BINGEHA ŞIDETA NAV MALÊ YA DÎROKÎ

Em dikarin wek tadeyîya nav malê jî bi nav bikin. Gava ku em bi zanîyarî vê pirsgirêkê vejenînin, divê em dakevin bingeh û jêdera şidetê: em dinêrin ku şidet, di nava rawiran de jî wek daxwaz an lebatek êrîşkarî hey e. Di nava rawiran de ev, piranî bi armanca têkelîyên cinsî û xwarinê xwe rê dide. Bi giranî jî yên xwirt êrîşî yên qels dikin. Ji bo hemû jîndaran du armancên bingehîn yê jiyanewî hene; ya pêşî, jîyana xwe berdewamkirin, yanî bidestxistina xwarin û vexwarinê, ya din jî, berdewamkirina dola xwe, yanî pêwendîya cinsî, zayin û xwedîkirina kerî ye. Lê di nava mirovan de şîdet û êrîşkarî berferehtir, sîstematîk, bi rêk û pêk bicîh bûye û hatiye meşandin. Bi armancên xwarinê û bi bawerîyên mîstîkî, heta demekê hinek qebîleyên li parzemîna Afrîqa bi navê Yamyam’tîyê mirov dikuştin û wan dixwarin. Lê şideta nav mirovan ya herî dijwar, bi şerê nav civatan, serwerîya çînan û bi mulkîyeta kesayetî re jî di nav malê de xwe rêdide.

Li gorî lêkolînên dîrokî û atropolojîk, ji bo wargehên seydê, pêşî di nav kebîle û eşîretan de şer û kuştin dest pê dike. Piştre qebîleyên bi egerekê birçî dimînin ku xwe davêjin nava civatekê ku wek kole tên pejirandin, li ser wan zordarî û tadeyî tê kirin. Hinek qebîle jî, ji ber egerên birçîbûnê êrîşî civatên din dikin û dest datînin ser xwarina wan; endamên civata têkçûyî ya dikujin, yan jî  wan dîl digirin û dikin kole. Di nava van tevgerên civakî yên dîrokî de, mulkîyeta kesayetî, mulkiyeta mêr dertê pêş û zagonên li gorî vê mulkîyetê dertên holê. Ji bo parastina mulkîyetê an parastina ji hêzek din, ordî û dewlet saz dibin. Kî serwerê aborîyê be, ew xwedîyê dewlet û hemû sazîyên wê ne jî. Hemû zagon li gor fêda wî û mulkîyeta wî çêdibin. Her olek li gora menfîetên mulkîyeta kesayetî ji nû de tê serastkirin û dibe ola dewletê ya fermî. Mafê jinê û zarokan binpê dibe û dibin perçakî mulkîyeta mêr.

Di seranserê dîroka mirovahîyê de, hêzên mêtinkar li civata mêtingeh, efendî li koleyan, axa li gundiyan, maldar li karkeran mêr li jin û zarokan, mêrên xwirt li yên qels, dê li zarokan, xweh û birayên mezin li yên biçûk bi awakî tadeyî kiriye. Hemû dînên ku bi çînan ve girêdayî û di serdema navîn de derketîne holê, em dinerîn ku wek îdeolojîya wan çînan derdikeve holê û berjewendîyên wan diparêzin, zor û şideta wan rewa rê dide.

DI NAV MALA KURD DE ŞIDET

Li Kurdistanê hem ji dervî malê û hem jî di nav malê de bi berferehî şidet hey e. Şidet, demek pir dirêj e ku ji alî dewletên serdest wek pergalekî terbîyekirin an perwerdekirinê bi kar hatiye. Zarokên Kurd li dibistanan û xortên Kurd li leşkerîyê bi gelemperî ji alî dewletên mêtinkar ve di bin tadeyî, gef û lêdanê de dijîn. Di civata Kurd de çi pirsgirêk çê bibe, bi piranî bi hêza xwe ya şidetê dixwazin safî bikin. Lewra bi qanûn û otorîta mêtinkaran bawerîya wan nîn e. Ji bo çareserîya pirsgirêkên xwe, gava ku serî li meqamên dewleta mêtikar didin jî, tên binçavkirin û li wan tif, heqaret û lêdan tên kirin; ji wan rişwetek giran tê xwestin.

