Ji bo civatek serbixwe, demokratîk û azad!|Saturday, August 18, 2018

Barzanî: Baştirîn wefa ji bo şehîdan serxwebûna Kurdistanê ye 

Hewlêr (Rûdaw) – Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî, bi helkefta 29emîn salvegera Komkujiya Helebceyê ragihand ku, “Baştirîn wefa ji bo şehîdên me azadî û serxwebûna gelê Kurdistanê ye.”

Îro 29emîn salvegera kîmyabarana Helebcê ye.

Di 29emîn salvegera kîmyabaran û jenosîda Helebcê de Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî li ser hesabê xwe yê facebookê ji bo bîranîna Helebceyê peyamek weşand û wêneyekî xwe yê digel pêşmergeyan belav kir.

Barzanî di peyama xwe de wiha gotiye:

“Di gel polek Pêşmergeyên qehreman di salvegera kîmyabarankirina Helebceyê de hezaran silav li giyanê pakê şehîdên Helebceyê û hemû şehîdên Kurdistanê. Baştirîn wefa ji bo şehîdên me azadî û serxwebûna gelê Kurdistanê ye.”

http://www.rudaw.net/kurmanci/kurdistan/1603201710

 

Hinek nivîsên din:

Nerîna te