Egera qetla Tahir Elçî

Hin gazina dikin û dibên: `çima axa, beg, şêx, esnaf, bazirgan, karkir, gundî, xwenda, karmend, hunermend, sîyasetmedar, zaniyar û rewşenbîrên Kurd bi mêrxasî dernayên qadan li gel û welatê xwe xwedî dernayên; çima bi rêxistin nabin ya herî rast nabêjin û nakin!?`

Li hember Komara Tirk, gava berê hinekan doza mafekî dikir, bi taybet erkanê dewletê digotin: “tê çend merivan daliqîne, wê pirsgirêk çareser bibe(!)” Li Îran hîn vêya dikin; lê li Tirkî ji bo xwe perçakî dunya medenî rêbidin, cezayê dardakirinê rakirin. Lê ji bo ku mejî û helwesta wan ya zordarî û mêtinkarî nehatîye guhertin, şêweyê huqûqê xwe yê ceza jî guhertin; li ba hêzên resmî, hêzên paramilîter saz kirin. Vê carê gava doza mafekî dibe, yên xwe xwedîyê dewletê dibînin dibên: “tê bera serê çend kesan bide, wê pirsgirêk çareser bibe(!)

Ji serê avabûna vê Komara kolonyal de heta îro, çi rêberekî Kurd yê zana û fedakar hebûbe Kuştine. Yên herî bi nav û deng: Seyid Abdulqadir, Dr Fuad, Xalit Begê Cibrî, Yûsif Zîya, Şêx Seîd, Elîşêr û Zarîfe Xatûn, Seyid Riza, Mûsa Anter û heta Tahir Elçî bi deh hezaran rêber, serok, rewşenbîr û welatperwerên Kurd hatine şehîdkirin.

Dewleta Tirk, neteweyek sûnî (li ser welatên çend gelên din lê dijîyan) bi navê tirk avakir. Li hemîyê cîhanê, dewlet ji bo netewe û welat ava dibin; lê li “Turkîye”, welat ji bo dewletê hatine dagîrkirin û gelên li van welatan dijîn jî bi darê zorê kirine “neteweya Tirk”. Kî li hember vê çavsorîyê derketibe jî rastî trora dewletê, îşkence, zîndan û kuştinê hatine.

Komara Tirk, ji bo vê zordarîyê ewqas sal bimeşîne, ji alîkî de ketîye bin xizmeta hêzên ku di cîhanê de herî xurt (Amerîka û Ewropa) û bi her awayî piştgirîya wan wergirtîye, ji alî din ve li hember gelên bindest hemû rêyên şîdet, teror û sîyaseta rûxandinê meşandîye.

Wek tê zanîn, dewleta tirk li ser mîrata Osmanî avabûye. Sîyaseta Osmanî ya mêtinkarîyê; ”parve bike, perçe bike û rêve bibe” bû. Helbet ezmûnên dostên xwe Îngilîz, Fransiz û Alman jî wergirtin û li hember tevgera gelê Kurd ya rizgarxwaz xebitandin.

Komara mêtinkar, ev nod sal in ji bo gelê Kurd ji xwe re wek bende û xizmetkar bide serîtewandin û xebitandin her şêweyê sîyasetê ajotîye: bi domdarî tade, îşkence û binpêkirina rûmetên civatê ji alî leşker û polîsan, qirkirinên komî, “îskankirina mecbûrî” û bicîhkirina koçberên tirk li Kurdistanê, bêxwendinî û qedexekirina ziman, dibistanên herêmî yên razanê û leşkerîya mecbûrî, xizan û nezan hiştina gelê Kurd û gelek şêweyê din, gelê Kurd ji taqet xist, ji hev perçe kir, ji urf, edet û rûmetên wî dûr xist.

Loma dewleta mêtinkar, bi rêya eşîret, dîn, mezheb, terîqet, îdeolojî, rêxistin û partîyan bi hêsanî kare gelê Kurd ji hev perçe bike û bera hev bide. Bala xwe bidinê; belkî piranîya sîyasetvan, rêvebir, karmend, leşker, polîs, dozger, tîm û kujerên dewlata mêtinkarîya nîjadperest Kurd`in. Bi rêbertîya Kurdan terîqetên (Nûrsî/Hizbullah) ku xizmetê ji dewlet û nîjadperestîya tirk dikin didin avakirin. Serok û partîyên (Apo/PKK) îro ji polîtîka dewletê ya mêtinkar re xizmetê dikin derxistine meydanê.

Bi çi şêweyî dibe bila bibe, (wek hemû rewşenbîr û rêberên Kurd yên din) yê ku Tahir Elçî kuşt bêşik polîtîka û hêza dewleta Tirk e. Çimkî Elçî li hember dewletê “sûcdar” bû(!)

Tahir Elçî, berî her tiştî Kurd bû, parêzer û rewşenbîrekî bi xîret bû. Li hember û li ser şopa sûcên dewleta tirk bû. Li Kurdistanê, ew parêzerê doza qetla her Kurdekî kujer nedîyar, şewitandina gundan, qetlîama Roboskê û gelek sûcên din ku ji alî dewletê ve hatine kirin.

Tahir Elçî, ji bo Farqîn, Nisêbîn, Amed û derê din ku PKK bi hendek û barîqatan şer xistibû nav bajaran û bûbû sebeba kuştin, birçîbûn, koçberî û herimandina jîyana gel û xerakirina bajaran, li dij kiryarên PKK yê ne li fêda gelê Kurd bû jî. Ji xwe bi vê egerê, hêzên dewletê jî li kuştina wî xwedî derneket; dixwazin kuştina wî wek qezayek şerê navbêna her du hêzan rê bidin. Lê ya rastî tu ferqa vê qetlê ji ya Mûsa Anter û hemû kuştinên kujer-nedîyar tune ye. 02.12.2015

Geef een reactie

Het e-mailadres wordt niet gepubliceerd. Vereiste velden zijn gemarkeerd met *