Doktor Jîjo 2 derket

Pirtûka  Sîya Sîtavê ya bi navê “Doktor Jîjo 2” ji Wêşanxaneya Nayê derket.

Çûna doktor hem ji bo zarokan hem jî ji bo malbatên wan meseleyeke dijwar e çimkî çûyîna doktor ji bo zarokan wekî travmayekê ye.

Doktor Jîjo dixwaze vê travmayê mînîmalîze bike û di binhişê zarokê de çûyîna ser doktor normalîze bike.

Zarokê ji fikra “kesê ku mirov dêşîne” dûr bixe û fikra “kesê ku mirov ji êşê xelas dike” pê bide hîskirin.

Bi vê armancê Doktor Jîjo bi şêwirmendiya şêwirmendê psîkolojiyê hatiye amadekirin. Hûnana metnê di çarçoveya pîvanên pedogojiyê de hatiye kirin.

Çûna doktor bi sê merheleyan hatiye vegotin

Di Doktor Jîjo 2 de çûna doktor bi sê merheleyan hatiye vegotin û her merheleyek bi armanceke xwe heye.

Di merheleya yekem de zarok, doktor, hemşîre, miayenexane û amûrên muayeneyê yên sereke nas dike.

Di merheleya duyem de zarok gaveka çûyîna doktor a komplekstir nas dike.

Zarok rastî fîlmgirtin û xwîngirtinê tê û bi tirsa xwe ya li hemberî girtina fîlma û xwîngirtinê ra rû bi rû dimîne.

Merheleya sêyem merheleya herî dijwar e ku îhtîmal e zarok pê re rû bi rû bimîne. Di vê merhelê de zarok emeliyatê dibihîze û emeliyatê nas dike.

Ev her sê merhele gav bi gav di 3 rêzepirtûkan de tên zimên. Ji ber ku di rêzepirtûkê de hiyarerşiyek heye, xwendina wê jî bi rêzê bibe wê ji bo zarokan sûdewartir bibe.

Her du pirtûkên ewil ên vê rezepirtûkê li Weşanên Nayê hatine çapkirin û hem li fuarên pirtûkan hem jî li pirtûkfiroşan rastî eleqeyeke mezin jî tê.

Pirtûka sêyem tê amadekirin

Pirtûka sêyem jî vê gavê ji bo çapê tê amadekirin.

Herçiqasî armanca Doktor Jîjo şikandina pêşdarazî û tirsa zarokan a li hemberî doktoran be jî hem nirxên edebî hem jî yên perwerde û pedagojiyê nehatiye piştguhkirin.

Di vê çarçovê de zimanekî sade hatiye bikaranîn, xewn û xeyalên zarokê, tirs û kêfa zarokê, dinyaya zarokê carinan bi absurdiyan carinan jî bi nakokiyan bi afirîneriyeka xurt daye der. 

Nivîskar di pêvajoya afirandina Doktor Jîjo de ji dinyaya keça xwe gelekî sûd girtiye û çîrok li ser zarokên  derûdora 4-6 salî jî ceribandiye û li gorî bertekên wan çîrok vehûnandiye.

Mirov dikare bêje çîrok ji dinyaya zarokan hatiye lewma jî bala zarokan dikişîne û li ser zarokan bandoreke baş dike.

Rûdaw

Geef een reactie

Het e-mailadres wordt niet gepubliceerd. Vereiste velden zijn gemarkeerd met *