Ji bo civatek serbixwe, demokratîk û azad!|Tuesday, March 19, 2019

Îttîfaka dijmînên Kurd û Rûbirûbûna bi Terorê Cano AMEDÎ

Em hezar carî şikir dikin ku Pêşmergeyên kahraman rûyê rûreşan eşkera kir û carek din tirsek xist dilê dijmînê xwe

Tirkîye, demek dirêj e bûye wargeh û bendera rêxistinên terorê. Ji welatên biyanî, kesên girêdayî rêxistinên terorê, bi piştgirî û çavdêrîya dewleta  Tirk çalakîyên xwe didomînin. Di warê çûndin û hatinê de, di mijara lojistîk û çekan de, di mijara dermankirinê de  alîkarîyek mezin xistîye xizmeta terorîstan. Ew terorîstên ne huquq ne jî ehlaq nasnakin, tu pîvan û hêjayên mirovahî qebûl nakin, bûne destbirakên desthilatdarîya tirk. Desthilatdarîya tirk, bi dijmînên mirovahîyê re tifaka dikin û ji bo berjewendîyên xwe yên genî bi terorîstên hovîyane re tevdigere. Dijmînê mîrovahîyê ev hovên hanê tu rojekî rastî astengîyekî nebûne û nabin jî.. Bajarên li ser sînorê Sûrîyê, ji bo terorîstan bûye cîhê dermankirin û perwedekirina leşkerî..

Tirkîyê endamê NATO ye, berendamê Yekîtîya Ewropa ye û endamê Yekîtîya Netewan e. Di bin gellek peymanên navnetewî de xwedî îmze ye. Tirkîye, bi dehan peymanên navdewletî îmze kirîye û li gor hûqûqî xwe girê daye. Lê xuyaye Tirkîye wan peymanan binpê dike û her diçe piştgirî û alîkarî dide hêzên terorîst. Roj bi roj ev piştgirî eşkera dibe. Di çapamenîya tirkîyê û ya dunyayê de bi dehan nûçe derket ku tirkîye bûye wargeha terorîstan. Dewleta Tirk ji bo pêşi li weşana nûçeyan bigire, ji mahkemê daxwaz kir ku di derheqê têkilîyên Tirkîyê û terosîstan de biryara “qedexkirina weşan û çapamenî” girt. Piştî dagîrkirina Mûsilê şûnde, tu weşan an nûçe di medyaya tirkî de cîh negirt. Ev bixwe tiştekî watedar û balkêş e!

Berîya dagirkirina Mûsilê, bi dehan nûçe di çapamenîyê de cîh girt. Ji wan nûçeyan yên herî balkêş: çend TIR hatin girtin û tijî cebilxane bûn. Ev TIR’ê hane, di bin çavdêrîya endamên îstîxbarata Tirk de bûn. Dûre, li gor îfadeyên ajotvanan, ev cebilxane li KONYA û EDENÊ hatibû barkirin. Derket holê  ku DÎIŞ û El Nursa li wan bajaran hilberîna çekan dike. Çend TIR li ser gilîname hatin girtin, lê serokwezirê Tirk bi tundî çû ser polîs û dozgeran. Di dawî de, kesên tawanbar hatin berdan, lê polîs û dozgerên vê operasîyona kiribûn hatin girtin.

Dîsa 5-6 meh bere, axaftinek di nav rayedarên Tirk yên berpirsîyarên cîhê bilind hatibû kirin; dengê wan yên bi dizî hatibû tomar kirin eşkera bû. Di wê civînê de serokê parastina Tirkîyê, di axaftina xwe de dibêje ku: “me heta niha nêzîkî 2000 î TIR malzeme şandîye Sûrî. Ji bo em bikevin Sûrî, pêwîstî hebe em dikarin çend fuzeyan bavêjin Tirba Silêman Şah jî.” Wekî tê zanîn, cîhê tirba Silêman Şah, weke axa tirkîyê di navbera Sûrî û Tirkîyê de hatîye pesendkirin. Tirkîye ji bo bikeve Sûrî, wan êrîşên xwe dike sedemên şer.

Di medyaya cîhanê de jî belav bû, bajarên li ser sînorê Sûrî ne, weke Dilok (Entep), Ruha (urfa), Edene, Hatay (Antakya) bûye cîhê lojîstîk û perwerdekirna leşkeri û dermankirina bîrîndarên çeteyan. Hinek nexweşxanên taybet û hinek beşên nexweşxanên dewletê ji bo wan birîndaran hatîye veqetandin.

