12 ÎLONÊ 1980 destpêka şikandin û têkçûnê ye. (5)

Zîndan ji bo şoreşgeran cîhê test û ceribandinê. Ji destpêka dîlketinê heta roja “azadbûn”ê, mirov di nav qonaxên ezmûnan re derbas dibe. Di jîyana mirov de seet, roj, hefte, meh û sal weke ezmûnên cuda diherikin. Zîndan “dibistan”e, mirov li gor bîr û bawerîyên xwe, li gor hêvî û daxwazên xwe, li gor zanyarî û berpirsîyarîya xwe tevdigere. Di zîndanan de, têkoşîn, hewldan, berxwedan û seknek vekirî û tazîye. Dijmînatî bê şêkir û bê gazin e. Di wê pêvajoyê de mirov ya li ser rêgeha bawerîyên xwe tevdigere, qelenê wê seknê, gelek giran e! An jî bi situyê xwar û şikestî li benda “rahma” neyarê xwe ye!  Rêya sêyemîn tune ye…

Gava mijar têkoşîn û jîyana zîndanan be, berîya her tiştî dojeha bi nav û deng, (5 nolî) Zîndana Amedê tê bîra mirov. Di dîroka têkoşîna bakûrê Kurdistanê de, cîhê zîndana Amedê, cîhekî taybet e. Lewra dijmînê hov, ji bo doza Kurd û Kurdistanbûnê têkbibe û ji holê rake, zîndana Amedê, weke laboratuvarekê bi kar anî. Bandor û sîyaseta wê laboratuvarê, çil sal e didome  û xuyaye wê demek din jî bidome.

Dewleta Tirk, kadroyên girêdayî Gladyo-Kontr-gerilla yên herî bijarte li Amedê bi cîh kiribûn. Di bin serokatîya orgeneral Kemal Yamak de, kadroyên heri dijwar û îşkencekar, li 5 nolîyê civandibûn. Desthilatdarî dabûn Esat Oktay Yildiran, Ali Osman Aydın, birol Şen û işkencecîyên din. Dewleta hov, ji wan re gotibû: “Goştê wan ji we re, hestî ji me re!” İşkencekarên zîndana Amedê li gor wê felsefê tevgerîyan û trajedîyek mezin pêkanîn.

Pêvajoya îşkenceyan di destpêkê de, bi şerê derûnî dest pê kir. Pişt re, kûral, kaîde, jimartina qawîşan, rêzbûna ser lingan, duaya xwarinê, dîsîplîn û hwd. Pişt re pefçûn, helwest girtin û operasîyonên belavkirina qawîşan dest pê kir. Hevdîtinên bi malbatan re, bi parêzer û derva re hatibûn birrîn. Carcanan ew kesên ji bo îfade dibirin cem dozger an kesên diçûn nexweşxanê, yekî nas bidîtina, xeberek “xêrê” bibihîstina, em pê kêfxweş û şad dibûn. Bi giranî têkilîyên me bi devre re, bi asîman re, bi mirovan re qutbûbû. Dinya me tenê ji çar dîwarên beton, ji derîyekî hesin, ji çar şibakên (qulik) ji hesin pêk dihat û pencerên caxkirî pêkdihat. Li pişt derî cehennem hebû, zebanî û xwînxwarên hov hebûn!..

Piştî tevlîhevkirina qawîşan û operasîyonên belav kirinê, ji hemû qawîşan hinek kes birin hucreyan, yên din jî li qawîşan belav kirin. Armanc ew bû ku di qawîşan de desthilatdarîya rêxistinan belav bikin. Pêvajoya di serê sala 1981 an dest pê kir, heta meha gulanê (1981) dom kir. Di wê navberê rojîya birçîbûnê, rojîya mirinê dom kir.  Lê encamên erenî neda, gelek qawîş pişt re pê hesîyan ku çalakîyên bi wî rengî çê bûne. Di doza PKK ê de grûba Bîrecîkê Ali Erek di wê pêvajoyê de jîyana xwe ji dest da.

Şikestina çalakîyên 1981 an, bi xwe re hewldanên mukurhatinê û sîstema “îtîrafçîtî”yê anî. Dewlet bi şêweyekî sîstematîk tîmên îtîrafkirinê amade kirin û dest bi îşkenceyên giran kirin. Êdî tu ferqa şev û rojê nema bû, bi sedan leşkerên hov êrîş dikirin, bi lêdan, bi îşkenceyên cûda, bit irs û xofên şerê dêrûnî di xwestin bawerîya girtîyan bişikînin.

Şahin Dönmez, Yıldırım Merkit, Hıdır Akbalık, Erol Degirmenci, Hasan Hüseyin Karakuş, Xelef Çarpar, Mehmet Gîrgîn û hwd, di bin fermandarîya sûbay û leşkerên polis de tîm ava kiribûn. Dosya û îfadeyên di qerekolan de polîsan girtibûn di destê wan tîman de bûn, li gor daxwaza dilê xwe, li gor nasîn û zanyarîyên xwe ew kesên berxweda bûn, nepeyivîbûn, an jî hinek bûyer eşkera nekiribûn li ser wan disekinîyan. Wan kesan ji qawîşan derdixistin dibirin qawîşa 30 an li wir, di îşkencên giran re derbas dikirin. Îfadeyên ne rast bi wan didan îmze kirin û gelek bûyerên rastîya wan tunebû, bi wan kesan didan qebûl kirin. Pişt re yên teslîm dibûn mukurdarî qebûl dikirin, weke kadroyekî leşker digirtin nav pergala qardîyanên leşker. Ew “têkoşer”ên do tûj û wek bizot bûn, îro li dijî hevalên xwe bûbûn îşkencekar û zulumkar. Wê bidome…

Bir cevap yazın

E-posta hesabınız yayımlanmayacak. Gerekli alanlar * ile işaretlenmişlerdir