Di civatê de axa, beg, şêx û maldar tadeyîyê li mirovên xizan û reben dikin. Birayê xurt, dikare tadê li yê qels bike. Bav yan mêr jî dikare tadeyî li temamê mala xwe bike. Hem otorîta mêtinkar, hem ya dînî û hem jî otorîteyên civatê ya feodalî vî mafî dide bav(mêr). Jin û zarok divê bi her awayî di bin fermana bav(mêr) tevbigerin. Di nav malê de mafê mêr heye ku şaşîyan bike, lê mafê jin û zarokan nîne ku şaşiyan bike, ew dikarin ji bo şaşiyên xwe bên cezakirin. Kengî ji dervî ferman û daxwaza sermîyanê malê derkevin, di hinek rewşan de lêdanê û di hinek rewşan de jî kuştinê heq dikin. Li kurdistanê, keçek an jinek bi mêrekî re bireve an rakeve li gorî lênerîna civakê kuştinê heq dike. Bav kê bixwaze, divê keç bi wî re bizewice. Hinek bav, keçên xwe, beramberî peran difroşin mirovên 60-70 salî; gava ew jina ciwan ji cem wî kalî bireve û bera du yekî de jî, tê pejirandin ku hem namûsa mêr û hem jî ya bavê binpê dike; wê gavê ew jin û kesê wê revandîye “kuştinê heq dike”.  Li gorî mafê olî û yên feodalîyê, mêr dikare du an çar jinan jî bîne: ev jî gelek caran egerê pevçûn û şideta nav malê ye. Kengî mêr bixwaze dikare bi jinê re rakeve, lê ew mafê jinê nîn e. Mêr ji tiştekî hêrs bibe dikare ji jin an zarokan re bixeyide û xeberan bide, lê mafê jinê nîne bersîvê bidê.

EGERÊ ŞIDETA NAV MALÊ YA LI EWROPA

Malbatên di hundir vê rewşê de tên Ewropa, çand, bawerî û normên xwe yên civatî jî bi xwe re tînin. Lê li Ewropa jîyana civatî, aborî, çandî û perwerdeyî bi gelekî cudatir e ji ya welatên rojhelat, yên ku hîna çanda feodalî û olî lê serwer e. Li van welatan di warê aborî, sîyaset, huqûq û çandê de demokrasîya kapîtalîst ya lîberal serwer bûye. Di van waran de, çand û huqûqê feodalî û dînî hema hema bi temamî bandûra xwe wenda kirîye. Li gorî zagonan û bi awakî “relatîf” mafê jin, zarok û kal û pîran wek yê mêran û maladaran tê parastin û di bin stara qanûn û dewletê de ye. Mafê kê bêt xwarin an tade lê bêt, ew dikane serî li meqamên dewletê bide û mafê xwe biparêze. Li vir firseta jinekê jî hey e ku bibe xwedîyê malekê an karekî. Li vir her zarok, çi keç çi kur, pêwîst e ku biçe dibistana bingehîn û firseta her zarokî hey e ku bibe xwedîyê meslekekî. Kes û malên biyanî ku li vir mafê rûniştinê distînin, di bin xwedîyê mafê civaka xwecîh jî. Loma jin û zarok êdî ne di bin mulkîyeta mêr de ne. Lê mêr bi piranî, di otorîte û mafê ku civaka ku jê hatîye dayîyê de israr dike. Ev jî dibe egerê pirsgirêk, şidet û nakokîyên nav malê.

Bi gelemperî jin û keç nikarin li gor daxwaza xwe karekî bikin, li gor kêfa xwe cila li xwekin an bigerin. Keç, ji dibistana bingehîn zêdetir, encax li gor daxwaza bav û dê dikare bixwîne an nexwîne. Mafê keçan, û li gor hinek malbat yên kuran jî, nîne ku wek ciwanekî Ewropî hevaltîya hemcinsê xwe bikin, hela ew ji dînekî din be, ev qebhetek mestir e.

