BARIŞTA BULUŞALIM, İTTİFAKTA HAYAT BULALIM
Ji Rayagiştî ya Kurdistanê û Tirkiyê re
EM LI SER AŞITIYÊ WERIN BA HEV, DI TIFAQÊ DE HEYATÊ BIBÎNIN
Bi Navê Xwedayê Rehman û Rehîm
‘’Aşitî hîn bi xêr e.’’ (Sûreya Nîsayê, ayeta 128emîn)
‘’Hûn hemû bi awayekî komî daxilê aşitiyê bibin.’’ (Sûreya Beqereyê, ayeta 208emîn)
Em wek HEREKETA AZADÎ / Ji bo Maf Dad û Azadî Hereketa Îslamî ya Kurdistanê, daxwaz dikin ku; bila gelê Kurdistanê xwe bi xwe rêve bibe, bila bi zimanê dayikê perwerdehiyê bibîne, bila zimanê Kurdî bibe zimanê fermî û ev mafên tebiî bêyî ti bihaneyan û bêyî derengxistinê tavilê bên dayîn.
Em di wê baweriyê de ne ku miletên Kurdistanê û Tirkiyê dê lêgerîna xwe ya ji bo maf, dad û azadiyê bi riyên meşrû, bi diyaloga siyasî û mutabeqetek muqabeleyî karibin çareser bikin.
Em nêrîna Dewleta Tirk ya li meseleya Kurd û Kurdistanê, siyaseta înkar, îmha û asîmîlasyonê ya sedan salan red dikin. Çavkaniya bingehîn ya şerê civakî û pirsgirêkan ku di derbarê Kurdan û Kurdistanê de derketine holê, ev siyaseta şaş a ku li dijî heq û heqîqetê ye.
Em rêbaza çekdarî ya têkoşîna PKKê li gorî mesleheta gelê xwe nabînin.
Em çalakiyên PKKê yên ku xisarê didin aramî, aborî, jiyana civakî û siyasî ya gelê Bakurê Kurdistanê, faaliyetên neyênî yên li Başûrê Kurdistanê û pratika wê ya ku Başûr bêîstîqrar dike û dike hedef jî rast nabînin.
Divê nerehetiya hikumet û Meclîsa Başûrê Kurdistanê cidî bê girtin û ji her cure çalakiyên ku dê xisara aborî û siyasî bidin Başûrê Kurdistanê, dûr bê sekinîn.
Divê tavilê hemû alî dawî li zimanê ku li hemberî partî, sazî û şexsên siyasî bi awayekî cudaker û neyênî tê bikar anîn, bînin û destur neyê dayîn ku medya jî ji bo vê yekê bibe alet.
Divê alî di şer û pevçûnan de nirx, rê û rêbaz û kaîdeyên însanî, exlaqî, hiqûqî bin pê nekin, divê teqez ji êrîşên li hemberî sivîlan, jinan, zarokan, zanyarên dînan (olan) û xwezayê dûr bisekinin. Divê di vê mijarê de îhlala mafan bi awayekî samîmî bê lêkolînkirin û divê kesên tawanbar çi cezayî heq dikin, bi wî cezayî bên ceza kirin.
Em him daxwaz dikin him jî bala aliyan dikişînin ser ku;
Bila li Kurdistanê û Tirkiyê aşitî û pêşketina aborî û civakî bê dabîn kirin,
Bila mafê herkesî û her alî yê rêxistinbûnê û siyasetê bê parastin,
Bila di derbarê meseleya Kurd û Kurdistanê de çareseriyek adilane û mayînde bê dîtin,
Bila tavilê dawî li şer bê anîn û bi lez û bez û bi awayekî mayînde agirbestek bê îlan kirin,
Û bila agirbest bi gavên ku baweriyê didin, bê tehkîmkirin û di encamê de bila çek û tundî ji alavbûna mafxwestinê bê derxistin.
Divê dewlet jî PKK jî tavilê tundiya bi her awayî bidin rawestandin û divê li Bakurê Kurdistanê pêvajoyek aşitî û muzakereyê ku hemû dînamîkên siyasî û civakî alîgir in, bidin dest pê kirin.
Pêwistiya Alema Îslamê, Kurdistanê û Tirkiyê ya herî elzem aşitî, pêşketina aborî, refah û rêveberiyek adilane ye.
Em hevdîtina li ser aşitî ya emrê Qurana Pîroz, zexmkirina biratiya xwe, çavdêriya mesleheta miletê xwe, ometa xwe û însaniyetê wek pêwistiyek mezin dibînin.
Em aşitî û tifaqê dixwazin; em dibêjin bila zarokên me nemirin, bila erdnîgariya me xerab nebe, bila destkeftiyên me yên madî û manewî wenda nebin.
Ji Şer re Na; ku dibe sedema xisara madî û manewî,
Bijî Aşitî! Bijî Azadî!
Ji bo Maf Dad û Azadî Hereketa Îslamî ya Kurdistanê / HEREKETA AZADÎ