Encûmena Wezîran a Kurdistanê derbarê êrîşa PKKê de daxuyanî da

Hewlêr (Rûdaw) – Encûmena Wezîran a Herêma Kurdistanê, êrîşa îro ya PKKê bo ser hêzên Pêşmerge li sînorê qezaya Amêdî ya Başûrê Kurdistanê “bi dijwarî şermezar” kir û weke destdirêjî bo ser Herêma Kurdistanê û dezgehên wê yên rewa bi nav kir û ragihand: “Em nahêlin asayîşa herêma Kurdistanê têk biçe.”

Îro li bajarokê Çemankê yê ser bi qezaya Amêdiyê li parêzgeha Duhok a Başûrê Kurdistanê, hejmarek gerîlayên PKKê êrîşî hêzên Pêşmerge kirin û di navbera wan de şer û pevçûn derket û di encamê de 3 kes ji hêzên Pêşmerge birîndar bûn, ku piştre yek ji wan pêşmergeyan li nexweşxaneya Duhokê ji ber dijwariya birînan, jiyana xwe ji dest da.

Encûmena Wezîran a Herêma Kurdistanê di daxuyaniyeke nivîskî de ragihand: “Herêma Kurdistanê, statuya siyasî û rewa ya xelkê Kurdistanê ye, Hêza Pêşmerge jî parêzerê ax û xelkê Kurdistanê ye, lewra her êrîşeke wiha, êrîş e bo ser tevahiya xelkê Kurdistanê.”

Di daxuyaniyê de tê gotin, “Hikûmeta Herêma Kurdistanê dijî şerê birakujî ye û di vê çarçoveyê de jî van êrîşên wiha wek bezandina xeta sor dibîne.”

Encûmena Wezîran a Herêma Kurdistanê herwiha êrîşa îro ya hêzên PKKê bo ser hêzên Pêşmerge “wek destdirêjiya ser Herêma Kurdistanê û saziyên wê yên rewa” bi nav kir.

Rêveberê Bajarokê Çemankê ya ser bi qezaya Amêdiyê ve, Elend Emîr di daxuyaniyekê de ragihand, “destpêkê bombek bi hêzên Pêşmerge ve teqiyaye û paşê di navbera PKKê û Pêşmerge de şer û pevçûn derketiye.”

Elend Emîr, Rêveberê Bajarokê Çemankê pêştir di daxuyaniyekê de ji Rûdawê re gotibû, di bûyerê de sê pêşmerge birîdnar bûne.

Ev êrîşa PKKê bo ser hêzên Pêşmerge di demekê de ye, ku Navenda Ragihandin û Çapemenî ya Hêzên Parastina Gel (HPG) roja Çarşemiya bihorî 28ê Cotmehê di daxuyaniyekê de gotibû, boriyeke petrolaê li Bagok a Mêrdînê ji aliyê gerîlayên wan ve hatiye teqandin.

Hikûmeta Herêma Kurdistanê jî paşê di daxuyaniyekê de dabû xuyakirin, ku boriya petrola Kurdistanê ji aliyê “terorîstan” ve hatiye teqandin.

Serok Barzanî jî roja Duşemê 2ê Cotmeha 2020an peyamek arasteyî raya giştî ya Kurdistanê kiribû û gotibû, “Dîrok şahidiya ewê dide me û em şanaziyê dikin ku me şerê Kurd û Kurd heram kiriye ji ber ku gelê Kurdistanê û me hemû aliyek zerereke mezin ji şer û neyekbûn û netebayiyê dîtiye.”

Serok Mesûd Barzanî di wê peyama xwe de PKK bi berdeng girtibû û gotibû, “Piştî êrîşa dirindane ya terorîstên DAIŞê, Pêşmergeyên qehreman ên Kurdistanê rû li bereyên şerê dijî terorîstan kirin û gelek li navçeyên tixûbî vala kirin. Bi mixabiniyê ve ji wê demê ve li şûna wê yekê ku piştevaniya ezmûna Herêma Kurdistanê bikin, çekdarên PKK van navçeyên tixûbî û paşê hinek navçeyên din jî dagîr kirin û xwe wekî cîhgirê Hikûmetê sepandin û rêgirî li xelkê kirin mal û gûndên xwe avadan bikin û eger serdana navçayên xwe jî bikin bac û seraneyan ji wan werdigrin.”

Serok Barzanî amaje bi wê jî kiribû ku ew reftarên PKKê “nayên qebûlkirin” û tekez kiribû, “Helwesta niştimanperwerane û welatparêzane bi kirdarî diyar dikbe neku bi axaftin û gotaran.”

Di beşeke din a peyama xwe de Serok Barzanî bi bîra serkirdayetiya PKKê dixe ku dema ew di destpêka destpêkirina çalakiyên xwe de bûn, “me hemû cûreyekê hevkariya wan kir. Ewan bi berevajiyê ve helwesteke necamêrî nîşan da û paşê di çendîn qonaxan de şer jî li ser me dan sepandin û di encamê de em hemû alî zerermend bûn.”

Serok Barzanî destnîşan kiribû, ku di vê dema niha de her aliyek rêzê li desthilata rewa û yasayî ya Herêma Kurdistanê bigire û wan navçeyan vala bikin ku “bi rêya sepandina hêzên çekdarî hatine dagirkirin û ji bo welatiyên Herêma Kurdistanê bûne cihê metirsiyê.”

https://www.rudaw.net/kurmanci/kurdistan/041120204

Geef een reactie

Het e-mailadres wordt niet gepubliceerd. Vereiste velden zijn gemarkeerd met *