Gotara Bîrhanîna Serok Barzanî

Gelî brêzan,

Berya ku ez dest bi gotara xwe bikim, ez li ser navê KOÇ-KAK (Komeleya Çanda Karkerên Kurdistan li Holllanda) ê, silav û brêzbûnîya xwe li we hemû beşdarên bi rûmet yên vê bîrhanîna Serok Barzanîyê nemir pêşkêşê we dikim. Her weha ez silav û birêzbûnîyên xwe pêşkêşê Komîteya amadekar û Komîteya Hollanda ya Partîya Demokrata Kurdistan dikim, di xebata we tevan de serketin û pêşketin dixwazim.

Gelî birêzan,

Di dîrokên her gelî de, di dîrokên her neteweyî de qehreman hene, têkoşerên binav û deng hene, serokên hêja hene ji bona wan gel û neteweyan. Lê di dîrokên gelan de kêm kes hene ku wek Serok Barzanî dîroka dema xwe, bi jîyana xwe ve, bi têkoşîna xwe ve weha xwurt karibe rapêça be. Dîsa kêm serok hene ku ewçend bêyî hêvî û tirsek kesayetîyê ji alîyê hemî katên neteweya xwe ve, ji alîyê piçûk û mezinên gelê xwe ve, ji alîyê xwenda û nexwenda û rewşenbîrên gelê xwe ve bê heskirin û rûmet girtin.

Gava meriv bixwaze li ser dîroka Kurd û Kurdistanê ya sedsala bîstan bipeyive, meriv nikare bêyî jîyana Mustefa Barzanî wê dîrokê bîne ziman. Gava meriv bixwaze li ser têkoşîn û berxwedan û şoreşên Kurdistanê bipeyive, dîsa bêyî têkoşerî û serokatîya Barzanî meriv nikare bîne ziman. Ji ber ku ew Qehremanê Kurd, Ew Serokê navdar; ne tenê perçekî dîroka têkoşîn û şoreşên nêzîk yên Kurdistanê ye, lê ew perça herî mezin ya vê demajoyê ye. Ew qehremane ku ji pêncî salî bêtir şoreşa azadîya Kurd û Kurdistanê domandî ye. Dîsa ew Qehremane ku ji bona têkoşîna azadîya gelê Kurd û Kurdistanê, sînorên ku dijminan xêzkirine li ser axa welatê me tucar nasnekirî ye û li kîja deverên welatê me pêwistî bi wî qehremanî hebuye bê rawestan ew li wê deverê bêyî payek kesayetî beşdarê têkoşîna azadîya gelê Kurd buye. Ew ji her kesî bêtir buye şahidê zordarî û hovîtîyên dijmin û wî ji her kesî bêtir ji bona rakirina van hovîtî û zordarîyên dijminan têkoşîn kirî ye. Çiya û gelî û deyştên Kurdistanê, dar û ber û şikeftên Kurdistanê ji her kesî bêtir Barzanî dîtine, Barzanî nas kirine. Di demên herî dijwar de wan Barzanî ji êrîşên dijminan yên dijwar parastine.

Ew qehremane yek ji Serkêşên Komara Mahabatê, ewe yê ku çek û şoreş xistîyê bi rêzgirtina rêxistinî û sîyasetê, ewe amadekar û çêkroxê peymana otonomî ya 11 adarê ye. Ewe yê ku hêvîya azadîyê li seranserê Kurdistanê ewçend xwurt û geş kirî ye. Ewe yê ku netewebûnîya Kurd bi Kurd daye nasîn û Kurd jî bi cîhanê daye nasîn. Ji ber vê ye ku; li her derê dinê; gava gotina Kurd yan jî Kurdistan tê ziman navê wî qehremanî li du ye. Ji ber vê ye ku navê Barzanî li cem hemî katên Kurd, li cem kal û pîr û ciwanên Kurd pîroz e. Dîsa ew qehremane ku ji bona dijminên Kurdistanê tirs û lerz û kula herî mezin e.

Belê Serok Barzanî bi laşê xwe yî pak ji nav gelê xwe, bi xemgînîyek mezin, hundabûnek bêhempa koçkir, lê wî qehremanî xiznekî mezin û bê hempa jî ya têkoşîna azadî û serxwebûna Kurdistanê ji Kurdistanîyan re li dû xwe hîşt. Ji ber vê jî her çend em bi koçbûnîya wî gelek xemgînin, lê bi têkoşîn û berxwedan û kiryar û hêvîyên ku ji me re hîştî re jî gelek birêz û serbilindin.

Birêzan,
Ez naxwazim livir li ser jîyana Serok Barzanî gotinan dubare û drêjtir bikim, ji ber ku gelek beşdar û tevî komîteya amadekar li ser jîyana pak ya Serok Barzanî peyivîn û dibe ku hinek din jî bînin ziman.

Ji xwe armanc ji bîrhanîna kesayetîyek wek Serok Barzanî bi alîyê herî girîng li xwe zivirîn û ji xwe pirsîna min yan jî me, çi li wê têkoşîn û berxwedana azadîyê ku ji mere mîrasmayî pirkirine, çend ji wan vatinîyên ser milên xwe me pêkhanîn e. Ev jî rewşa me ya rojane têkoşîna me ya li qadê wê vekirî pêşanî me dike.
Gava ku meriv li rewşa seranserê Kurdistanê mêzedike, hêvî û kêfxweşî tevî jan û hêşa gelê me têde dijî bi hevre tên berçavên me.

