Têkelîya Dewletê û Mafya

Bi daxuyanîyên Sedat Peker, xwanêye ku dawî li hukumeta AKP jî hat. Ji eşkerekirinên Peker, xuya dibe ku hemî sazîyên dewleta Tirk bi kiryarên mafya re têkildar in.

Baronên narkotîkê, yên kaçaxa çekan, perê reş, zêr û tîcareta bêqanûnî ya netewî û navnetewî dikin, pêwendîya wan rasterê bi hemû sazîyên dewleta Tirk re heye.

Yên rasterast di nav van karên gemarî yên sûcê organîze û bêqanûnî de, wek xwedî û parêzgerê dewleta Tirk û tirkperestên dijwar derdikevin peyasê; ji alîkî de li dijî gelê Kurd û li tevaya Tirkî terora dewletê hildidin asta herî bilind, lê ji alî din jî karên xwe yên qirêj yên mîna tîcareta narkotîk û sîlehan û piştgirîya terorîstan dimeşînin.

Bi bûyera Susurluk, bi mukurhatinên Huseyîn Baybaşîn û niha jî videoyên S. Peker derdikeve holê ku dewleta Tirk û mafya hertim di nava hevde bûye û şirîkên hevin.

Ev rêxistinîya mafya ya tevlî dewleta Tirk, ji bo karên xwe yên qirêj bimeşînin, weke ku naxwazin şerê bi pkk re biqedînin, ji bo kara xwe bêtir bikin, şer îxracî welatên cîran jî dikin. Loma pêwîstîya wan bi rêxistinên terorîst yên mîna ÖSO,Elnusra, DAÎŞ û wd. heye.

Ji bo kiryarên xwe yên tîcareta qirêj kamûfle bikin jî biratîya umetê, biratîya Tırkan, parastina dewleta xwe û avakirina herêma Tûran an ji nû de avakirina Împaratorîya Osmanî propagande dikin.

Dema ku Abdullah Ocalan, anîn Tirkî, Apo vekirî got; “hûn bixwazin ez derhal vî şerî didim sekinandin!” lê rêvebirên dewleta Tirk yên di nav van karên qirêj de, nexwestin şer biqede!

JITEM, bi destê mirovên Daireya Şerê Taybet yên mîna Velî Kuçuk hat avakirin. Ev rêxistina dewletê ya fermî, lê veşartî, ji elemanên ordî, MÎT, T.M.Emnîyet, çeteyên sîvîl û mafya pêkdihat. Vê rêxistinê, tevlî mafya Kurd, zêdetir ji 17 hezar mirovên piranî bêguneh kuştin. Hin ji vana jî merivên wan yên mîna Cem Ersever ku li ser karên qirêj li hev nekiribûn, kuştin.

Lê di dema hukumeta akp de, vana bi hev ketin. Gelek karbides, bi sûîkastan hatin kuştin. Gelek kesên mîna Welî Kuçuk û Mehmet Agar, ji sûcên cuda hatin girtin û cezakirin. Lê beşek ji vana wek baronê mafya, lê rêvebirê Dewleta Kûr vegerîyan ser karê xwe.

Werê xwanê ye, nakokî ya asasî, ne di navbêna mafîya, yanî Peker û Hukumetê de ye; di navbêna Velî Kuçuk yanî beşekî Ordî/îstîxbarat û M.Emnîyet/Hukumetê de ye. Peker, şagirtê Velî Kuçuk e û ji alî beşekî devletê ve tê parastin.

Dema AKP bû hukumet, ya wê qanûnek asasî ji nû de sazbikira û dewlet demokratîk bikira, wê dewlet û mafîya ji hev veqetanda û sûcên hatine kirin ceza bikira, şer bisekinanda û doza Kurd çareser bikira û ji bo endametîya Ewropa gavên pêwîst bavêta; yan jî wê hêdî hêdî têketa bin kontrola sazîyên riziyayî û yên mafîya.

Heta dewleta Tirk, li ser qanûnek asasî ku xwe wek dewletek hemû gelên li Tirkî dijîn, ya huqûq û demokratîk bi rêxistin neke, bi gelê Kurd re nekeve nava aşitîyê û mafê wî yê neteweyî nasneke; şertên qanûn û mafê mirovan yên navneteweyî pêk nîne; wê ji qeyrana civatî, aborî, sîyasî û dîplomatîk jî rizgar nebe. 23.05.2021

Geef een reactie

Het e-mailadres wordt niet gepubliceerd. Vereiste velden zijn gemarkeerd met *