Ev rewşa li Kerkûk û navçeyên din li encama xiyanet û sepandina bi zorê hatiye holê!

Bi nave xudê yê mezin û dilovan

Bi helkefta serê sala nû ya Kurdî û cejna Newrozê pîrozbahiyê li xelkê Kurdistanê dikim û hêviya şadî û xweşî û bexteweriyê ji bo hemû aliyan redixwazim.

Newroz herdem ji bo gelê Kurdistanê wateya azadîxwazî û destpêkeka nûbûnê dide, xebata gelê Kurdistanê bi navê azadiyê babetekî nû nîn e, ji berê ve heye û niha jî her berdewam e. Li xebata xwe da gelê Kurdistanê ti demekî bijarteya şer hilnebijartiye belkî tenê berevanî li xwe kiriye û berevanîkirin jî mafekî rewa ye. Hemû deman û di hemû qonaxan de jî Kurdistanê xwestiye bi aştî û dûr ji tundutîjiyê pirsgirêkên xwe çareser bike û di hemû derfetek de destê aştiyê dirêj kiriye.

Derbarê referandumê jî, berî û piştî encamdana wê, çendîn caran me tekez kir, ku armanc aştî û nehiştina bingehîn ya kêşeyan e û em dixwazin bi aştî hemû kêşe bên çarekirin. Ev yek mafekî rewa ye û kes nikare vî mafî ji gelê Kurdistanê bistîne û divê axaftin tenê li ser çawaniya bicîkirina vî mafî be. Mixabin li navxwe jî, hin aliyên ku gellekî bendewarê referandumê bûn û rijd bûn li ser encamdana wê, piştre xwe ji berpirsatî û encam û karvedanên wê dûr dikin, ev yek di demekê de ye, ku referanduma gelê Kurdistanê netawan û nejî şaştî bû, lê ji encama zulm û nemana hevpariyê bû. Bê guman heger rêz li hevpariyê û destûrê hatiba girtin wê niha kêşe kêmtir bana û rewşa Iraqê baştir ba.

Aliyên Iraqî beramberî wî mafê rewa yê gelê Kurdistanê, di destpêkê de gellekî vekirî bûn û têgihiştina xwe ji bo armanca niyazên pak û aştiyane ya gelê Kurdistanê didan xuyakirin, lê mixabin beşek ji wan, dijatîkirina mafên rewa yên Kurdistanê ji bo meremên siyasî bikar anîn û bi dorpêç û fişaran bersiva dengê aştyane yê gelê me dan. Vê carê jî derket ku şer kêşeyan çare nake, ez bi hêvî me penda vê carê jî li gel ezmûn û pendên berê, wa li hemû aliyan bike ku bi diyalogê û aştiyê û jihevtêgihiştinê hemû pirsgirêk û kêşeya gelê Kurd li navçeyê çare bikin.

Ev rewÅŸa li Kerkûk û navçeyên din li encama xiyanet û sepandina bi zorê hatiye holê bi tu awayekî nabê bibê emrî waqî û pêwîst e li çarçêweya destûr û maddeya 140 rewÅŸa wan navçeyan bê asayî kirin û çareser kirin û her wiha divê îcraatên pêwîst li beranber wê destdirêjî û qetli’am û koçberkirinê bê kirin ku li meha cotmehê de li wan navçeyan û bi taybet li Xurmatu hatiye encam dan. Niha ew vekirina li navbera Hikûmeta Herêma Kurdistanê û Hikûmeta Bexda bi babetekî erênî dizanîn û pêşwaziyê lê dikîn û hêvîdarîn diyalog û hevdû têgihîştin berdewam bê ji bo çareserkirina pirsgirêkan.

Cihê xem û daxekî pir e ku Efrîn tûşî şer û rûdanên nexweş bû û jiyan û bexteweriya xelkê kete ber metirsiyê. Ew dîmenên li Efrîn têne dîtin dilêş in, şer li navbera hêzên çekdaran tişteke û sivikayetîkirina bi jin û zarok û hêmayên neteweyiyên mîlletekî û kuştin û birîna hemwelatiyên bê tawan tiştekî din e ku nemirovane ye û pêwîst e rê li wan reftarên nemirovane bê girtin. Hêvîdarim dawî bi kuştin û koçberkirina xelkê bê û çareseriya serekî jî eweye ku kêşe bi aştî û rêkarên siyasiyane bêne çareser kirin. Hêvî dikim aliyên siyasiyên Kurdên Sûriye bi yekrêzî û rêkarên aştiyane û Kurdane bikarin mafên xwe yên siyasî mîsoger bikin û hemû aliyek rêz li mafê gelê Kurd li Sûriye bigrin.

Li dawiyê da li vê helkefta niştîmanî û neteweyiyê da hêvî dikim rûpelekî nû ya yekrêzî û tebayî ya aliyên siyasiyên Kurdistanê bê holê û hêviya xweşiyê ji bo yek bi yekê hemwelatiyên Kurdistanê dixwazim û silavên taybet ji bo malbatên serbilindên şehîdan û Pêşmergeyên qehreman re dişînim û newroza we hemûyan pîroz bê.

Mesûd Barzanî

20.3.2018

Geef een reactie

Het e-mailadres wordt niet gepubliceerd. Vereiste velden zijn gemarkeerd met *