EM PIŞTGIRÎYA HEWILDANÊN JI BO SERXWEBÛNA KURDISTANÊ BIKIN!

TDKEv demek e ku Serokê Herêma Kurdistanê birêz Mesûd Barzanî bi awakî eşkere diyar dike ku ew ji bo serxwebûna Başûrê Kurdistanê di nav xebat û hewldanê de ye. Bi seyeheta birêz Mesûd Barzanî ya Emerîka, Macerîstan û Çekê ev xebat û hewldan dîsa geş bû.

Weke tê zanîn gava birêz Mesûd Barzanî bi awakî eşkere daxwaza serxwebûna Başûrê Kurdistanê  diyar kir, dewletên dijber û bi taybetî dewletên ku Kurdistan di nav xwe de par ve kirine dîsa ketin nav hewldan û planên gemarî.  Erîşa rêxistina hov û terorîst Daişê ya li ser Kurdistanê yek ji van planên dewletên dijmin e ku li dijî mafê çarenûsa miletê Kurd û serxebûna Kurdistanê ye. Devjêberdana bajarê Mûsulê û herweha di warê çek û îmkanên aborî de bi hêzkirina rêxistina Daişê û êrişên li ser Kurdistanê vî planê qirêjî bi awakî eşkere derdixîne holê. Lê pêşmergeyên qehreman bi hemû hêz û hestên xwe yên neteweyî li hemberî  van êrîşên hov û terorîst bi mêrxasî rawestîyan û hê jî radiwestin. Di vê tekoşîn û şerê bi rûmet de, hewldan û helwesta birêz Serok Mesûd Barzanî cihê pesin û serbilindîyê ye. Em bi her awayî piştgirîya têkoşîna gelê Kurd ya li hember DAÎŞê û hêzên  neyarên Kurdistanê  dikin.

Di dîroka her miletî de demên dîrokî hene ku divê mirov li gor pêwîstiya wê tev bigere. Miletê Kurd yek ji miletê kevnare yê Rojhilata Navîn e ku weke her miletî mafê wî jî heye ku qedera xwe bi destê xwe tayin bike û dewleta xwe ya serbixwe ava bike. Rewşa Dunyê, Rojhilata Navîn û Kurdistanê ya îro ji her demê bêtir li hev hatîye ku li Başûrê Kurdistanê miletê me bi awakî azad qedera xwe bi destê xwe tayin bike û serxwebûna xwe îlan bike.

Di vê xebat, têkoşîn û hewldana pêvajoya serxebûna Kurdistanê de gelek girîng e, ku di serî de hêzên Başûrê Kurdistanê bi helwesteke hevbeş û neteweyî li dora Serokê Herêma Kurdistanê birêz Mesûd Barzanî bicivin; piştgirîya serxwebûna Başûrê Kurdistanê geştir bikin û gelê Kurd ji bo referandûmeke azad amade bikin. Herweha divê hemû hêz, rêxistin, partî û kesên weletparêz yên beşên din yên Kurdistanê jî bê hesab û kîtabên biçûk bi her awayî alîkarî û piştgirîya vê pêvajoyê bikin.

Roj, roja miletê Kurd e, ku qedera xwe bi destê xwe tayin bike!

Roj, roja hemû kurdên welatparêz û kurdistanî ye ku piştgirî û alîkariya serxwebûna Kurdistanê bike!

Ji bo îlankirina serxwebûna Kurdistanê iro ne zû ye, lê sibê dikare dereng be!

Tiştek ji serxwebûn û azadiyê bi rûmetir tuneye!

2015.05.26
TEVGERA DEMOKRATÎK A KURDISTANÊ

Geef een reactie

Het e-mailadres wordt niet gepubliceerd. Vereiste velden zijn gemarkeerd met *