Serokê Baroya Amedê TAHIR ELÇÎ Hat Kuştin

Serokê Baroya Amedê Birêz Tahir Elçî îro dahnê sibê tevî çend parêzeran ve li ba Minareya Çarnig ya dîrokî li dijî şer û alozîyan ji çapemenîyê re daxwîyanîyek pêşanda.

Di vê daxwîyanîya çapemenîyê de gelek rojname û televizyon beşdar bûn.

Piştî daxwîyanîya çapemenîyê, şer û pevçûn derket. Tahir Elçî tevî beşdarvanên vê daxwiyanîya çapemenîyê û rojnamevanan di nav şer de man. Tahir Elçî ji serê xwe birîndar bû, wî rakirin nexweşxaneyê, lê tevî hewldanan jî mixabin wî jîyana xwe ji dest da û ket nav karwanên şehîdan!

Em sersaxî ji malbata wî û dost û hevalên wî re dixwazin, ji dil û can ve xemgînîya wan parve dikin, bêhnfireyî ji wan re hêvî dikin.

NETEWE

 

Geef een reactie

Het e-mailadres wordt niet gepubliceerd. Vereiste velden zijn gemarkeerd met *