LEPÊN TARÎ

Mehmet Ozalp (Bîranîn)

Weşanên DOZê, Çapa yekem Gulan 2021.

Birêz Mehmet Ozalp, di hilbijartin a 26ê Adara 1989an de bi ser dikeve û dibê serokê şahredarîya Tetwanê. Li gor gotina wî (“berîya ku wexta min (wî) biqede, bi mecbûrî, di sala 1994an de min (wî) Tetwan terk kir…”) serokatîya Şahredarîya Tetwanê meşandîye. Ji sê salan zêdetir ev kar kirîye.

Wek ku navê xebata qurteçîroka xwe a dema şehredarîya xwe jî bi nav kirîye; ev dem perçak ji jîyana tarî a Bakûrê Kurdistanê ye. Bi vê bawerîyê jî nivîskar birêz Mehmet Ozalp navê vê demê li pirtûka xwe kirîye. Lepên Tarî.

Lepên Tarî; tenê çîroka herêmek ji Bakûrê Kurdistanê a wan salên tarî ye. Lê her gundik, gund, navçe û bajarên Kurdistanê, yek bi yek xwedî çîrokên taybet yê vê demê ne. Birêz Mehmet Ozalp, bi berpirsîyarîyek dîrokî, beşek ji kurteçîroka vê demê, bûyerên li kendal, gelî, navçe, çîya, gund û zozanên Kurdistanê, ku bi van lepên tarî qewimîne, tomar kirîye.

Di van salên ku miletê Kurd, li seranserê Bakûrê Kurdistanê, di navbera dewleta tirk û PKK de êsîr mabû, raserî zilmek mezin hatîye. Di vê demê de, ji hêlekê de dewletê, ji hêla din de PKKê, çeqoberî miletê Kurd daye ber xwe. Bi gotina nivîskar:

Kesên ku ne ji PKKê bûn, gorî PKKê ‘merivên dewletê’ bûn. Dewletê jî digot; ‘kesên ku ne ji me bin, terorîst in û endamên PKKê ne’. Dizanim pir kesên, xwe di navbera vê cenderê de dihesibandin. Lê bêdeng bûn.” (r.221)d

Li Bakûrê Kurdistanê, di navbera 1990 û 2000an de bi dehhezaran mirov hatine kujtin, wenda kirin. Nêzî 4500 gundik û gund hatine şewitandin û vala kirin. Bi destê van herdû hêzan tofanek mezin li serê miletê Kurd rabûye. Hemû dînamîkên Kurdistanê telef bûne. Nêzî 10 milîyon Kurd welatê xwe terikandîye û li metropolên tirkan raserî xîzanî, asîmîlasyon û malxerabîyek mezin bûye. Qîz û bûkên me sêwî, bêkes li kuçeyan rû bi rûyî tundû tûjîyan hatine. Cendekên ciwanên me deh deh, bist bîs bê xwedî, bi rojan li ber zinar û berqefan mane. Rewşa Bakûrê Kurdistanê, kilîda malxerabîya îroyî di wan salan de ye.

Ji hêlekê de dewlet a Tirkan, ji hêla din de PKK, kurdan dide ber xwe. Lêpirsîn, revandin, girtin, kujtin, wenda kirin bûne bûyerên rojane li wan salan. Metirsîyek mezin dikeve pêsîra miletê Kurd. Civat bi destê van herdû hêzan, bi meteqûlkan, bi bedêldan û qahremanîyek sexte, bi çîrokan terorîze dibe û têt dîzayn kirin. Bi gotina nivîskar ku hevdîtinek bi berpirsên PKK re tîne ziman:

“dewlet têra xwe zordestî li me dike. Qet nebe hûn me rehet bihêlin.” (r.212)

Tîne ziman ku ev dîtin bêmane ye! Ji ber ku; “Lê wisa xuya dikir, tu înteresa wan ji tiştên ku min digot re tunebû. Min fahm kir ku ez vala xeber didim.” (213)

