EV ÇÎROK, NÊ YA MİN TENÊ YE !

Belê , ev çîrok ne ya min tenê ,
ya nivfşê me yî heta çûna mektebê ku bi lefzek tirkî nizanî bûn , zarokê kurda hemuyane !
Herwiha , bi vê çîrokê mebesta min , ne ku bi taybetî qala jîyana xweyî şexsî ,
di heman demê de di ser vê çîrokê re qala trajediya zarokê kurda yên nivşe me bikim.
Di sala 1959 an , demsala payizî ku roj û heyva wê ne diyar , li gundekî ku ji panzdeh şanzdeh mala pêkdihat, ( Cûmik ) heştsed nehsed mîtro nêzîkî tuxûbê Serxet û Binxetê hatime dinyê..
Li wî gundî , wekê her biçûkekî , bi şîrê diya xwere di heman demêde bi lorîkê kurdî hatime xwedîkirin û bi tirsandina peyvê ku digotin ,
“esker hat ” ,
“pîrebok hat “
“gurê manco hat” mezin bûme
ji vana, esker şênber( somut) , berbiçav , lê pîrebok û Gurê Manco razber (soyut) bûn û her di nava tarî yê de veşirtîbûn, tirs û xova vana her di dil û giyana mede bandoreke mezin li me dikir. .
Heta şeşsalî ya xwe , jîyana mi/me zaroka, ya azad , bi lîstik , çîrok, dubarok û veşartokê bi zimanê dayika xwe derbazdibû û di vê jîyana xwezayî de yek peyvikek tirkî neketibû guhê min/me.
Piştî ku ketim sala hefta , me şandin mektebekê 3 km dûrî gundê me ,
li gundekî sifir km li ser tuxûbê Serxet û Binxetê ( Eradê ) bû.
Ew gundê weke bajarokekî, ji du taxa pêkdihat ( Erad û Ofis )
Li taxa Erad ê Ocaxa Tendurustîyê ( sağlık ocağı ) ,
li Ofîsê , Ajansa Ofîs a Zad ( TMO),
Qereqola Cendirmê Sînor , Rawestgaha Trênê û mektebek hebû.
Karmendê van sazîya hemû tirk bûn û diyare ku mekteb ji bo zarokê wan li vî gundî hatibû avakirin ..
Bi çûn a mektebê re jiyana meyî xweş û xwezayî derbazdibû çû ,
jiyaneke nû , bi ezab û bi zimanekî bîyanî destpêkir..
Navbeyna gundê me û Ofisê , çolbir 2-3 km bû. Di wan sivistanê no û sar de , her sibe sê km em dimeşîyan û me berê xwe dida mektebê , weke mere berê xwe bide cehennemê .
Ji ber ku sê tiştê em jê ditirsîyan,
edî rojane ketibûn jiyana me.
Li ser reya mektebê , di Şurtikê de ( Çemikekî di navbeyna Cumik û Ofisê de ku sivistanî tenê diherikî ) pîrebok hebûn ,
li Ofis ê li ber çavê me esker hebûn ,
û ji xwe li malê jî di bin kulînê , di tarîyê de her Gurê Manco xwe veşarti bû.
Ji bilî vana , li mektebê ezabakî nû , nehikê ser dehika , li van her sê tirsê me zêde bû..
Ew jî zimanê tirkî û mamostê tirk bi xwe bû .
Zarokê karmendê Ofîsê tirk bûn û bi tirkî diaxivîn . Bo wan tu pisgirêk nebû.
Lê ji bo me ?
Ji bo me ne wisa bû !
Me bi tirkî nizanîbû û li mektebê axavtina bi kurdî jî qedexe bû ..
Ji xwe berî ku em dest bi mektebê bikin agahî hatibûn guhê me ku li mektebê axavtina bi kurdî qedexeye..
Avahîya mektebê , mamoste tev cil û bergê xwe , nerînê xwe , axavtin û sekna xwe bo me xerîb bû , bi me xerîb dihat.
Hingê li me dinherî û diaxivi , an tiştek ji me sewal dikir , me jê fahmnedikir.
Ji tirsa lêxistinê , weke bersivekê, bes me nav û paşnavê xwe digot .
Wextê derzê destpêdikir , me nizanîbû emê çi bikin !
Eşkenca mezin , ya Çînî destpêdikir , taya mirini diket qirika mi/me.
Min ji xwe dipirsî , gelo ez çi bikim ku ji lêxistin û heqaretê mamoste û kenê zarokê tirka xwe xelaskim ?
Gelek cara jî ji mecbûrî ,
bo alîkarîyekê, an bo pêwistîyekê bi dengnizmî û bi dizî em hevre bi kurdî diaxivîn , ka çi ji me tê xwestin ,
em çi bikin ?
Heger mamoste bi me bihisîya ,
an zarokna ixbarîya me bikirana ,
me haqaret an lêxistin dixwar..
Ezabekî din mezintirîn hebû ku
di wextê derzê de zarokên mîza wan dihat û ji ber ku bi tirkî nizanîbûn destûrê ji mamoste bixwazin da ku herin derve , destavê , gelek cara bi xwede dimîstin, bin xwe şildikirin ..
Ji bilî Ofisê , teva gundê me ,
ji pênc gunda zarok her roj piya dihatin mektebê û hingê seeta mektebê xelasdibû cardin piya vedigerîyan gundê xwe ..
Di çûn û hatinê de eşkencak û ezabekî mezintırîn bi serde hatibû serê me jî ev bû ;
Mamoste , ji her gundekî Serokekî Şaxa Ziman ( Dil Kolu Başkanı ) tayinkiribû .
Edî ji gund û hetta çûna mektebê û li vegerê jî axavtina bi zimanê me , kurmancî qedexe bû.
Wextê seeta mektêbê xelasdibû ku me berê xwe dida gundê xwe gelek kêfa me dihat , lê mixabin ew kêf jî zû li me dişkest..
Çer ku em ji mektebê derdiketin û bi rê diketin , Serokê Şaxa Ziman digot :
Hetta gund axavtina bi kurdî qedexeye !
Kî bi kurdî biaxivi ezê sibê navê wî bidim mamoste ,
de îca hûn zanin !
Ji xwe her zarokî dizanîbû ku navê wî here ber destê mamoste , encam û berdêla wê heqaret û lêdane..
Ya qomîk û malkambax ku tu carî ji bîra min nari ;
Serokê Şaxa Ziman, ji ber ku wî jî bi tirkî nizanîbû , ew ferman ji mere bi kurdî digot ..
De were mere zarok be , 3 km bi rê de bimeşi û newêribi heta gund devê xwe veke , biaxive !
Gelo li dinyê , ji qedexekirina zimanê dayikê li zaroka mezintir trajedî û trawma heye ?
Bes, yên veya jîyani dikarin têbighêjin !
Zimanê Herkesî Bi Wan Xweşe
Herwiha Zimanê Me jî Bi Me Xweşe û Bo Me, Ji Zimanê Herkesî Xweştire !
Bo Vê Yekê , Dive Ku Her Zarok Bi Zimanê Dayika Xwe Perwerde Bibe !
Ev Mafekî Mirovahîya Gerdûnîye !
Nîşe :
1. Li herema Qoserê navê Bakur Serxet , yê Rojava Binxet bû .
Heta careke din
Bİ ZİMANÊ XWE BÎMÎNİN !
 
Mecid BORAN

Geef een reactie

Het e-mailadres wordt niet gepubliceerd. Vereiste velden zijn gemarkeerd met *