Divê her kurdek her salê serokê civakî û milî Seîd Elçî bibîrbîne…


Îbrahîm GUÇLU

(ibrahimguclu21@gmail.com)

Seîd Elçî û hevalên wî berîya 49 salan di 31.05.1971an de ji aliyê Dr. Şivan û hevalên wî de hatin qetil kirin û şehîd bûn.

Seîd Elçî, dozgerê doza Kurd û Kurdistanê bû.

Ew serokekî civakî û neteweyî bû.

Ew lehengê Doza 49an (1959) û Doza 23’an (1963) bû. Ew li hemberî dadgehên dewleta kolonyalîst bê tirs bû. Wek serokekî tevdigerîya.

Ew şopgerê Serokê Efsanewî Mele Mistefa Barzanî bû. Ew şopgerê Kurdistana serbixwe bû. Loma jî her demê piştgirê Tevgera Rizgarîxwaz ya Başûrê Kurdistanê bû.

Wî, li Bakûrê Kurdistanê, di sala 1965an de di dema tarî û tirsê de ku kesî nedikarî ji kurdbûnê qal bike û kurdî qise bike,  rûpeleke dîrokî vekir. Wî, bi 4 hevalên xwe ve Partîya Demokrat a Kurdistana Tirkiyeyê (PDKTê) ava kir.

Dema di sala 1968an de di Doza PDKTê de hat darizandin jî, wek serokekî û lehengekî neteweyî li ber xwe da. Doza neteweya kurd û Kurdistanê bi egîdî parast. Wê demê Dr. Şivan gotibû ku “em bi te serbilind in”.

Ew welatparêz û netewehez bû. Ew ji bona ku mirovê dozê bû, ji bona wî hiyerarşîya partîyê ne girîng bû. Xebat û têkoşîn ji bona wî girîng bû. Loma jî dema ku Parêzer Faîq Bûcak biryar da ku bibe endamê PDKTê, wî ciyê xwe da Faîq Bûcak û ew bû serokê giştî yê PDKTê.

Wî di hemandem de dema ku dît ku Dr. Şivan dê “hîn zêdetir fêde bigihîne Doza Kurd û Kurdistanê” xwest ku ciyê xwe bide wî. Hezar mixabin Dr. Şivan jî, ji wî re xiyanetî kir.

Mirovê Doza Kurdistanê şehîd Seîd Elçî, demekê dibe endamê Partîya Demokrat ya Tirkan. Li Çewlikê jî dibe berpirsiyarê partîyê. Lê dema ku carekê di civînekê de Celal Bayar Seîd Elçî guhdar dike, biryara xwe dide ku ev kesa Kurdparêz e û li hemberî Tirkan jî kîndar e.

Loma jî piştî demekê pêwendiyên wî û Partîya Demokrat diqete û ew ji endamtîya Partîya Demokrat derdikeve.

 Ji alîyê Partîya Demokrat de jî ew bi îdîaya ku Kurdistanê ava bike, di sala 1959an de bi 50 hevalên xwe ve tê girtin û tê hepis kirin. Bi xala îdamê ya Qanûna Sizayê tê darizandin.

Seîd Elçî, piştî wan salan tu wext nafikire ku di nav partîyên Tirkan de kar bike. Her dem di aqlê wî de avakirina partîya Kurdistanî heye. Ew armanca xwe di sala 1965an de pêk tîne. Encama xebateke dûr dirêj di nav kesên xwendevan yên Bakûrê Kurdistanê de zêde kesî nabîne, bi 4 hevalên xwe ve PDKTê ava dike.

Her dem him ji aliyê malbatî de, him ji aliyê eşîretî de, him jî ji aliyê siyasî derfeta wî hebû ye ku bibe mebûs, lê ji bona ku aşiqê doza Kurdistanê ye; tu wext nafikire ku ew bibe mebûs.

Ew amadekarê Xwepêşandanên Kurdistanê (1967-69-Doğu Mitingleri) bû û axevtevanê bi navûdeng yên wan xwepêşandanan bû.

