XEBAT Xetîp (Hatip Kapçak 1960-1992)

XEBAT Xetîp (Hatip Kapçak 1960-1992)

Xetip Kapçak yek ji wan şehîdên Kurdîstanê ye,  ku di germaya bihara jîyana xwe de, ji nav me koç kir!

Bi hezaran pakrewan û qehramanên gelê Kurd,  di demên tarî û dijwar de, ji alîyê dewleta dagîrker ve hatin qetil kirin!

Xetip jî yek ji wan hêjayî û pakrewanê  gelê Kurd e!

Em baş dizanin ku bi hezaran şehîdên bênav di rûpelên dîroka Kurdîstanê  de cîh girtine. Dîroka Kurdîstanê, dîroka êş û birînên bêsînor in. Hemû çîya û deştên Kurdîstanê bûye wargeha şehîdan. Li kêleka her zinarekî, di bin sîya her darekê de, di nav her devîyekêde, li nav hemû kuçe û sûkan de, çîrokek şehîdên Kurdîstanê heye…

Di demên ku ba û bahozan civata gelê Kurd serûbin kir, gelek hêjayî û fedayên welatê me ji nav me girt û bixwe re bir!

Di demên xirab de, di tengasî û neçarîyê de, em hemû  li ber bayê bablîsokê ketin û bûn xwedîyê çîrokekê. Lê şehîdên Kurdîstanê, li pey xwe jîyanek bi rûmet û tirajedîyek bêsînor “dîyarî” civatê kirin!

Naskirina min û Xetîp di zîndana Amedê (5 Nolu) de destpêkir. Em nêzikî du salan bi hevra  bûn.

Di cîhên xirab û  di şertên tengasîyê de mirov hevdû ji nêzîk ve nas dike.  Di zîndanê de jiyanek hevpar heye. Ev jiyan parkirin, egîtî û fedakarî  dixwaze.  Zîndan ji bo naskirina kesayetan weke laboratuvarekê ye!  Li wir baş û xirab, mêrxasî û teresî, bêtirsî û tirsonekî, li bêjinga têkoşerîyê dikeve.   Kî li ser bêjingê dimîne, kî bi bin dikeve dem nîşan dide. Ew kesên  jîyana zîndanê dîtibin, baş dizanin derfetên zîndanê bêjingekî çewa ye!

Xetîp, di wan deman de, di  azmûnên kesayetîyê de, yên mirovahîyê û rêxistinbûnê de, bi serkeftî   derbas bû!  Xetîp, gelek çalak û zîrek bû. Di nav çar dîwaran de, xwedî asoyek fireh û xwedî  ramanên giranbûha bû.

Piştî dadgeha leşkerî ya dewleta tirk “cezayê  darve kirinê”  di derheqê min de da, weke fizîkî me ji hev dûr xistin, lê di warê fikrî û ramanî de, di warê hestên netewî de em zêdetir nêzî hev kir.  Lewra em rêheval bûn, endamê  “malbatekê” bûn û di demên herî dijwar de jî me hevdû ji nêzîk ve nas kir.

Piştî  min û hevalên min,  mişextî (surgûnî) bajarê Aydın ê kirin, têkilîyên me bi qasidîya nameyan dom kir. Têkilî û ragihandina me, di nav rûpelên nameyan de didomîya, me hêvî û daxwazên xwe bi rêya hevokên  sergirtî û veşartî ji hevdû re vediguhest.

Piştî Xetîp ji zîndanê derket, dewleta dagîrker roj bi roj jiyan lê teng kir. Di nameyên ji min re dişand, tê de qala rewşa civata Kurd, qala rewşa xwe û qala hêvî û rojên azad dikir…

Wêneyê kurê xwe, delalîyê ber dilê bavê xwe Ekîn Rûşen, wêneyên  Şemrixê,  wêneyên Kurdên ji Başûrê Kurdîstanê ku ji ber zilma dewleta İraqê revîyabûn ji min re dişand.

Makîna wênekêşî û pênûs di dest de, her roj di nav qampek “penaberên ji Başûr” de,  bi gelê Kurd re diaxifî û pirsgirêkên wan dida xuyakirin.

Weke hûn jî zanin, di navbera 1988 an heta 1990’î bi sedhezaran gelê Kurd ji ber zordarî û qetlîma Baasîyan, di çol û çîyan re, xwe bi zorê avêtin Bakur û Rojhilatê Kurdistanê.

Dem zivistan bû, bi hezaran zarok û pîr, ji serma û birçîbûnê, li serê çîyan û di rêyan de jîyana xwe ji dest dan. Felek carek din li gelê Kurd bê bextî kir: bi sedhezaran Kurd ji ber bombeyên kîmyavî û qirkirina bi civatî, gund û bajarên xwe terk kirin û revîyan.

Lê leşkerê dewleta dagîrker, Kurdên ji ber mirinê direvîyan gule baran kir û hin ji wan jî girt û radestî rejîma Saddam kir.

Xetîp û yên weke Xetîp, bi hezaran Kurdên welatparêz û xwedî ûjdan çûn bi hawara xwîşk û birayên  xwe de.

Xetîp, di wê demê de weke rojnameger û aktîvîstekî  sazîya mafê mirovan xebat dikir. Bi nûçe û wêneyên jîyana qampan, dixwest bala raya giştî bikşîne ser rewşa wan. Ev kar û xebatên wî, weke qelemên tûj ketibû çavê dijminê dagîrker. Dijminê xwînmij, di wan deman de gelek caran li çalakvan û welatparêzên aktîvîst  gefê mirinê dixwar.