Ji alîyek ve ji keysûfesala herêmê û navdewletî me Kurdan jî jê sûd wergirtîye û îro li ser parçeyek welatê xwe em kurd desthilatdarin, xwedîyê Dewletek Federalin. Her weha tevî hemû tengasî û qeyranên aborî û sîyasî jî, em li vê perçeyê Kurdistanê li ber derîyê Serxwebûnêne, bi hêvîya Dewleta Kurdsitanê ya Serbixwe ne! Ez hêvîdarim ku tevî van hemû astengîyên herêmî û navxweyî jî di pêşengîya Serok Mesûd Barzanî de di leztirîn dem de emê di vê fersenda dîrokî de bigîjin wê armanca pîroz bi dewleta Kurdistanê ya serbixwe ve şa bibin! Emê xewn û hêvîya Serokê neteweyî Mele Mustafa Barzanî bijîn û ruhê wî yê pak şadbikin!

Komara Îslamî ya Mêtinkar ya Îranê di bin navên egerên cuda de her roj bi qeflan ji ciwan û sîyasetmedar û rewşenbîrên kurdan dadileqîne. Wan xwînxwaran çi egeran nîşan bidin bira bidin em baş dizanin ku armanc ji hovîtîyên wan ten pêşîgirtina têkoşîna azadî û serxwebûna Kurdistanê ye. Lê tevî van hemû hovîtîyan jî her ku diçe dengê xebat û têkoşîna gelê me pêştatir diçe. Hêzên Kurdistanî li Rojhilatê welatê me berbihev tên xebat û têkoşîna xwe ya neteweyî dikin yek û ber bi pêş ve diçin!

Li Başûrêrojavayê welatê me ev pênc sale ku tevî destpêka şoreşa Sûrîyê gelê Kurdistanê jî dinav têkoşînek neteweweyî dijwar de dubuhure. Şoreşa Sûrîyê ji hemî hêvî pêşbînîyan wêdatir dirêj kir. Hovîtî, kavilkirinî, şewitandinî, wêrankarî, koçberî bi haweyek bê hempa hat domandin. Vê zilm û zordarîyê wijdanê cîhanê hejand! Bê guman Kurdistana Başûrêrojava jî di ser malkambaxî û wêrankarîrîya mêtinkarîyê de ji ket ber vê şepalê jî. Tevî van hêş û zordarî û hovîtîyan jî ji ber ku rewşa Sûrîyê îro ketîye ber destên hêzên navneteweyî û rêya çareserîya sîyasî ji destên mêtinkarên BAASîyan derçûye, hêvîyek ji bona Kurdistanîyan avabûye. Îro di nav qada navdewletî de rewşa Federalîzmê tê gengeşe kirin. Ev jî rêya Kurdistanek Federal jî ji me re dide hêvîkirin. Lê mixabin di ware sîyasî de hevahengîyek di nav kurdan de tune ye. Hêza çekdar ku xwe bi piştgêrîya BAASê li ser axê desthilat kirîye, tur ê û hevahengîyê bi partîyên Kurdistanîyan re nake. Ez hêvîdarim ku dev ji vê rikkêşîye berde û di vê fersenda navdewletî de rêya hevahengîyek di nav Kurdistanîyan de vebe.

Li Kurdistana Bakur tevî hinek gavên pêşketinan û bêdengîyek dirêj, ev nêzîkê salekîye ku şer û pevçûnek dijwar û bêarmanc destpêkirîye. Deverên dîrokî bi giranê hatine wêran kirin. Ji alîyek ve PKK dibin gotara bajarên xweserî de bi mewzî kuçekolanan têkoşînek destpêkirin. Dewleta Tirk ya mêtinkar bi hemî hovîtîya xwe ve, bi tang topan û dorpêçan û qedexekirina derketinan ve êrîşkarîyek pê hempa nîşandan. Di van pevçûnan de li gor deh bajar û bajarokên Kurdistanê wêran bûn, kavil bûn. Li dor 350 000 (sê sed û pêncî hezar) kesî koçber bûn. Nêzikî 1000 (hezar) kurdî hatin kuştin seqetkirin. Lê ne demokrasî hat Tirkîyê, ne jî xweserîya demokratîk hat dîtin. Em hêvîdarin ku di demek kurt de ev şer û pevçûnên bêarmanc bi dawî were, aramî bizivire.

Bê guman heta ku Kurdistan ji mêtinkarî rizgar nebe, aramî ava nabe. Lê gava em kurd xwîna xwe dirijînin, astengî û hêş û zordarî dikişînin pêwiste ku ev ji bona hêvî û armancek zelal be, hêjayê bedêlek neteweyî be. Gava em avakirina Dewleta kurdî kiryarek kevneperest bibînin û bavêjin sergoya dîrokê, nehêjaye ku em xwîna yek kesekî kurd jî jibona neteweya demokratîka van dewletên mêtinkar birijînin!

Lê mixabin cîyê daxê ye ku li Kurdistana bakur tevî hemî hewldadan jî, hêjî hêzek hevbeş, ku kurdan karibe hemêz bike, xwedî li xwestek û hêvîya wana neteweyî derkeve ava nebûye. Lê bêguman ji bona aavakirina hêzek weha kar û xebatên rêxistênên Kurdistanî her dom dike. Arnhem; 06-03-2016

Bir cevap yazın

E-posta hesabınız yayımlanmayacak. Gerekli alanlar * ile işaretlenmişlerdir