdekarîya leşkerî bi me dikirin.

Kesê ku bi Tirkî nezanîba, divîya ku di heftakê de hînî Tirkî biba. Yên pêncî sirûd (marş) jiber nekirana, divîya ku xezeba îşkenceyek mezin bidana ber çavên xwe.

Daxwaza Yildiran, her saniya me bi içkencê dagirta; his û bawerîyên me bimiranda; me neda ramandin; bi miroviyê re, an jî bi mirovîya xwe re em texistana şikê, xeyal û hevîyên me bida şikandin û jibîrkirin.

Daxwaza wî ya dawîn jî, piştî ku me bîr û bawerî, şeref û kesayetîya xwe wenda kir, diviya em bibana dijminên gelê xwe, dijminên rûmetên netewî û şoreşgerî; bibana caş, xayin û mikurdar.

Yildiran, ji bo ku bigehêje miradê xwe 40-50 mirov bi işkencê dan kuştin; bi sedan mirow da seqetkirin, dihnkirin, kanser û weremkirin!

Mirov ji “fedî”yên wan ve didan daliqandin; neynûk dida rakişandin; poz, çeng, parsû, zend, mil û ling dida şikandin. Cop û dar dixistin mirovan, pîsî bi wan didan xwarin!

Di lêgerînan de, mirov her hefte dida şilfi-tazî kirin; serserî bera koncalên kenefa didan! Heval bi heval didan lêdan, tifîkirin, pêlêkirin û bi devê hev didan mîstin!

Armanca Yildiran, kesayetiya mirovan bikuje û hevalan li hember hev bide mikurdan. Ji bo ku welatperwer û şoreşgeran jî, bi gelê Kurd, wek mikurdaran bide rêdan û gel bes bawerîyê bi wan bîne.

Yildiran ji me re digot: “Ez`ê xezeba nîjada Tirk û Dewleta Tirk, werê bi we bidim fêrkirin ku heta sed bavê xwe, hun ji bîr nekin! Ezê we gişa bînim eman û lavelavê! Yan hunê serî ji min re deynin û radestî min bibin, yan ez`ê tiştekî werê binim serê we, ku hûn ji vê zîndanê bifilitin jî, divê hûn zêdetirî deh salan nejîn!”

Tiştên Esat bi serê me de anî, ku bi tevayî em binivîsin, divê em çend cîlt pirtûk dagirin. Armanca min, ez ne hemû kirinên Yildiran di vê mijarê de binivîsim.

Yên mejiyên wan wek yê Yildiran’in, Kurdistan kirine mêtingeh û bi vî mejiyê hovîtî dixwazin serwerîya xwe bidomînin.

Gelo ev mejiyên hanê, ma ji aşitî û çareserîyek demokratîk çi fam dikin!?

Gelo heta devê yên wek Yildiran tije xwîn nebe, yên werê û yên dide ser şopa wan, ku ji darê zorê re secde dibin, ma wê bên rayek aştî, mirovî û demokratîk(?)

Gelo di vê Komara Tirkî de, serbazekî mîna Yildiran, bi serê xwe kari van kiryarna pêk bîne? Na!

Serbaz Ali Ihsan jî pê re vana kir. Rêvebirê zîndanê yê ku ferman dida wan Birol Şen bû. Yê ferman dida Birol Şen jî Fermandarê Kolordîya Hefta Kemal Yamak bû. Yên ferman didan tevan jî, endamên Konseya Ewlekarîya Netewî (MGK) bûn.

Gelo yên xerabîyek werê mezin bi gelê neteweyekê re û bi welatperwer, şoreşgêr û rewşenbîrên wî gelî re bikin, ma di wan tên buhirandin; an hesabê vêya bi netewî nê xwestin, ma wê dawîya me çi be? Adar 1997

Bir cevap yazın

E-posta hesabınız yayımlanmayacak. Gerekli alanlar * ile işaretlenmişlerdir