Xetip, di roja 18.11.1992’de, li navça Şemrixê,  ji alîyê hêzên dewleta dagîrker ve hat kuştin. Malbata wî doz li dewletê vekir, xwest kûjer û berpirsîyarên ferman dane derkevin holê û bên cezakirin. Lê dewleta dagîrker weke hemû deman, li endamên xwe yên kûjer xwedî derket û doza Xetîp girtin. Hemû rê li ber malbatê girtin û weke dozên din, di bin navê “dem-bihûrî” ye doza Xetîp jî piştî bîst salan şûnda bi dawî anîn. Ev tirs û helwesta dewleta dagîrker, navnîşana  kûjeran û xwedîyê wan nîşan dide.

Di çapemenîyê de nûçeyek bala min kişand: Mamosteyek di daxuyanîya xwe de digot:  “Min bavê xwe di nameyan de naskir!”  Gava min nûçe xwend ez  gellek xemgîn bûm;  hestên min serûbin bûn; dilzîzbûna min, min girt û bir salên 1985-1987an!

Zîndana Amedê,  cihê derd û kulan, cîhê ceribandina egîtî û hevaltîyê, warê biratî û dostanîyê bû. Zîndana bi nav û deng ku jîyana li wir, li ser mûyê merxasî û teresîyê didomîya!  Civata  kurd, çi zû ji bîr kir, ew rojên reş û tarî!? Gelo ew kedkarên wan rojan çima ketine xewa bêdengîyê!?

Ev hevoka kezeba mirov perçe dikir ku  Rûşen digot: “Min bavê xwe di nameyan de nas kir!”, weke birûskên dijwar,  di mêjîyê min de, pirs li pirsê xist, min girt bir navbera salên  1980 û 1990’î! Wêne û bûyerên wê demê weke fîlmekî di ber çavên min re derbas bûn!..

Min dost û hevalên Zîndana Amedê yek b i yek dît. Hemû xort bûn, hemû çeleng bûn, hemû rûken û zîrek bûn! Di bin ala Kurdîstanê de,  serkêşîya dîlana serxwebûnê dikirin. Kî tune bû tê de:  XETÎP, WEDAT, HEYRÎ, REMZÎ, YİLMAZ, ORHAN, NECMEDDÎN, HAFİZ, CEMAL, KEMAL, MAZLÛM,  ALÎ, AKÎF,  FERHAT,  MAHMÛD, EMÎN, ÎBRAHÎM, EŞREF û hevalên dinê! Çiqas xweş dîlan digerandin. Hemûyan bi hevra digotin: “Ka Kurdîstana min ka/ Ka bax û bostanê min ka” Gava ez hatim ser hişê xwe, hêstirên çavên min weke dilopên baranê yek bi yek dibarîya! Kelogirî bûm,  dibin ewrê xemginîyê de rabûm di hundirê malê de çûm û hatim.

Min gelek hewl da ku xwe ji bin bandora xemgînîyê azad bikim, lê mixabin bersîva pirsan min dîl girtibû! Ez li bersîva hinek pirsan digerîyam:

Ew hevalên roja mirinê çi zû “ked û jîyana xwe” ji bîr kirin!? Çi zû bûn endamê karwanên berjewendîyên kesayetîyê!? Çi  zû  bûn dîlên bê ziman!? Çi zû di bin konê berjewendîyên hîzbî de armancên netewî ji bîr kirin!? Çi zû  ked û xebatên egîd û şehîdên  Kurdîstanê  ji bîr kirin!?  Carek din derket holê ku çîrokên bê wate û bê bingeh  mirovan zîndî jî dikuje!..

Çiqas zor e mirov bibêje: “Min bavê xwe di nameyan de nas kir!” Ez dizanim gellek kes, gava gotinek ewha bibihîze, wê matmayî  bimîne.  Lewra ew mamostê hêja,  delalîyê ber dilê bavê xwe,  stûna mala Xetîbê egît, Ekin Rûşen Kapçak bû.

Hevalno, birano, doza mirovahîyê dozek pîroz e! Ji destpêka mirovahîyê heta îro, ev doz ji alîyê mirovên qenc û hêja ve hatîyê parastin. Li dijî serdestan, li dijî zaliman, li dijî dagîrkeran, li dijî kolonyalan û împaratorîyan bi hezaran mirovên qenc, di rêya jîyanek azad û bi rûmet de jîyana xwe ji dest daye. Bi hezaran mirovên hêja di zîndanan de,  di wargêhên îşkencexanan de seqet bûne an jî  di bin bandora işkencan de jîyana wan bi dawî bûye. Ev şer ji destpêka mirovahî dest pê kirîye û heta mirovahî hebe wê bidome. Em bixwazin an nexwazin doza mirovahîyê wê di şopa xwe de biherike. Jiyan di navbera şerê başî û xirabîyê de didome. Dîroka derbasbûyî bi mînakên balkêş tijeye. Ev şerê başî û xirabîyê heta mirovahî hebûna xwe bidomîne wê hebe û bi dome..

Şehîdên doza mirovahîyê, serbilindî, rûmet û hêjayên me ne. Divê em tu carî rojane û teng ne fikirin, li hemû şehîdên Kurdîstanê û yên mirovahîyê xwedî derkevin.  Di şexsê Xetîp Kapçak de em carek din hemû şêhîdên Kurdîstanê ji dil û can bi bîrtînin, rêz ji ked û xebatên wan re digirin!

05:11:2015  Cano  Amedî

 

Xetip 1Xetip law

Bir cevap yazın

E-posta hesabınız yayımlanmayacak. Gerekli alanlar * ile işaretlenmişlerdir