Roja Ala Kurdistanê li Holanda hat pîrozkirin

Iro li meydana bajarê Arnhem yê Hollanda, ji alî çar komeleyên Kurd bi coş, kêf û şahî hat pîrozkirin.

Girseyek Kurd ji herçar perçeyên Kurdistanê, ji bo pîrozkirina Alaya Kurdistanê li meydana Bajarê Arnhem civîyan. Piştî deqeyek rêz ji şehîdên Kurdistanê, sirûda netewî Ey Reqîp hat xwendin. Li ser navê her çar komeleyan wate û girîngîya Ala Kurdistanê û pîrozkirina wê axaftinek hat pêşkêşkirin. Piştre li ser Ala Kurdistanê helbest hatin xwendin.

Bi kêf, stran, şahî û coş dawî li pîrozbahîyê hat.

Geef een reactie

Het e-mailadres wordt niet gepubliceerd. Vereiste velden zijn gemarkeerd met *