Biryar hat dan: Barzanî wek serok dimîne

Hewlêr (Rûdaw) – Biryar hat dan, ku Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî heta dema lidarxistina hilbijartinê di kursiyê serokatiyê de bimîne.

Encûmena Şura ya Herêma Kurdistanê îro 17ê Tebaxê biryar da ku kursiyê Serokatiya Herêma Kurdistanê piştî roja 19ê Tebaxê vala namîne û dê serokê niha li ser erkê xwe berdewam be.

Li gor birayara Encûmena Şura ya Herêma Kurdistanê, Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî bi hemû desthilatên xwe ve dê li ser erkê xwe di kursiyê Serokatiya Herêma Kurdistanê de bimîne.
Li gor vê biryarê, Barzanî heta lidarxistina hilbijartina dahatî bi hemû desthilatên xwe ve di kursiyê seroaktiyê de dimîne.

Encûmena Şura ragihand: “Biryara me hem biryareke şêwirî ye û hem jî gerek were cîbicîkirin.”

Hat ragihandin, Encûmena Şura ya Herêma Kurdistanê di bersiva daxwazên Serokatiya HerêmaKurdistanê û Serokatiya Parlamentoya Kurdistanê de û li gor benda 9 a yasaya hejmar 14 a Encûmena Şura ya Herêma Kurdistanê ya sala 2008an ev biryar standiye.

Encûmena Şura li gor yasaya hejmar 13 a yasaya Wezareta Dadê ya sala 2007an ji aliyê îdarî ve ketiye ser Wezareta Dadê ya Herêma Kurdistanê. Ev encûmen erk, kar, armanc û pêkhateyên wê li gor yasaya hejmar 14 a yasaya Encûmena Şura ya Herêma Kurdistanê ya sala 2008an dubare hatiye rêxistinkirin û karên xwe cîbicî dike.

Encûmena Şura ya Herêma Kurdistanê ji 3 pêkhateyên yasayî û îdarî yên Desteya Serokatî, Desteya Giştî û Dadgeha Îdarî pêk tê ku erk û fermanên vê encûmenê pêk tînin.
Li gor yasaya Encûmena Şura ya Herêma Kurdistanê, Desteya Giştî ya vê encûmenê şêwir û nêrîna yasayî ya xwe li ser wan mijaran dibêje ku ji aliyê wan wezaret û fermangehên negirêdayî bi Wezareta Dadê ve arasteyê wê tên kirin.

kanî rûdaw

Geef een reactie

Het e-mailadres wordt niet gepubliceerd. Vereiste velden zijn gemarkeerd met *