Dadgeha Federal ya Iraq ne Destûrî û Yasayi ye

Daxuyanîya Serok Barzanî:

Di her dewleteke federalî de asayî ye dadgeha federalî hebe ji bo çareserkirina wan pirsgirêkên di navbera herêman û navendê de, lê komelek pirsên destûrî û yasayî yên cidî hene derbarê Dadgeha Federalî ya Iraqê de û biryar û helwesta û bêdengbûnên di dema bûrî de.

Derbarê biryara Dadgeha Federalî ya Iraqê ya nedestûrîbûna referandûma Herêma Kurdistanê, pêwîst e xelkê Herêma Kurdistanê û welatiyên Iraqê û hemû aliyek bizanin, Dadgeha Federalî ya Iraqê berî pesendkirina destûra Iraqê hatiye dirustkirin û divê ji piştî pesendkirina destûra Iraqê di sala 2005an de ew dadgeha niha bihata hilweşandin û dadgeheke li gor peyrewên destûrî ku di madeya (92) ya destûrê de hatiye, bihata damezrandin û yasayek jê der derketiba, heta niha yasay ji bo derneketiye, lê di sala 2005an de û heta niha ew dadgeh bê ku binemaya destûrî û yasayî jê re hebe di karên xwe de berdewam e. Her wê yekê jî kiriye ku bikeve jêr hejmûna rewşa siyasî û bûyeran û ji rêyên destûrî derkeve û bi dirêjahiya karkirinê dadgeheke siyasî bûye û biryareke wiha nede ku bêalî pê diyar be.

Ev dadgeh di dema karkirina xwe de li hember hemû binpêkirinên destûrî yên hikûmeta Iraqê kirine, bêdengî hilbijartiye. Di biryara nedestûrîbûna referandûmê de jî bi heza siyasetmedaran tev geriye û ti xwendinek ji bo wê deqê nebûye ku di dîbaceya destûra Iraqê de hatiye, ku “Pabendbûn bi vê destûrê, yekgirtina Iraqê ya gel, xak û serweriya wê gerentî dike.” Ew di rewşekê de ye, ku zêdetir ji 55 madeyên destûrî hatine binpêkirin û hikûmeta Iraqê pabendî destûrê nebûye.

Ji bo çi ew dadgeh di pêkneanîna Encûmena Federalî de bêdeng bûye, diviyabû li gor madeya 65 ya destûrê hatiba damezrandin û heger ew encûmenê hebûye, desthilata wê ya yasayî temam dibû û rê li ber takrewiyê û binpêkirina mafên herêmê digirt. Jixwe hemû aliyek dizane, cibicînekirina wê madeyê, jêdera piraniya pirsgirêkan û nemana baweriyê di navebera herêm û Bexdayê bû.

Dadgeha Federalî di dema karkirinê de derbarê wan bûyerên li dijî xelkê Kurdistanê hatine kirin bêdeng bû, divê ew dadgeh wê jî zelal bike ku li gor kîjan madeya destûrê ji Sibata 2014an ve û heta niha kesekî bi yek îmzeyê beşa budceyê gelê Kurdistanê birî? Li gor madeya 121 bergeya 3, ji mafê gelê Kurdistanê ye budceya wê ya gincaw û dadperwerane hebe.

Ew dadgeh ji bo çi rê li wê negirt, ku hêza çekdar li dijî xelkê Kurdistanê û ji bo yekalîkirina pirsgirêkn siyasî ji aliyê hikûmeta Iraqê bikar bê, ku xwe bixwe binpêkirina aşkere ji madeya 9 ya destûrê ye, ku nabe hêza çekdar ji bo serkotkirina gelê Iraqê bikar bê û dest di karûbarên siyasî de werbide. Ji bo çi Dadgeha Federalî ti biryarek û helwestek wê nebû li hember komkujî, azarkirin, tirsandin û koçkirina xelkê ji Kerkûk û Xurmatûyê û cihên din?

Biryara Dadgeha Federal, biryareke takalî û siyasî ye û deqên destûrê ji berjewendiyên hin aliyên siyasî re şîreve kiriye û binpêkirina 55 madeyên destûrê ji aliyê hikûmeta Iraqê li ber çav negirtiye ku her ew binpêkirin bûn han da gelê Kurdistanê bi piştbestin bi destûrê mafê xwe yê asayî û yasayî bi awayekî aştiyane û demokratîk bikar bîne. Ji bilî wê jî pêwîst e her aliyek bizane ti binemayeke yasayî û destûrî nîn e ku bikaribe dengê sê milyon mirov bi nedestûrî bizane, ji ber ku dengê gel bixwe jêdera rewatî, destûr û yasayê ye.

http://www.kurdistan24.net/ku/news/f11d612f-45be-4570-b65d-18be0b05c53a

Geef een reactie

Het e-mailadres wordt niet gepubliceerd. Vereiste velden zijn gemarkeerd met *