Malkambaxîya Şewba Korona

Cano AMEDÎ

Li seranserê welatê min, her roj mirina ziman, çand û dîroka neteweya min ne bes bû, şewba malkambax wek ewrekî reş û tarî, tevlî ba û bahozên bi êş û jana mirinê xwe bera ser gelê mindaye û her diçe derbê stûnek netewî ji me distîne!

Piştî pêvajoya şewba covid-19 xuya bû ku wê tu tişt weke berê nebe. Ev wayrosa malkambax her roj weke gurê har êrîşên dijwartir pêktîne!

Ev nexweşîya malkambax, malbata mirovahîyê dîl girtîye. Roj tune ye ku bi wendakirina  nasekî, heval û dostekî em perîşan nebin! Xizim, nas, dost û hevalên jîr û hêja yek bi yek koç dikin. Her diçe êş û xemgînîyên me zêde dibin.

Di navbera salekî de bi hezaran mirov ji ber sedemên nexweşîya Corona`yê jîyana xwe ji dest da. Paşmayên qirnekî bê deng, bê xatir xwestinekî ji nişke ve bi yekcarî bardike, me di nav xemgînîyeke tahl de dihêlin. Tecrûbe û zanyarîyên xwe, şahidî û çavdêrîyên xwe bi xwe re dibin.

Kadro û aktorên salên navbera 1960 û 1975 an yek bi yek beşdarî nav refê xwe dikin. Tevî başî û xirabîyên xwe, tevî ked û xebatên xwe, tevî xêr û gunehên xwe, tevî sir û taybetmendiyên xwe, xwedî nasnameyekî rengîn û giranbuha bûn. Çîrok û jîyana her yekî bi serê xwe rûpeleke dîrokê ye.

Di salên navbera 1960 û 1975`an tu alavên ragihandinê tunebû. Rêxistinbûnî, di odeyên gundan de, di qozîyên tarî de, li ber ronahîya çira û lempên gazê de, bi helbest û bangên  Seydayê Cigerxwîn, Melayê Cizîrî, Feqîyê Teyran û Ahmedê Xanî coş û geş dibûn.

Nûçeyek radyoya şoreşê, radyoya Erîvanê beşa kurdî, Radyoya Bexdayê beşa kurdî lê bi taybetî Radyoya Dengê Kurdistanê, li ser erdnîgariya Kurdistanê kelecanîyek mezin çêdikir. Siwarên li ser pişta Hespan, “sînor” binpê dikirin, çavkaniyên hawadîs û nûçeyên çar parçeyên Kurdistan bûn. Mele, Seyda, Cotyar, karmend, rewşenbîr û zanayên dema xwe bûn. Hevalên rojên reş, hevalên dema xabata bi sir û bawerîyên giran bûn.

Di salên 1975 an şûnde, nifşê piştre tevî gîzlawêt û konderan bi kelecanîyek germ, ref bi ref beşdarî nav karwanê şoreşê dibûn. Xwîngermîya xortanîyê dîwarên tirsê hildiweşandin. Herkes di xebat û çalakîyek bêwestan li derîyekî rizgarîyê digerîya.

Pişt re, tv û radyo, compîtur û internet, dîwar û sînorên navbera nifşan hilweşand. Gihîştina zanyarî û rûpelên dîrokê hêsantir kir. Rêzgirtina ked û xebatên bi fedakarî, cîhê xwe spart quretî û pozbilindîyê. Şerê navbera nifşan cardin li ser tora ragihandinê, li ser medyaya civakî germ bû û şûr li hev hat kişandin. Enerjî û qeweta xwe, ji şûna dijmin, li dijî hev bi karanîn, weke lîstokek sîyasî hat dîtin.

Ala têkoşîn û berxwedana rizgarîya gelê Kurdistanê, divê weke pêşbirka Alê dest biguherîne. Divê ev al tu carî danekeve xwarê. Divê ev al, her dem ji destên nifşan derbasî nifşan bibe. Divê hêvî û daxwazên me, girêdayî berdewamîya têkoşîna gelê Kurdistanê be!

Tu heneka malkambaxa Corona`yê tune ye, kê bi dest bixe bernade. Pêşîyên me gotine: “Li hemberî sar û sermayê mêrxasî çênabe!” Ev pêxasê Covidê jî da îspatkirin ku li dijî wê mêrxasî û berxwedan zor e. Tenê zanebûn û xweparastin mêrxasîye. Xweparastin, parastina civat û malbatê ye. Xweparastin, parastina dost, heval û hogiran e.

Ez cardin bi rêz û hurmet ew heval û hogirên di vê pêvajoya malkambax de me wunda kir, bi rêz û rûmet bi bîr tînim!

Piştî çûyîna Hemîd Kılıçaslan niha jji wefata Mele Îmaddedin (Seydayê Gurdilî) êş û xemgînîya me zêdetir kir. Ji malbatê re, heval û hogirên wan re sersaxî dixwazim. Cîhê wan ronî û bihûşt be!

Bir cevap yazın

E-posta hesabınız yayımlanmayacak. Gerekli alanlar * ile işaretlenmişlerdir