Wek min jî nivîsandîye nêrînên Celal Bayar yên di derbarê wî de gelek balkêş in. Ew jî dibêje ku ew “kesekî kîndar e.” Ew li hemberî dewleta kolonyalîst ji bona qetlîamên wê “kîndar” bû. Ew kesekî mirovhez bû.

Lê ew ji aliyê ew kesên pê re qedera xwe kiribû yek û dê bi hev re di rêya neteweyî de bimeşîyana, ew kesên wî dost û hevalên xwe dizanî, ew bi hevalên xwe ve hatin qetil kirin û şehîd bûn.

Dr. Şivan û hevalên wî, Seîd Elçî û hevalên wî encama îxtîras û xirsên xwe yên siyasî kûştin û qetil kirin.

Lê hezar mixabin piştî şehîdbûna Seîd Elçî kurdan, ji bona ku xirabîya Dr. Şivan dernekeve  holê bibîrneanîn.

Berîya 4 salan di derbarê Seîd Elçî û hevalên wî de piştî şehîdbûna wan 45 salan civîneke bîranînê ji aliyê PDK-Bakur de hat li darxistin. Gor bawerîya min ew civîna girîng bû. Ez jî di wê civînê de axevtevan bûm.

Min di axevtina xwe de vekirî Dr. Şivan û hevalên wî çawa Serokê neteweyî û civakî Seîd Elçî û hevalên wî kûştine, min qal kir. Ji belgeyê, mijar bi devkî pêşkêş kir.

Şivanparêz dixwazin ku rastiyê veşêrin. Divê em îzin nedin wan û nekvin feqa wan.

Doza Seîd Elçî û Hevalên wî, dozeke milî ye. Divê her kurdek ji vê dozê re xwedî derkeve.

Divê her kurdek her sal serokê civakî û neteweyî Seîd Elçî wek serokên neteweyî yên din, Serok Şêx Seîd Efendiyê Pîranî,  Xalid Beg, Mele Mistefa Barzanî, Qazî Mihemed, Seyîd Riza, Îhsan Nûrî Paşa, Şêx Mehmûd Berzencî, serokên din yên netweyî bi bîr bîne. Doza wî ya neteweyî biparêze. 

Beşek kurd dixwazin ku ji bona xirabîya Dr. Şivan bê veşartin, Seîd Elçî dixwazin bidin bîra kirin. Divê em kurd îzin nedin vê xirabîyê.

Serokê neteweyî û civakî  Seîd Elçî dema PDKTê avakır, gelek kes û Dr.. Şivan di himbêza Kemalîstan de bûn.

Beşek kurd, ji bona ku xirabiya Dr.Şivan veşerînin, Serok Mele Mistefa Barzanî, rêvebirîya otonomiyê dixwazin sûcdar bikin. Ev lîstikeke gelek xerab e. Ev siyaseta dê xizmetî siyaseta dewletên dagîrker bike ku dixwazin malbata Barzanîyan û Dewleta Federe ya Kurdistanê tasfîye bikin. Divê kurd îzin nedin vê yekê.

Lobiya parazvan a Dr. Şivan, dixwazin ku otonomî û dewleta federal ya Kurdistanê bikin qûrbanê xirabiya Dr.Şıvan. Ew helwesta bi serê xwe xirabîyeke mezin e. Divê kurd îzin nedin vê siyasetê jî.

Dema ku xirabiya Dr. Şivan bê veşartin, nêrînên wî yên di derbarê serokê neteweyî Seîd Elçî de rast derdikevin. Ew dibêje ku “Seîd Elçî û hevalên wî mirovê dewletê bûn. Me, ew, loma gor rêbaz-hiqûqa xwe siza kir û kûşt. Divê em kurd îzin nedin vê yekê.

Dîsa Dr. Şivanparêz dibêjın, heqê we nîne ku hûn ji Seîd Elçî re xwedî derkevın. Divê bê zanîn ku heqê her kurdekî heye  ku serokê civakî û neteweyî Seîd Elçî biparêz e. Lewra ew serokê kurdan û  Kurdistanê ye. Ew hêjayiya milî ya Kurdistanê ye.

Diyarnbekîr, 05. 06. 2020

Geef een reactie

Het e-mailadres wordt niet gepubliceerd. Vereiste velden zijn gemarkeerd met *