Ev zilma giran, bi stratejîya dewletê ya şerê taybet hatîye meşandin. Ji hêlekê de civat têt dîzayn kirin, ji hêla din de jî li ser welatparêz û kurdperweran, xwedî şexsîyetan jî metodên derûnî tên meşandin. Nivîskarê me, vê derûnîya nav kurdperwer û niştimanhezan bi van xetan şîrove dike:

tirsa herî mezin, ya ser kujtinê re jî xwarina mohra ‘îhanetê’ bû. PKK bi rehetî dikarî kesekî, bi îxanetê tohmetbar bike. Wî wextî, warê sîyasî de, qîymeta kirin û bawerîyên meriv tunebû. Gorî min, kuştin ji xwarina mohra îxanetê çêtir e. Miletên ku bi îxanetê bê sûcdarkirin xwe, ji laşê meriv de tevizîyan tîne xwarê. Piştî wê xebera ku milîs anîbû, ez neçim hevdîtinê, ew bi serê xwe problemek bû ku wê serêşeke din derxistaya pêşîya min. Divê ez destûr nedim ku rewş bigîhîje wê qonaxê.”(r.216)

Pirtûk têra xwe tije, dewlemend û bi zimanekî zelal di pirtûkê de; ev bûyer, hemahengî ya di navbera armancên hêza dewletê û PKK de, wahşeta ku li herêmê meşandine, yek bi yek hatine qeyd kirin û nivîskar bi berpirsîyarîyek dîrokî kirîye malê dîrokê. Nivîskar, bê teref, bi berpirsîyarîyek mezin ev zilm û zordarîya ku wan salan li ser miletê me, bi stratejîyek taybet hatîye meşandin tomar kirîye.

Ji kujtina kurê Dr. Rodî Demirkapî û birîndarîya Dr. Rodî bigire; heta revandin û kujtina sê kesên ji Tetwanê, heta kujtina 13 gundîyên Karûkan, revandin û kujtina kurê Îshaq, Firat Tepe                                                         û kujtina Parêzer Şewket Epozdemir û heta cesedên bi şevan li kêleka rêyan dirêjkirî û bêxwedî, heta bi sedan bûyeran hatine qeyd kirin.

Birêz Mehmet Ozalp, di pirtûkê de, bi berpirsîyarîyek dîrokî, bêtef, sade şahidîya dîroka herêma Tetwanê ya demek kurt dike.

PKK, li herêmê bi gotina nivîskar, “nivişt li ser niviştê ji esnaf, bezirgan, kesayetîyên berbiçav” re dişîne, pereyên ji quweta wan zêtir ji wan dixwaze û yên ku nedin jî tehdît dike. Ev metod li henber birêz M. Ozalp jî têt bikaranîn. Di rewşek wisa de birêz M. Ozalp dibêje;

“Mirovên min, hevalên min her yekî wextên ku ji hevûdû cûda da çûbûn bal PKKê, qala rewşa me ji wan ra kiribûn, lê mixabin tu tişt nehatibû guhertin. Her carê em dizîvirîn û dihatin li serê pêşî û rewş ji cara berê jî xirabtir dibû. Daxwazên wan, tu carî xilas ne dibûn û ji cara berê jî zêdetir dibûn.” (r.2017)

Birêz M. Ozalp dîyar dike ku; tirsa PKK û tirsa dewletê li ser wan bi hev re hebû û ev tirs, roj bi roj bandora xwe zêde dikir!

“Bûyerên di herêmê de diqewimîn, roj bi roj zêdetir dibûn û herdû alî jî bê kontrol dixuyan. Bajar piştî nîvro saet sisê û nîv (3.30),çaran (4.00) de vala dibû. Ji tirsan kesek li derve nedima. Herkes diçûn malên xwe, derî û pencerên xwe digirtin. Paşê dengên sîleha li ser bajêr bilind dibûn…”(r.233)

Salên ku birêz M. Ozalp di “Lepên Tarî” de bahs dike. Salên ku di nav gundik û gundên Kurdistanê de dê weledên xwe avêti bûn:

“Xelkê mal û milkên xwe li cî dihiştin û diketin ser rêyan û gorî îmkanên xwe, dûr an jî nêzîk, li bajarên dîtir belav dibûn. Piranîya xortên wan jî diçûn û digihiştin PKKê. Piştî valakirina gundan, hejmara PKKyîyan di herêmê de pir zêde bibûn. Piranîya wan bêçare, xeşîm û bêtecrûbe bûn.” (r.233)

Ev hemû dînamîkên Kurdistanê bûn û di vî şerê taybet û biqirêj de telef bûn.

Pirtûk bi raya min, mînakek serkevtî ya nivîsandina bîranînan bi xwe ye. Belgeyek hêja ye. Sipas dikim ji birêz M. Ozalp re ku ev berhem dîyarî dîroka Kurdistanê kir.

13.02.2022

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *