Li Hollanda NEWROZ Hat Pîrozkirin!

Mina her sal, îsal jî li Hollanda bajarê Arnhem, komele, rêxistin û partîyên Kurd yên her çar perçê Kurdistanê, di 20ê Adarê de Derketin pîrozbahîya NEWROZa 2018 an!

Bi vêxistina agirê Newrozê, bilindkirina Alarengîn û xwendina sirûda netewî Ey Reqib û piştî rêzgirtina ji bo şehîdên Kurd û Kurdistanê, şahîya Newroz destpêkir!

Li ser wate û girîngîya vê roja pîroz axaftin hatin kirin. Bi hawar û qîrîn bindestîya gelê Kurd û dagîrbûna Kurdistan hat bi levkirin! Di vê heyva Adarê û seranserê hemû dîroka Kurdistan êrîş, dagîrî, qirkirin û wêranbûna bi serê gelê Kurd û welatê wî Kurdistan de hatîye, hat bi lêvkirin!

Bi taybetî dagîrkirina Kerkûk û Efrîn hat şermezarkirin û neyarên gelê Kurd hatin lanetkirin! Xayin hatin şermezarkirin, yekîtîya gel, parî û hêzên Kurd hat daxwazkirin!

Pîrozbayî bi aheng, sitran û awazên Kurdî, bi hêvîyên niyazkirina rizgarîya Kurdistan û azadîya gelê Kurd bindawî hat!

Geef een reactie

Het e-mailadres wordt niet gepubliceerd. Vereiste velden zijn gemarkeerd met *