DI DERBARÊ BEŞDARIYA MIN YA TRT KURDÎ DE NERÎNEKE CAHÎLANE…

Dost û Hevalên Hêja,

Ez cara duyemîn e ku di derbarê vê mijarê de nêrînên xwe pêşkêş dikim.

Ez nêrînên xwe gelek bi azadî, encam çi dibe bile bibe, ez di telewîzyonan û radyoyan û rojnameyan de, li dadgehan tînim ser zimên.

 Raya giştî ya kurd û bi taybetî jî entellektuel û ronakbîrên kurd û nivîskarên kurd vê yekê baş dizanin û dişopînin.

Loma jî ez di 15 salên dawî de beşdarî gelek telewîzyonên Tirkan û Tirkî bûm, Wek: CNN, HABER TÜRK, NTV, STAR, KANAL D, A-TV, A HABER, BUGÜN, KANAL TÜRK, TGRT, SAMANYOLU HABER, A KANAL, ULUSAL KANAL, UZAY,  NET TV, ÜLKE TV,  Kudüs TV, Kanal 24, TRT HABER, TRT WORD û gelekên din yên nûha nayen bîra min.

Ez di van telewîzyonan de beşdarî sedan bernameyan bûm.

Ez beşdarî gelek bernameyên telewîzyonên kurdî bûm: KURDISTAN TV, ZAGROS, Kurdistan24, Rûdaw, Waar, Dunya TV, TRT KURDÎ, SEHER.

Ez hejmara beşdariya xwe ya van telewîzyonan nizanim

Min di TRT KURDÎ de salekê bi du hevalên rojnamevan ve bernameya “Rojeva Herêmê”  meşand.

Dema ku kesî kurdî nedikarî di telewîzyonan de qise bikin, ji PKKê ditirsiyan beşdarî bernameyê TRT KURDÎ bibin, min bi sedan li wir şirove çêkir, hevpeyvîn b imin re hat çê kirin..

Di vê qonaxê de jî dema bixwazin di derbarê kurdan û Kurdistanê de nêrîn bigrin, ez jî kesekî referans im. Referansekî sereke me.

Ez li hemû beşên Kurdistanê beşdarî gelek bernameyên radyoyan bûm.

Televîzyon û radyoyên Ewrûpayî û Emerîka jî hene.

Gelek rojnameyên Tirk û Kurd bi min re hevpeyvîn çêkir.  

Ez di van demên dawî de beşdarî gelek telewîzyonên internetê jî bûm. Bernameyên min jî deng dan. Bûn sedemê minaqeşeyên girîng.

Min her demê gotiye û ez nûha jî dibêjim, heger Telewîzyonên PKKê a amade ne û cesaret dikin, ez amade me ku beşdarî bernameyê telewîzyonên wan bim.

Loma jî ez nêrînên xwe li her ciyî dibêjim. Bi fikrên xwe bi azadî dibêjim. Çi difikirim û bi çi bawer im, ez wan dibêjim. Tu kes nikare pêşiya min bigre.

Ne hewceyê bibêjim, di dadgehan de parêznameyên min yên Kurdî û Tirkî jî bi mnavûdeng in.

Bernameyên min gelek bi navûdeng in. Divê her kes guhdarî bike. Pişt re nêrînên xwe diyar bike. Divê tu kes bi fikrê sabît û xeyakî qise neke.

Duho (02.12.20020) jî TRT KURDÎ bi min re hevpeyvevînek di derbarê Peymana Şengalê û PKK li Başurê û Rojavayê Kuırdistanê pêk anî.

Beşek heval û an jî hevalekî ev mijara fahm nekiriye.

Yekemîn, ez li ser navê 400 kesî beşdarî bernameyê nabûm.

Duyemin, bi min re li Enqereyê ne li Diyarbekîrê hevpeyvîn çêbû.

TRT KURDÎ jî li Diyarbekîrê û li Hewlêrê beşdarî civîna çapemenî ya 400 kurdên qedirbilind bû.

