Gelê Kurd welatperwerekî xwe wenda kir!

Pismamê min Welatperwerê Kurd Hecî Elîyê Cazê Jîyana xwe ji dest da!

Hecî Elî`yê Cazê lawê apê min Mûsa`yê Dawo li gundê Bektaşî yê Qosarê ji dayik bû. Piştî ku apê min Mûsa diçe leşkerîya Tirkî, ew tê dunyayê, lê apê min ji leşkerîyê venagere û kaxeta mirina wî tê. Tevlî dêya wî, bavê min Hecî Ûsibê Dawo wî mezin dike û keça xwe jê re dike berdêlî û wî dijewicîne.

Hecî Elî, ji zarotîya xwe de welatperwer bû. Ji dema ku PDK-T li Bakurê Kurdistanê ava bû, yê pêşî ku bû endamê wê, yek jê jî H. Elîyê Cazê bû.

Hecî Elî, di seranserê jîyana xwe de, li Bakurê Kurdistanê çi çalakîya PDK-T çêbû, hema hema beşdarî tevan bû. Ji mala wî tu carî civata endam û alîgirên partîyê û welatperwer kêm nebû. Di zarotîya xwe de ez jî di wan civatan de mezin bûm.

Çiqas mela, şêx, axa û ciwanên endamê PDK-T û alîgirê wê hebûn, her şevê li malekê û piranî li mala wî kom dibûn, civat digerandin, şêwra sîyasî dikirin, Kasetên Mele Îmadedîn lê dixistin, helbest û sitranên netewî digotin. Yek ji kesên helbest û sitranên netewî digot jî Mele Evdilqidûsê Seyda bû. Di salên 60-70 de ji me ciwanan re ev wek dibistanek sîyasî bû.

Wî û hevalên xwe, ji me re Alfaba Kurdî ya Seydayê M. Emîn Bozarslan, Dîwanên Cegerxwîn, pirtûkên Mûsa Anter û kovarên Hewarê û pirtûkên din yên Kurdî tanîn, ji bo ku em bixwînin. Ew, bi qasî ku hevaltîya mirovên gihîştî dikir, hevaltîya xortên welathez û Kurdperwer jî dikir.

Ji bo Şoreşa Berzanî, wî hertim alîkarî dida hev. Alîkarîya pêşmergeyên birîndar û nexweş dikir. Alîkarîya Kurdên Başûr ku di dema şikestina 1975 û qirkirina Helpçe hatin Bakurê welêt dikir.
Hecî Elîyê Mûsa, kêmanîya wî çi dibe bila bibe, ew Kurd çêbû û Kurd mir. Ew welatperwerekî hêja bû!

04.11.2015

Xidir ÛSO

Geef een reactie

Het e-mailadres wordt niet gepubliceerd. Vereiste velden zijn gemarkeerd met *