Serekên Filistîn Çima Dijî Dewletbûna Kurd e?

Serokwezîrê Filistîn Îsmaîl Hanîye, di axaftina xwepêşandana roja Înê ku li bajarê Filistîn Xeza hat li darxistin, Pêşmergeyên Kurd wek “çete” bi nav kir.

Îro ne tenê gelê Kurd, dewletên hemû cîhanê, pêşmerge wek hêzek leşkerî ya fermî ya Kurdistana Federal dibîne. Ev hêz wek Artêşekê hatîye bi rêkxistin; erkanên wê, Sererkanê wê û wezareta wê di nava Civata Wezîrên Hukumeta Kurdistan de hey e. Ev artêş li gorî makezagonê û bi yasaya leşkerî bi rêve diçe.

Belkî Î. Hanîye li çeteyên xwe dinêre, zen dike ku leşkerên Kurdistan jî mîna çeteyên wî ne, loma wê têgeha “çete” ji bo pêşmergeyên Kurdistan jî bi karanîye!

Dewletên Yekîtîya Ewropa, Amerîka, Japonya, Kanada, Îngîltere, Awustiralya Hamas û hêza wê ya leşkerî wek terorîst, bi gotinek din çete dibîne, lê îro van dewletna; ji bo ku pêşmerge li hember terorîst û çeteyan şer dike, gelê Kurd, Ereb, Asûr/Ermen û Turkmen ji terorîstan diparêze, him alîkarîya pêşmerge dike û him jî wan wek qahremanên hemû cîhanê dibînin.

Ne tenê Hanîye, berî bi demekê Serokkomarê Filistîn Mahmud Abbas jî got: “Ger Amerîka êrîşî Sûrîye bike, wê bibe egera ketina rejima Esed û felaketa ku dewleta Kurd avabibe!”

Gelo çi zerara Kurdan yan ya pêşmergeyên Kurd li Hanîye, Abbas û doza Filistîn hatîye?

Ev neyartîya Hanîye û berpirsîyarên Filistîn li hember gelê Kurd û doza Kurd ji ku tê û ji bo çi ye?

Sûrîye, Lubnan, Urdun û Misir wan qetil kirîye, Iraq, Îran, Turkîye û hemû dewletên musluman ji bo sîyasetên xwe yên qirêj wan û doza wan bi karanîne û pirrê vana bi gelek warî hevaltîya Îsraîl, Amerîka û Ewropa kirine û dikin; çima hebûna van dewletên ne meşrû ne felaket e, çima dewleta Kurd wê bibe felaket!?

Dewletên mêtinkar ji bo ku gelê xwe pixapîne û serwerîya xwe bimeşîne, doza Filistîn wek pergalekî sîyaset û propaganda bi karanîye, bi rêxistinên xwe yên çep û rast jî wek stratejîk armancekê daye qebûlkirin. Bi vêya ne tenê neyartîya “Sîyonîzm”ê, lê neyartîya hemû Yahûdîyan kirîye serê mirovên xwe.

Ji bo ku kurd ne xwedîyê dewleta xwe û sazîyên xwe yên netewî ne, timî di bin bandora dîn, dewlet û rêxistinên neteweyên serdest tevgerîyane.

Kurd bi salan, di bin bandora sîyaseta mêtinkaran û rêxistinên wan yên çep û rast de, neyartîya Îsraîl û Cuhûyan kir.

Bi sedan Kurd ji bo doza Filistîn çûn canê xwe dan. Di salên 1970an de, her belavoka partî û rêxistina Kurd bi parastin doza Filistîn û şerê rizgarîya gelê Filistîn dest pê dikir!

Lê kes ne difikirî ku dewleta Îsraîl, di Asya û Rojhilata Navîn de dîsa dewleta herî demokratîk e. Îro Filistîn dewlet e û Hukumetek wek Hamas hîna di bernameya xwe de, dewleta Îsraîl meşrû nabîne û dibê; “ezê wê ji holê rakim!” Lê mêtinkarên Kurdistan û hemû dewlet û sazîyên musluman, ji gelê Kurd re heta bi otonomîyek çandî jî zêde dibînin!

Sebeba ku serekên Filistîn neyarê doz û mafê gelê Kurd e, yek jê nîjadperestîya wan e, yanî mêtinkarîya dewletên Ereb li ser Kurd û Kurdistan meşrû dibînin û berdewamîya wê diparêzin; ya din jî wek hêz, xwe hevkarê van dewletên mêtinkar dibîne.

Tevlî hemû şaşîyên Kurdan, îro serekên herî bilind yên dewleta Îsraîl, vekirî mafê dewletbûna gelê Kurd diparêzin. Em wek Kurd, divê em vê helwesta wan silav bikin û destê dostanîyê dirêjî dewleta Îsraîl bikin!

Her Kurdê ku ji bo Filistîn dewleta Îsraîl wek neyarê xwe bibîne, ji xwe, hîn di xewa tevizandina mêtinkaran de ye!

Kî dewletbûn û azadîya gelê Kurd biparêze, ew dostê gelê Kurd e; kî li dijî serxwebûna Kurd be, ew neyarê gelê Kurd e!

Geef een reactie

Het e-mailadres wordt niet gepubliceerd. Vereiste velden zijn gemarkeerd met *