Efrîn di bin xeteriya jenosîdê de ye

Hêzên Dewleta Tirkîyeyê piştî 50 rojên şerî, bajarê Efrînê dorpêç kirîye. Ava vexwarinê ya ku diçe bajêr qut kiriye, depoyên xwarinê, firinên nanpêjî bombardûman kirîye. Li nexweşxaneyan derman nemane, bi hezaran birîndar li benda alîkarîya cerahî ne. Efrîn bi 850 hezar Kurdên xwe di bin xeteriya qirbûnê de ye.
Dewleta Tirkîyeyê li herêmê li dûv qirkirina etnîsîtêya Kurda ye. Serokwezîrê Tirkiyê Yildirim gotîye “Piştî paqijkirina Efrînê ew ê 350 hezar erebên Sûriyê bibin li Efrînê bi cî bikin.”
Ev beyan îlankirina biryara jenosîdê ye.
Di vî warî de sabiqa Tirkiyê giran e; Hikûmeta İttihad Terakki û Kemalîstan di destpêka sedsala bihurî de heman tişt anîye serê Ermenî û Rûman jî. Ermenî û Rûm qir kirin, ji gund û bajarên wan derxistin û di dewsa wan de tirk bi cih kirin. Plana wan ya ji bo Efrînê jî her ev e.
Tirkiye wê qîma xwe bi Efrînê tenê neyne. Piştî Efrînê ew ê berê xwe bide Minbîçê, Kobanê, Serêkaniyê, Amûdê, Qamîşloyê…
Ev yek li ber çavê Rûsyayê, DYA, Yekîtiya Ewrûpa, Fransa ku xwe garantorê herêmê tayin dikirin diqewime. Yekîtiya Netewan, Konseya Ewlekarî çavên xwe ji êrîşên Tirkîyeyê re girtine, xwe kerr kirine û zimanê wan lal bûye.
Em bangî raya giştî ya Ewrûpa û dinyayê dikin, nebin şirîkên bêdengî û tevzandina dewletên xwe. Dengê xwe bilind bikin, Efrîna Kurd ku li hember DAÎŞê qehremanane şer kir, bila li ber çavê we neyê qirkirin.
PAK-Ewrûpa
(Rêxistina Piştgirên PAKê li Ewrûpayê)

Geef een reactie

Het e-mailadres wordt niet gepubliceerd. Vereiste velden zijn gemarkeerd met *