Ji bo civatek serbixwe, demokratîk û azad!|Tuesday, December 11, 2018

Ji BÎRANÎNÊN ZÎNDANA DİYARBEKİR, RÛPELEK (3) 

Ez dixwazim wêneyek 36 sal berê nîşanî we bidim û li ser wî wêneyî bifikirin û çend pirsên bêtirs ji ûjdana xwe bipirsin? Ka hûnê bersîvek çewa bibînin?

Sala 1980 an de, di serê meha Adarê ez ji alîyê hêzên dagirker ve, li bajarê Amedê hatim girtin, piştî 33 rojên giran, bi îşkence û lêdan, bi elektrîk û dalqandin, min derxistin hemberê dozgerê leşkerî.

Di wê demê de, bi giranî li bajarên Kurdîstanê rêveberîya awarte desthilatdar bû, her tişt li gor gotin û daxwazên leşkeran dimeşîya. Dozgerê leşkerî biryara girtina min da û min birin girtîgeha leşkerî ya bi navê “1 Nolu”  yê.

Girtîgeha “1 nolu” weke girtîgehên“îstîkam a jorîn û ya jêrîn” û “2 nolu” di nav Kolordiya Heft de cîh digirt, ev girtîgeh ji bo leşkerên girtî çêkiribûn.

Dewleta dagîrker piştî dest bi girtina şoreşgerên Kurd kirin. Girtîgeh û zîndanên wan têr nekirin.  Girtîyên dîl di wargehên leşkerî de digirtin û bi wan îşkence dikirin.

Di girtîgeh “1 nolu” de,  ji gelek rêxistinên Kurd  girtîyên sîyasî hebûn. Qawîşên rêxistinan cûda cûda bûn, di hinek qawîşan de jî çend rexistin bi hevra diman. Giranîya girtîyan ji doza PKKê hatibûn girtin. Ji bilî PKKê, girtîyên ji doza KUK, DDKD, Rîya AZADÎ, RİZGARÎ, ALA RİZGARÎ, KAWA, DENGÊ KAWA hebûn. ji çepê Tirkan jî TÎKKO, Halkin Kurtuluşu, Dev-Yol, Dev-Sol û ÎGD hebûn.

Di wê demê de li girtîgeha “1nolu”yê hinek kadro û sîyasetmedarên Kurd jî girtî hebûn:

Zeki bayrak, Edip Galin, Bubê Eser, Paşa Uzun, îkram Delen, Nazif Kalelî, Yilmaz Çamlibel, Mumtaz Kotan, Ruşen Aslan, Nurettin Elhüseynî, Nurî Kiliç, Mazlum Doğan, Hayrî Durmuş û gelek kadroyên din hebûn. Qawîşa em lê di man piranîya wan ji doza KUKê bûn! ji Rizgarî: Ruşen Aslan û Mumtaz Kotan, ji Rîya Azadî: Nazîf Kalelî û Yılmaz çamlıbel, ji Dengê Kawa: Nurettin Elhuseynî û hevalên xwe jî li gel me bûn, hejmara qawîşa me 28 bû. Qawîşa 24 û 48an de girtîyên PKKê diman. Di hucran de hevalên ALA Rizgarî û hinek kesayetên serbixwe diman. Qawîşa zarokan de, kesên temenê wan biçûk bûn û hinek kadroyên PKKê li wir diman. Di qawîşa Jinan de jî, çend jinên Kurd yên sîyasî diman.

Piştî  ez hatim girtin, sê an çar meh şûnda, bi qasî tê bîra min, di dawîya meha Gulanê an jî serê meha Hezîranê bû, di zîndanê de, cara yekem bû em rastî tofan û zilma dagîrkeran dibûn.

Dewleta Tirk, li navenda Amedê ku weke kela Kurdewarîyê dihat nasîn, bi bombeyên gazê û bi çekan êrîş dibirin ser dîlên Kurd.

Wê rojê, ji doza PKKê ya Halfetî çend zarokên dibîstana navîn biribûn dozgerîyê. Ev zarokên hanê 14 -15 salî bûn lê dewleta Tirk bi tawanbarîya endamê rêxistinê wan ji dibîstanê girtibûn û anîbûn girtîgeha leşkerî. Piştî îfadên wan ku demek dirêj bû girtîbûn, dozgerîyê biryara serbest berdana wan dabû.

