Mîr Celadet Bedirxan bi tenê serê xwe bi karê dewletekê rabû

Celadet Elî Bedirxan siyasetmedar, rojnamevan û zimanzanê kurd bû. Bedirxan di yekemîn hejmara kovara Hawar de wiha nivîsaniye: “Hawar dengê zanînê ye. Zanîn xwe nasîn e, xwe nasîn ji me re rêya felat û xweşiyê vedike. Her kesê ko xwe nas dike; dikare xwe bide naskirin.”

AMED- Celadet yek ji lawên malbata mezin a kurdan Malbata Bedirxaniyan bû. Celadet di sala 1893an li Stenbolê ji dayîk bûye û di 15ê Tîrmeha 1951an li Hêcanê girêdayî Şamê koça dawî kiriye. Ew wekî pêşengê nivîsîna kurdî bi tîpên latînî tê nasîn. Di warê lêkolînên li ser zimanê kurdî de gelek xebitiye, li surgûn û nefiyê kovarên Hawar û Ronahî weşandiye. Xebatên Celadet bûn bingeha edebiyata Kurmancî ya hemdem.

Keça Celadet: Sînemxan

Keça Celadet Sînemxan ji HAWARNET’ê re axivî. Sînemxan diyar kir ku bavê wî di jiyana xwe ya siyasî da, Celadet beşdarî gelek çalakiyên netewperweriyê bû, ew serokê Xoybûnê û yek ji damezrînerên wê bû. Piştî şerê Bedirxaniyan dijberî Sultan Ebdilhemîd, tevî malbata xwe hate sirgûn kirin. Piştî ku tevgera rizgarîxwaza Tirk bi serokayetiya Mistefa Kemal Ataturk bi serket, fermana bidarvekirina Emîn Elî Bedirxan û her sê kûrên wî derket.”

Sînemxan got: “Emîn û lawên xwe Sureya çûn Misrê, Kamûran û Celadet jî çûn Elmanyayê. Wan li wir dest bi xwendina bilind kirin. Celadet xwendina bilind qedand û doktoraya Hiqûqê wergirt.”

Sînemxan diyar kir ku Celadet di nav zebata Xoybûnê de endamekê pêşeng bû, ew yek ji beşdar û alîkarên Serhildana Agirî bû. Li sala 1930an hat bajarê Şamê û dest bi xebata nîştîmanî kir.Sînemxan da zanîn ku ji bilî zimanê kurdî, Mîr Celadet bi zimanan wekî, Ingilîzî, Fransî, Elmanî, Tirkî, Farisî, Erebî û Yunanî dizanî. Herdû Kovarên Ronahî û Hawar bi sernivîskariya wî derdiketin. Di yekemîn hejmara kovara Hawar de Celadet wiha nivîsaniye: “Hawar dengê zanînê ye. Zanîn xwe nasîn e, xwe nasîn ji me re rêya felat û xweşiyê vedike. Her kesê ko xwe nas dike; dikare xwe bide naskirin.”

Nifşê sêyem a Malbata Bedirxaniyan

Nifşê sêyem a Malbata Bedirxaniyan di despêka sedsala 20an de bi Celadet, Kamûran û Rewşen Bedirxan ve dest pê dike û xeleka vê malbata serhildêr ya dawiyê ye. Di xeleka dawî ya Bedirxaniyan de Celadet Bedirxan cîhê herî giring digre. Celadet Elî Bedirxan an jî bi navekê din Mîr Celadet, 26ê Nîsana sala 1893ê li Stenbolê hate dinyayê. Bavê wî siyasetmedar û rewşenbîrê navdar Emîn Elî Bedirxan e ku ew jî yek ji kurên Mîr Bedirxan e.

Dema Celadet ji dayik bû, malbata wî li Stenbolê li sirgûnê bû. Dayika wî Senîha Xanim, Bavê wî Emîn Elî Mufetişê Dadgeha Stenbolê bû. Herwiha, wî di wan salan de di nav tevgera Kurdan de jî cihekê giring digirt.

Înkar û îmhaya li dijî Bedirxaniyan dom kir

Di sala l922an de dema Kemalîst hatin ser hukim û Stenbol bidestxistin, ji bo serokên Kurdan ku di nav wan da Bedirxanî jî hebûn, fermana mirinê derçû. Li ser vê yekê, Celadet tevî birayên xwe

Kamûran, Safter Tewfîq û birazayê xwe Heqî li sala 1923ê berê xwe da Elmanyayê û li wir dest bi xwendina zaningehê kirin.

