Gilî û gazin bayê hêvîyê vedimirîne!

Ne îdeolojîyên yek renk,  ne sîyaseta olî û ne jî sîyaseta xapînok ya li ser xewnên kom û kozikan dimeşe bi ser nakeve.

Em hemû baş zanin ku ev nêzikî sîh sal in ku sîyaseta şikestî/têkçûyî di lobî û salonên otelan de li çîrûskê ronahîyê diger(in)e.

Lê mixabin ji ber ku rewşa wan dûrî rastîya civatê ye û di bin sîya sîwana berjewendîyên şexsî de hatîye xitimandin, nikarin ji xwe re rêyekî bibînin ku ji labîrent û kolanên girtî derkevin qadên jiyanê.

Sedem cûda cûda ne:

Divê mirov li ser vê mijarê kûr û dûr bisekine û bifikire!

Sedemên têkçûnê çi bûn û çima nikarin bibin hêzek mezin û xurt, çima nikarin li ser rêyek çareserîyê bên cem hev?..

Divê civaknas û rewşenbîrên ku bi aqilê hinekan tevnagerin, li ser vê mijarê lêkolînekê bikin û nexşe-rêya çareserîyê pêşkeşî civatê bikin.

Rastîya welatê me û rastîya civata me li ber çavan e. Hewce nake ku em dûr û dirêj ji hevre çîrokan bibêjin.

Ev Sîh û pênç sal in ku rewşenbîr û kadroyên sereke, li ber bayê hêza-serdest ketine xewnek şîrîn û rojane dijîn.

Ji bo pêşerojê ne xwedî plan, proje an jî rê û rêbaz in. Gellek ji wan, di demên salên 1980 an de dijîn û dev ji rutbe û mekamên wan deman bernadin.

Kesên ji wan re rêz digirin, cîyê wan dizanin û rûmet dide keda wan, wan kesan wek murîdê xwe dibînin! Lê naxwazin zanibin ku di bin pirê re gelek av herikîye…

Em îro nikarin di wê avê de avjenî bikin. Ev ava îro diherike, ne ava sîh û pênç sal berêye! Ya ku çû êdî nema tê!

Rê û rêbazên rastîyê ew e ku divê li gor şert û mercên demê mirov xwe biguhere; li gor pêwîstîyên jîyanê tevbigere û di nava hewldanan de be.

Mejîyê rêxistinîyê û sîyaseta li ser bingeha parastina dewletbûna gelê Kurdîstanê, gava li ser nîrxên huqûqa mirovahîyê ava nebe û asoyek nûjen ji xwe re hilnebijêre,  bi ser nakeve!

Ji ber vê yekê, lêgerîn, platform, însîyatîf û hewldanên salên dawî li ser bingeha kevneşopîyan û îdeolojîyan dimeşîya bi ser neket.

Ne îdeolojîyên yek renk,  ne sîyaseta olî û ne jî sîyaseta xapînok ya li ser xewnên kom û kozikan dimeşe bi ser nakeve.

Sîyaseta ji bo berjewendîyên şexsî, bi salan e tê meşandin û bendavên ji alîyê şexsîyetên du rû ve li hemberî berjewendîyên netewî hatiye avakirin, dijîtîya Kurd û Kurdîstanê dike!

Ev serok, rêber û damezirênerên bi nav û deng, 50 – 55 sal e gavek êrînî navêtine û sê kes bi rêxistin nekirine.

Di hemû deman de rol û navê wan, weke paleyên xerakirinê hatîye nasîn; her tim di bin tohmet û tawanbarî de mane! Tu hêvî nedane civatê û ji vir pêve jî nikarin bidin..!

Em baş zanin ku gotin ji kirinê hesantire! Lewra keda di nav pêlên jiyanê de  şekil digire pîroz e.

Em dibînin di hemû organîzasyon û hewldanan de endam û kadroyên kevn li ber bayê Kurdîtîyê, dixwazin kelacana salên 70 û 80 an bijîn! Lê rastîya jiyanê her tim li gor daxwazên dilê mirovan nameşe.

Taqet û dilgermîya “xortanîyê” li hember tîrêjên rastîyê têr nake..! Lewra gellek kes ji sedemên xebatên rêxistinî êşîyaye. Di bin  bandora bêbawerî û dilşikeştinê de, heval û hogir ji hev dûr ketine! Di kar û xebatek rêxistinî de bi hev nebawerin.

Di kûraya mejîyê gelek kesan de, sedemên veqetandinên di nav rêxistinên berê de hê jî zîndî ye!

Ew kadroyên hevdû tawanbar û gunehkarên veqetandinê dibîne, nikarin ji dil û can bi hevre kar bikin.

Divê sedemên veqetandinê li gor pîvanên hûqûqa kesayet û gelemperî bê şîrove kirin û bigihîje  encamekî  ûjdanî û gelemperî.

Di encama nîrxandin û lêkolînê de muhasebeyek objektîf  ji bo dîrokê û nivşên nû pêwîste…

Hinek kes xebatên nav pêlên sîyasetê weke “hobîyekê”, weke çalakîyek sosyal dibînin.

Bi gotin û dev, weke egîtên navdar in; lê di nav pirêza rastîya jiyanê de hevalbendê xirakirinê ne!

Xebat û sîyaseta wan, rexne û pêşnîyarên wan ya sîh salên dawî, li ser gazin û tawanbarîya hinek kesan e! Enerjî û qeweta xwe li dijî çalakîyên avakirinê dane meşandin.

Ev kesayêtên bi sîya xwe re şer dikin, naxwazin gavek êrênî û avakir bê avêtin! Bi xwe re, bi malbata xwe re, bi hevalbendên xwe re, bi civatê re nelihevkirî ne. Her tim ji devê wan hevokên “ez û ez” diherike! Tu carî weke derdorek lihevkirî nikarin bi hev re bimeşin! Ji bo wan gotin û axaftin weke nivîsa ser qeşê ye…

Ev kes, dijîtî û neyartîya ked û dîroka welatparêzên doza Kurdîstanê, ji xwe re weke mîsyonek hilbijartine.

Ji ber van sedeman, tu carî bawerîyê nadin derdora xwe û her diçin bi pîneyên rizîyayî kirasên xwe pîne dikin. Lê gava pîne li hevkirî nebin mirov her tim ji kiryar û kirasê xwe şerm dike!

Bir cevap yazın

E-posta hesabınız yayımlanmayacak. Gerekli alanlar * ile işaretlenmişlerdir