Ev zarok piştî vegerîyan zîndanê rayedarên PKKê xwestibûn Cîn Ali (Ali Erek) di şûna yekî de derxin derva. Lewra îhtîmalek mezin hebû ku cezayek giran bigre. Hevalên wî xwestibûn,  Ali ji zîndanê bidin revandin. Ev zarok dema çûn cîhê rêvebirîya leşkerî ku ewraqên berdanê îmze bikin, lê demek şûnda rewşek awarte derket holê. Dengê pefçûn û munaqaşên di nav wan û leşkeran de bala me kişand.

Qawûşa me (cîhê em lê diman) nêzîk bû, em derketin qorîdorê, ka çi dibe an çi diqewime? Hemû girtî li wir kom bûn, rêvebirîya zîndanê tirsîya, zarokên tehlîye bûne û Ali vegerandin nav me. Bûyer çi ye, çi bû,  çima alozî derketin, girtîyan ji hev dipirsîn, li bersîvan digerîyan ku, rêvebirîya girtîgehê bangî berpirsîyarê wê qawîşê kir.

Ew birader demek şûnda vegerîya hat nav me, got: “Dibêjin ev zarokên tehlîye bûne û Ali Erek dozger dixwaze, divê hûn wan bişînin.”  Berpirsîyarên partî û rêxistinên wê demê, yên li zîndanê, di nav xwe de civîyan û biryar girtin. (Di wan rojan de, bi hinceta dozger bang dike, girtî dibirin îşkencexanê û bi wan îşkence dikirin. Me baş dizanibû ev birader ji nav me derkevin wê wan bibin îşkencexanê.) Biryara rêxistinan ev bû: “Em rê nadin polis carek din, bi hevalên me îşkencan bike, ger dozger dixwaze bila bê li girtîgehê îfadê wan bigire.”  Revebirîya zîndanê bersîva girtîyan qebûl nekir û dest bi fortan kirin. Me zanîbû wê êrîş bibe, lê wê çewa bibe me nizanibû…

Demek şûnda, me di şibakan de dît ku derûdora girtîgehê ji alîyê leşker û polîsan ve tê dorpêç kirin. Di hemû qawîşan de amedebûna berxwedanê dest pê kir. Em di dinav çar dîwaran de, bê îmkan û bê derfet li dijî barbar û hovan tenê bûn. Lê bi rastî bi qasî misqalekî bi me re tirs tune bû. Weke em beşdarî pêşwazîyekî bibin di nav kelecanekî de bûn.

Neyarên me li derva pir eşkera hazirîya êrîşek hovane dikirin. Tu tecrubeyek me tune bû, cara pêşî bû ku di zîndanê de em û hêzên dagirker dihatin hemberî hev. Destê me de bîrûbawerî, ruhê şoreşgerî û kelacanîya xortanîyê hebû. Lê di destê wan de her tişt hebû û weke gurên har êrîş dikirin!

Bi mertalan, jop û daran, bi maskên gazê berê xwe dan qawîşa me, (28) hemû girtî li ber qorîdora qawîşa me kom bûn. Di nav me de, Nazîf Kalelî hevalek pir Ezîz û dilovan bû, di dema salên 1970an de dîsa hatibû girtin û xwedî tecrube bû. Wî ji me re got: Çarşef û xewlîyên şil peyde bikin, betanî û kincê şil amade bikin gava wan bombê gazê avêtin, hûn jî betanî û çarşafan bavên ser bombeyan. Xewlîyên şil bavêjin ser ser û çavên xwe bi parêzin, wê bombê gazê û yên çavan dişewitînin bavêjin ser me, haya we ji we hebe. Divê hûn hevdû biparêzin!” Bi rastî ew gotinên Kekê Nazîf ku şoreşger û centîlmenekî Ezîz, kadroyekî gihîştî û hêjayek gelê Kurd bû, weke lempeyên quncikên tarî ronî dike, cesaret û bawerîyek da me. Gelek hevalên berpirsîyar jî ji bo moral û mêrxasîyê gotinên xweş gotin. Êdî em amadebûn li dijî êrîşên gurên boz!!!