Di vê navberê de, birayê wî yê biçûk Safter li Elmanyayê ji ber nexweşiyê mir. Birayê wî yê din Tewfiq jî zivirî Tirkiyê û li wir bi zora Kemalistan paşnavê xwe kir Çinar.

Celadet û Xoybûn

Sînemxan derbirî ku Celadet piştî hate Beyrûtê, ket nava tevgera welatparêzên Kurd. Di vê navberê de, hewldanên damezrandina rêxistineke neteweyî jî destpêkiribû.

Piştî tevlîbûna Celadet, 5ê Îlona sala 1927an li bajarê Bêhemdûn ê Libnanê kongreya damezrandina Xoybûnê pêkanî. Di nav damezirînerên Xoybûnê de ji bilî Celadet, rewşenbîrên wekî Dr. Nurî Dêrsimî,

Qedrî Can, Dr. Nuredîn Zaza, Memdûh Selîm Wanlî, Hemze Bêgê Muksî, Ekrem û Qedrî Cemîl Paşa û serokên herêmî yên wekî Haco Axa, Emînê Perîxanê, Mistefa Şahin Begê Berazî, Bedredinê Hebizbinî û gelekên din jî hebûn.Yek ji biryarên Xoybûnê ew bû ji bo piştgiriya serhildana Araratê li herêma sinorê binxetê têkevin nav hewldanên leşkerî.

Hawar û Ronahî

Tebaxa sala 1930an tevî rewşenbîr û serhildêrên Kurd ên din bi zorê li Şamê hate bicîhkirin. Xebatên siyasî yên bê encam û dorpêçan, dewletên serdest berê Celadet dabû rêyeke din. Rewşa herêmê jî êdî dest nedida ku Kurd ji bo hevkariyê dewleteke alîgir bibînin an jî serhildaneke neteweyî birêbixin.Sînemxan, destnîşan kir ku helbet, ji bo pêkanîna raman û îdealên xwe kovarek ji wî re lazim bû. Li sala 1931ê ji dewleta Fransî destûr girt ku li Sûriyê kovarekê derbixe.

Piştî amadekariyan, 15ê Gulana 1932ê hejmara yekê ya ‘Hawar’ê gihand xwendevanan. Armanca Mîr Celadet ew bû alfebeya Kurdî latînî bi vê kovarê li seranserîKurdistanê belav bike. Celadet wê emê pirtûka xwe ya gramerê ya bi navê Rêzimana Elfabê ya Kurdî çap kir.

Celadet li sala 1935an li Şamê bi dotmama xwe Rewşen Xanimê re zewicî. Rewşen xanim, wê demê mamosteyî dikir. Di sala 1924-45ab kovara Ronahî jî derxist.

Di zewaca wan da bi navên Cemşîd û Sînemxan du zarokên wan çêbûn. Herwiha, kurekê wan bi navê Safter jî hîn di yeksaliya xwe de jiyana xwe ji dest da. Keça Rewşenxanê ya ji mere wê yê yekê bi navê Useyma, li ba wan dima.

Sînemxan niha tevî malbata xwe li  paytexta Herêma Kurdistan Hewlêrê dijî. Sînemxan derbirî ku her çende gelek hevalên wî dixwest alîkariya wî bikin jî, wî alîkarî qebûl nedikir. Celadet li Gundê Hecanê ji bo avdana pembûyê zeviyên ku di ajot û bîreke mezin kola. Di nameyên ku ji malbata xwe re dinivisîne, navê wê bîrê danîbû Bîra Qederê.

Bîra Qederê

Sînemxan bi henaseyek sar got: “Herçend bavê me ji diya me re digot yan emê bi Bîra Qederê zengîn bibîn yan jî feqîr, lê me ne dizanî ku ev bîr dibe sedema mirina bavê me!”

Sînemxan destnîşan kir ku piştî rojekê Celadet ket nava bîrê û piştre rakirin nexweşxaneyê, lê Mîr Celadet li 15’ê Tîrmeha sala 1951ê li gundê Hêcanê nêzîkî Şamê çû ser dilovaniya Xwedê. li Goristana

Mewlana Xalid a Nexşebendî li taxa Kurdan li Şamê hate veşartin.

Berhemên Celadet Bedirxan wiha ne:

1.         Elifba Kurdî

2.         Rêzimana Kurdî

3.         Rûpelên Elfabê

4.         Ferhenga Kurdî

5.         Rêzimana Elifbaya kurdî

6.         Dîbaca nimêjên îzêdiyan

http://candname.hawarnet.net/2015/04/celadet-bedirxan-bi-tene-sere-xwe-bi.html

Geef een reactie

Het e-mailadres wordt niet gepubliceerd. Vereiste velden zijn gemarkeerd met *