DIVÊ LI KURDISTANÊ JÎ HIQÛQ DESTHİLATDAR BE. MİROVKÛJÊN SIYASÎ BÊN DARIZANDIN Û CEZA KIRIN…

İbrahîm GUÇLU

(ibrahimguclu21@gmail.com) 

ENKS (Encumena Niştimanî ya Kurd li Sûriyê) gotiye ku “Kurdê ku xwîna birayê xwe birjîne divê were cezakirin.” 

Ev daxwaza ENKS hezar carî di cî de ye. 

Ez bi dil û can piştgriya vê daxwazê dikim. Her dem jî vê yekê û hiqûqê diparêzim. 

Ev daxwaz dibêje ku “divê li Kurdistanê jî hiqûq desthilatdar be.” 

Dema di nav miletekî de hiqûq a niviskî û edetî (nenivîskî) nebe, ew mileta nikare dewletekê jî ava bike. 

Dema dewletek bêhiquq jî ava bibe, li wî welatî demokrasî nabe, ji maf û azadiyên şexsî û grubî (kolektîf) re jî rêzgirtin nabe. 

Wê demê qetîl û mirovkûj, wek di sîstema baasê, kemalîst, stalînst, esadîst, hîtlerîst de bûn desthilatdar, li Kurdistanê jî dê bibin desthilatdar. 

Rewşa wan welatan jî çi ye, ne hewce ye ez diyar bikin. Baş diyar e û tên zanîn. 

Divê li Kurdistanê jî, hem qetîlên ne siyasî û hem jî bi ewlewîyetê qatîl-mirovkûjên siyasi bên darizandin û bên ciza kirin. 

PKKê û berpirsîyarên wan di serî de divê bên darizandin. Lewra wan li hemû beşên Kurdistanê bi hezaran kurdperwer kûştine. Berîya vê duh rojan jî pêşmergeyên PDK Îranê kûştin. 

Dema ku li Kurdistanê jî hiqûq desthilatdar nebe, qetîl û mirovkûj dibin desthilatdar. 

Wê demê ew sîstem û dewlet, ji dewletên metîngehkar/kolonyalîst xerabtir dibe. 

Li welêt tu wext sîstema demokratîk jî ava nabe. 

Divê em Kurdistanî îzin û îcaze nedin ev rêya xeter. 

Amed, 26. 05. 2015

Geef een reactie

Het e-mailadres wordt niet gepubliceerd. Vereiste velden zijn gemarkeerd met *