Tirkîye xwedî tecrubeyek pir kur e. Di dema Osmanî de, padîşahan kurên xwe li ber çavê xwe didan xeniqandin an fetisandin û roja din diçûn ser tirba wan hêstir dibarandin. Îro jî bi vî mejîyî bi problemên navxwe û yên derva ve mijûl dibin û nexşerêya çareserîyê amade dikin.

Li bajarên weke İstanbûl- Fatih, Sakarya-Dilovası, Konya, Bingol, Diyarbekir- Hanê, Ruha-Siverek, Adiyaman di bin çavdêrîya rayadarên bajar de, bi sedan kes  hemwelatîyên tirk beşdarî nav refên Çeteyan dibin. Heta îro, tu lêkolîn an lêpirsîn nehatîye kirin. Di mizgeftan de û cîhê niştevanîya (yurd) xwendevanan, her roj banga cîhadê tê kirin û kesên nezan û xizan dişînin Sûrî. Nûçeyê di vê babetê de, bi dehan, di rojname û televizyonên Tirk de cîh girtin û hêjî digirin. Lê tu rojekî lêpirsîn çênebû. Ev jî rewşek watedar e.

Li ser sînorê navbera Sûrî û tirkîyê de, bi dehan lûleyên neftê hatîne girêdan û nefta di destê DÎİŞ (Dewleta Îslamî Iraq Şam)ê de, bi wan lûleyan dişînin Tirkîyê. DÎIŞ şûna pereyên çek û cebilxanê de neftê dide Tirkîyê. Îxracata nav Ankera û Çeteyan, gihîştîye asta herî bilind. Bi taybetî jî piştî bajerokê  Ezazê ket destê  DÎIŞ ê ev îxracat % 70 zêde bûye. Alîkarîyên ji alî Netewên Yekbûyî ve ku di ser Tirkîyê re dişînin Sûrî, bi tevayî dikeve destê DÎIŞ ê. Li gor çavkanîyên aborî, hecma firotina nefte ya di navbera Tirkî û DÎIŞ ê de ya rojane, bi mîlyon `Dolar`an e. Dîsa li gor nûçeyên medya cîhanê, mezintirîn alîkarî û aborîya DÎIŞ ê, ji alîyê Tirkîyê, Erebîstana Suîd û Qatarê tên. Dîsa dewletên Sunî bi awayekî eşkera alîkarîya DÎIŞ ê dikin.

Derîyên navbera Sûrî û Tirkîyê, bi tevahî di destê DÎIŞ ê de ye. Tirkîye, ticareta xwe di wan derîyan re dike û pêwendîyên xwe bi DÎIŞ re didomîne. Ew kesên bîyanî, temamê wan di ser tirkîye re derbasî Sûrî dibin û beşdarî nav refên DÎIŞ ê dibin. Birîndarên wan bi ambûlansên tirk ji derî tên girtin û tînin di nexweşxanên xwe de derman dikin, pişt re dîsa dişînin Sûrî yê.

Êrîşên li hemberê gelê Kurd û Kurdistanê pêktên di vî wêneyî de veşartîye. Êrîşên li Başûrê Kurdîstanê û li Başûrê Rojavayê Kurdîstanê didomin, li gor plan û projeyek kûr didome. Ji bo em vê stratejîya xapandinê baş bizanibin, divê li têkilîyên partîyên Bakûr û têkilîyên bi dewleta Tirk re hene baş bizanibin û baş lêbinherin. Tiştekî herî girîng û ecêb, piştî êrîşên DÎIŞ ê yên li ser Başûrê Kurdîstanê, di nav kurdê Bakûr de, li ser tora înternetê û medyaya hîzbî li hemberî Pêşmerge û deshilatdarîya Kurdîstanê şerê medyayê hat meşandin. Rêşkirina rastîyan, biçûkxistina rol û kahramanîya pêşmerge, li gor stratejîyekê didome. Hinek alîyên sîyasî, ji bo kêf û şahîyê bikin, li benda têkçûna Pêşmerge bûn. Lê em hezar carî şikir dikin ku Pêşmergeyên kahraman rûyê rûreşan eşkera kir û carek din tirsek xist dilê dijmînê xwe û ji gelê xwe re bûn wargeha bîr û bawerîyê, bûn çîyayê hêvîyê!.

Em carek din li hemberî hemû şehîdên Kurdîstanê xwe ditewînin û li hemberî Pêşmerge û şervanên Kurdistanê rêz û minettarîya xwe dîyar dikin. 21.09.2014

Nerîna te