Sîhad Barzanî mizgînî da: Girtina Şingalê pîroz be!

Şingal (Rûdaw) – Fermandeyê Fermandeyiya Hêza Piştevaniya Yek a Hêza Pêşmerge Sîhad Barzanî mizgînî da û got: “Ji niha ve girtina Şingalê li kurdistaniyan pîroz be. Ewa ku pêwîst bû me kir û me Şingal ji destê DAIŞê derxist.”

 

Fermandeyê Fermandeyiya Hêza Piştevaniya Yek a Hêza Pêşmerge Sîhad Barzanî ku li eniyê herî pêş ê şerê rizgarkirina Şingalê ye, derbarê operasyona îro ya hêzên pêşmerge ya bo kontrolkirina Şingalê daxuyanî da Rûdawê û ji niha girtina Şingalê ji gelê Kurdistanê pîroz kir û ragihand, ku heya niha li gor agahiyên wan zêdetirî 100 çekdarên DAIŞê hatine kuştin.

 

Sîhad Barzanî ku birayê Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî ye, pîrozbayî li xelkê Şingalê û Kurdistanê kir û got: “Bi helkevta rizgarkirina Şingalê ez pîrozbayî li xelkê Kurdistanê û bi taybet cenabê Serok Barzanî dikim.”

 

Serokê Herêma Kurdistanê ku Fermandeyê Giştî yê Hêzên Çekdarên Başûrê Kurdistanê ye jî, li ser çiyayê Şingalê bi xwe serpireştiya operasyona hêzên pêşmerge bo kontrolkirina Şingalê dike ku îro danê sibehî ji 3 aliyan ve dest pê kir.

 

Derbarê paqijkirina tevahiya bajarê Şingalê ji çekdarên DAIŞê de, Sîhad Barzanî da xuyakirin: “Ji bo ku em herin nav bajarê Şingalê, me arîşeya bombeyên vedayî hene. Ji ber wê jî em hêdî hêdî ber bi pêşve diçin. Lê belê ez bawer nakim êdî kesek têde mabe. Her xwekujek û çekdarek jî eger mabe, dê were kuştin.”

 

Derbarê pêwîstiya hêzên pêşmerge bi çekên giran de, Barzanî tekez kir: “Me pêwîstî bi tankên nû, top û katyûşa, gulle û cebilxaneyê heye.”

 

Barzanî destnîşan kir:” Me tenê gulleyek jî ji hevpeymanan wernegirtiye, ew çekên ku me hene, yên sala 2003 ne ku di dema rûxana rejîma Sedam Hisên de ve bidest xistine. Wê demê jî ji me re digotin, nabe ku hûn wan çekan bibin.”

 

Di bersiva vê pirsyara Rûdawê de ku Almanya, Kanada û çend welatên din dibêjin ku Amerîka nahêle em çekên giran bidin hêzên pêşmerge, Fermandeyê Pêşmerge Sîhad Barzanî got: “Em hêvî dikin Amerîka pêdeçûnê bi siyaseta xwe bike û çekên nû ji me re bişîne, çimkî rewşa deverê wisa ye, eger DAIŞ jî bi dawî were, dê DAIŞek din çê bibe. Ji ber wê jî me bo parastina xwe û dostên xwe pêdivî bi çekan heye.”

 

Derbarê cudahiya navbera hêzên pêşmerge û artêşa Iraqê de ku ew çend meh in operasyona kontrolkirina Enbarê dest pê kiriye û serkevtî nebûye, Barzanî ragihand: “Pêşmerge gellek ji artêşa Iraqê cuda ye. Iraqê artêş nîne, Ew du car e ku Amerîka artêşa Iraqê pirçek dike û ew jî çekan ji DAIŞê re dihêlin. DAIŞ bê arîşe û bê beramber çekan ji Amerîkayê bidest dixe.”

 

 

Geef een reactie

Het e-mailadres wordt niet gepubliceerd. Vereiste velden zijn gemarkeerd met *