Leyla Qasim rojek wek îro hate darvekirin: Helwesta wê roniyê dide riya azadiya Kurdistanê

Pêşenga Tevgera Azadiya Kurdistanê Leyla Qasim û çar hevalên wê 50 sal berê wek îro 12ê Gulana 1974an ji aliyê rejîma Iraqê ya wê demê ve piştî îşkenceyên hovane yên Beasê hatin darvekirin.

Pêşenga doza gelê Kurdistanê Leyla Qamislo ji helwesta xwe ya netewî û niştimanî poşman ti carî venegariya û bi sirûda Ey Raqîb çû ber benê sêdarê.

Leyla Qasim kî ye?

Leyla Qasim Hesen sala 1952an li gundê Bamîlê yê ser bi bajarê Xaneqînê ve di malbateke Kurdperwer a hejar jidayik bû û sala 1958an çû ber xwendinê û qonaxa seretayî û navendî li Xaneqînê bidawî kir.

Leyla Qasim di sala 1971an de beşa Civaknasiyê li Kolîja Wêjeyî ya Zankoya Bexdayê xwend û di heman sale de jî di Yekîtiya Xwendekarên Kurdistanê de li Bexdayê dest bi xebatê kir.

Zilm û zora rêjîma Beas a Iraqê li ser gelê Kurd, bîr û hizra azadîxwazî û têkoşînê ji bo bidestanîna mafê netewî yê gelê Kurd di dilê Leyla Qasim de peyde kir.

Leyla û 4  hevalên wê hatin girtin

Di Adara 1974an de û piştî destpêkirina êrîşên hikûmeta Iraqê li ser Kurdistanê, Leyla Qasim û 4 hevalên xwe li Bexdayê hatin girtin.

Leyla Qasim nimûneya keça Kurd a çeleng û çavnetirs bû, îşkence û azara hovane ya celadên Beasê nekarîn Leylayê ji helwesta wê ya netewî vegerînin.

Bi Ey Reqîb çû ber benê sêdarê

Leyla Qasim bi cilê Kurdî û xwendina sirûda netewî Ey Reqîb çû ber sêdarê. Leyla di kêliya dawî ya jiyana xwe de ji celadên Beas re wihgo got:

“Piştî bidarvekirina min, bi hezaran Kurd hişyar dibin. Gelek xweşhal û serbilind im ku giyana xwe fedayî riya rizgariya Kurdistanê dikim.”

Herwiha Leyla Qasim li ber sêdarê got: “Bi vî cilê Kurdî, ez dibim bûka Kurdistanê.”

Roja 12ê Gulana 1974an Leyla Qasim û 4 hevalên wê Cewad Hemewendî, Nerîman Fûad, Hesen Hemereşîd û Azad Silêman hatin bidarvekirin.

Piştî îdama Leyla Qasim doza gelê Kurd hîn geştir bû

Piştî îdama Leyla Qasim û hevalên wê doza rizgarîxwaz a gelê Kurdistanê li şûna paşde biçe hîn geştir bû û Leyla Qasim ta îro jî weke semboleke wêrekî û çavnetirs a di nav dilê gelê Kurd de cihê xwe girtiye û bûye rêbereke netewî.

Dengê sirûda netewî ya Leyla Qasim hê jî li çar parçeyên Kurdistanê olan dide û ew bi rêzdarî tê bibîranîn.

Leylaya Kurdistanê ji gelek çîrok, destan û helbestên nivîskarên Kurd re hê jî dibe îlham.

Geef een reactie

Het e-mailadres wordt niet gepubliceerd. Vereiste velden zijn gemarkeerd met *