Yên ji dervî van binyatan derkevin, dikarin beramberî tadeyî an şidetê werin. Pi gelemperî li Ewropa jî aborîya malê di destê mêr de ye. Piranî mêr dest datîne ser mehanîyên jin û zarokên xwe û bi kêfa xwe xerc dike. Hinek mêr(bav), perê jin û zarokên xwe li qumar, alkol an li cihê kêfê xerc dike û wan birçî û bêmesref dihêle: gava jin û zarok doza peran dikin jî, xeberan ji wan re dide û li wan dixe. Hinek ji bo xerckirinê qet peran nadin zarokên xwe, ev jî gelek caran dibe egerê xerabûna kesaytîya zarokan û pirsgirêkên psîkolojîk. Loma gelek zarokên di van rewşan de, ne ji xwe re û ne jî ji dê û bavê wan re tu rûmeta wan namîne, virotin û bikaranîna madeyên tevizandinê, dizî û serserîtî dibe perçakî jîyana wan. Ji ber van egeran em dizanin gelek zarok û xort di navendê rehabîlîtasyonan û di girtîgehan de ne.

Hinek keç û kur dixwazin gelek pirsgirêkên xwe bi dê û bavên xwe re par bikin, lê gava dê û bav li wan guhdarî nekin an bi şidetê bersîv bidin wan, ew jî bi hizira ku dê û bavê wan nezan, ehmaq an paşverû ne; loma derdên xwe davêjin nava xwe û daxwazên xwe bi dizî pêk tinîn, kiryar û peywendîyên xwe ji dê û bav û nasên xwe vedişêrin; yanî ew zorgayî kirina derew û durûtîyê tên hîştin. Heta ku hinek keç û xort ji malbata xwe veşartî xwe davêjin bazara canfirotinê. Werê ku endamê civata ku derûdora wan jî, ya divên çi ji me re, yan jî çav û dev û guhên xwe digirin.

Jin bi mêrê xwe re li hev neke, û bixwaze mêrê wê wê berde, lê mêrê wê bernede biçe bi mêrekî din re bijî, an zewicandî be, bi mêrekî din re rabe û rûnê, ev dikane bibe egerê kuştina wê. Piranî bav û dê kê bixwaze, divê keça wan bi wî re bizewice. Bi piranî bav û dê, ji keç an ji kurê xwe re, ji welat keç an kurê merivekî xwe tînin. Kur, ji dervî îrada dê û bavê xwe derkeve û bi yek musilman an ne musilman re bizewice, heta redeyekê dikane bê pejirandin û dikane ji malê bê îzolekirin. Lê keç vî tiştî bike, ya bi temamî tê îzolekirin û carna jî tê kuştin.

Ya herî balkêş jî, bi guhertina aborîya feodalî û geşbûna çanda kapîtalîzmê, weşan û komunîkasyona lîberalîzmê, li civata Kurd ya li Kurdistanê hetanî çavîya wan ya bi çûk jî bandûrê dike û wan peyderpey diguherîne, lê mirovên me yên hatine Ewropa, ji wan jî bi paşdetir dimînin. Gava ku ji welat hatin, rewşa welat çibû, dixwazin wê rewşê biparêzin. Egerê vêna jî nezanîn û teng ramandina mirov e. Dê û bav çiqas neyên guhertin, her çiqas zor û şîdet li wan bêt jî zarok, bi piranî tên guhertin û wek xwe dikin. Ger em di vî warî de karibin çiqas bername û civînan çêbikin, afîşên balkêş dardakin û bi rêya nivîsan propaganda bikin, ji bo perwerdeya dê û bavan wê rolekê bilîze.

Bir cevap yazın

E-posta hesabınız yayımlanmayacak. Gerekli alanlar * ile işaretlenmişlerdir