Ji hemû qawîşan hevalan xewlî û çarşefên şil anîn. Dagirkeran ji alîyekî ve bombê gazê diavêtin nav me, ji alîyekî ve jî dûman didan hundir. Ji dûmanê çavan tiştekî nedidît. Ji bilî dirûşman û qêrînan haya kesî ji kesî tunebû!..

Demek şûnda dengê bombayên gazê rawestîya. Em hemû li ber fetisandinê bûn, me nikaribû hilma xwe berdin, qirika me di şewitî. Çavên me dişewitî, hêstirên çavên me weke dilopên avê diherikî. Me hemûyan bi xewlîyên şil xwe ji dûmanê û gazê diparast.

Rêveberîya zîndanê bangî berpirsîyarên qawîşa 24an û ya 48an kirin. Piştî hevdîtinan, li ser lihevhatina bi şertê berpirsîyarê qawîşê jî, bi Ali Erek û wan xwendevanan re here cem dozger îfada xwe bidin, gengeşî û gotûbej çê bûn. Di encamê de, berpirsîyarên rêxistinan di nav xwe mijar gotubej kirin. Biryara giştî, `divê ew birader, bi mesûlê qawîşê re herin cem dozger û îfada xwe bidin!`

Piştî ew heval çûn dozgerîyê, hemû girtîyên sîyasî li hewşa girtîgehê kom bûn. Cîhê hewa digirt û servekirî, hewşa girtîgehê bû. Qet nebûya li wir me dikaribû nefesa xwe berdin; lewra ji kuxikê me nikaribû biaxifin.

Xortekî kursîyek anî danî orta hewşê û Heyrî Dûrmûş derket ser kursîyê (Heyrî mirovek bejin dirêj, çeleng, bi rabûn û rûniştina xwe kesayetekî giran bû) û bi banga hevalno! bala herkesî kişand. Heyrî Durmuş li ser êrîşan, bi kurtasî axaftinek xweş kir. Êrîşên dijmîn şermezar kir û li ser berxwedana hevpar spasîya xwe anî ziman. Di dawîyê axaftina xwe de, got: “baş bizanibin ev êrîş ji bo hûn doza serxwebûna Kurdîstan dikin, pêk tê! Bila dijmin baş bizanibe, em tu carî, dev ji mafê serxwebûn û azadîya Kurdîstanê bernadin! Heta xwîn di canê me de biherike, emê doza serxwebûnê bajon!..” Bi dirûşmên “Bijî serxwebûna Kurdîstanê!” axaftina Heyrî Durmuş bi dawî bû. Li kêleka Heyrî, mazlûm Doğan, Mustafa Karasu, Riza Altun, Şükrü Gülmüş, Maşallah Öztürk û hwd gelek kadroyên PKKê hebûn.

Li hemberê îşkence û zulmê, li hemberê projeya li xwe mikurhatinê, Hayrî Durmuş di 14 Temmûzê di sala 1982an de, bê şert û merc dest bi rojîya mirinê kir. Ji bo bîr û bawerîyên xwe, ji bo serxwebûn û dewletbûna Kurdîstanê bi mehan di himbêza mirinê de, goh neda fen û fûtên dijmînê xwe. Biryar û berxwedana Xeyrî ji bo hevalên wî bû sembolek.

Xeyrî wek wesîyeta xwe got: “li ser tirba min binivîsin û bêjin: Deyndarê Gelê xwe ye!”  Heyri Durmuş bi seknandin û têkilîyên xwe yên civakî bal dikişand ser xwe. Ew kesên ji rêxistin û partîyên Kurd, Xeyrî naskiribe, ez bawerim wê min heq bibînin. Lewra Heyri Durmuş di doza PKKê de, di mehkemê de gelek eşkera û vekirî doza serxwebûn û dewletbûna Kurdîstanê bi nav kirîye!

Gelo ew kesên ku xwe li ser şopa Xeyrî dibînin û daxwaza serxwebûn û dewletbûna Kurdîstan red dikin, dîtinên Hayrî Durmuş û hevalên wî, wê çewa biguherînin; an jî ewê wan çewa îqna bikin!?  Gelo rêyek îqnakirinê heye? Ma qey em nizanin?…..(wê dom bike)

Nerîna te