Bi hilkefta sala nû ya Zayînî, Rêzdar Mistefa Hicrî peyameke pîrozbahiyê belav kir

“Mistefa Hicrî” Berpirsê Navenda Birêveberiya Giştî ya Hizba Demokrat a Kurdistana Îranê, bi belavkirina peyamekê pîrozbahiya sala nû ya Zayînî û ji dayîkbûna ‌‌Hz. “Mesîh”, li bavermendên ola Kirîstiyan kir.

Deqa peyamê wiha ye:

Bi hilkefta nûbûna sala Zayînî û jidayêkbûna Hz. “Mesîh”, pirozbahî li hemû bavermendên wî Olî li seranserê cîhanê dikin.

Em hivîdar in ku sala nû ya Zayînî de aştitî û aramî li navbera peyrevên olên cuda geşê bike. Bi taybet hivî dikin ku peyrevên Ola Kirîstiyan li Îranê bi sedema serberedayîya rejîma daxistî û paremayî ya Îslamiya Îranê de li jêr sitem û cudatîdanîn û bêparkirinê de ne, saleke baştir li warê azadiya Olî de hebin.

 

Mistefa Hicrî

Berpirsê Navenda Birêveberiya Giştî ya Hizba Demokrat a Kurdistana Îranê

2023-12-30 a Zayînî

Geef een reactie

Het e-mailadres wordt niet gepubliceerd. Vereiste velden zijn gemarkeerd met *