Ez naxwazim dirêj bikim. Lê ji bona ku siyaset û nêrîna min di derbarê TRT KURDî de bê fahm kirin, ez sê nivîsên xwe bi we re parve dikim..

Ev nivîsên min di salên 2008-2009an de hatine nivîsandin. Dê dirêj bin. Lê ez xwe disipêrim sebra we. Bi taybetî jî ez dixwazim ku birayê min Zagros Alan ku ez wî ji nêzik ve nas dikim, ev nivîsên min bixwîne..

Li Dadgehê Şerê Kurdî…

TRT Heşt dê vebe, lê di dibistan û dadgehan de kurdî qedexe ye…

Îbrahîm GUÇLU

(ibrahimguclu@gmail.com)

Komara Tirkiyeyê, di avabûna xwe de dewleteke gelek xerîb û barbar e. Her çiqas Komara Tirkiyeyê encama keda kurdan û tirkan avabûbe jî, piştî ku dewlet li ser piyan sekinî û xwe xurt dît û berpirsên dewletê biryar dan ku dewleteke neteweyî ya tirk û îdolojîk a Kemalîst ava bikin, hebûna neteweya kurd hat înkar kirin. Di îdeolojiya fermî ya dewletê da hat nîşan dan ku “kurd tirk in”. Ji bona vê jî hemû mafên kurdan yên neteweyî, civakî, îdarî hatin qedexe kirin û xesip kirin. Welatê kurdan hat parçe kirin: Di Peymana Lozanê de ew parçebûna Kurdistanê hat tescîl kirin û avabûna Komara Tirkiyeyê jî hat pesinandin.

Dewleta tirk, dema xwest ku bibe dewleteke neteweyî ya tirk, diviya bû ku neteweke tirk hebûya. Lê dema vê pêvajoyê dest pê kir, neteweke tirk ya mûtekamîl tune bû. Ji bona vê netewe tirk bi destê dewletê jınûve ava bû. Ew jî li ser bingeha helandin û asîmîlekirina neteweya kurd çêbû. Helandin û asîmîlaya neteweya kurd jî,  taybet bi qedexekirina zimanê kurdî hat meşandin.

Zimanê kurdî, di jiyana civakî de, di jiyana dewletê de, di dibistanan de, di dadgehan de, welhasilî li her derekê hat qedexe kirin.

Ew kesên kurdî axifîn bi cezayê hepsê û peran hatin darizandin. Ew kesên mafên perwerdayî ya zimanê kurdî daxwazkirin jî, hatin hepiskirin û heta hatin kuştin. Qedexeya ziman jî bû sedema serîhildana neteweya kurd. Encama serîhildanên neteweya kurd jî, di destpêka sedsala 20-an heta salên 1940-yî  bi qetlîaman hatin bersîv kirin.

Di ev merhelaya dawî de jî, Komara Tirkiyeyê li hemberî têkoşîna neteweyî ya kurd, bi her awayî nizane dê çi bike. Ji aliyekî de hîn hebûna kurdan desturî û hiqûqên nas nake, ji aliyê din de jî dixwaze ku televîzyoneke kurdî, TRT Heşt veke. Ji aliyekî  kurdî axiftin di hilbijartinên giştî û xebata partiyên siyasî de qedexeye, ji aliyê din de jî dixwaze TRT Heşt veke.  Li aliyekî di disbistanan de bi kurdî perwerdayî qedexe ye, ji aliyê din de tê xwestin ku TRT Heşt vebe. Li aliyekî di dezgehên dewletê û dadgehan bi kurdî qise kirin qede ye û lê li aliyê din TRT Heşt dê vebe.

Ev jî derdixe holê ku Komara Tirkiyeyê ji bona pirsa neteweyî ya kurd, xwediyê projeyeke hevbeş nîne. Bes dixwaze ku bi muwaqqetî kurdan îdare bike û bixapîne.

                                                      *   *   *

Ev helwesta dewletê duho jı,  di Dadgeha Cezayê ya Asliye ya 5-emîn a Diyarbekîrê de xwe gelek aşkere diyar kir.

Wek tê zanîn Komeleya Kurd a Diyarbekirê (KURD-KOM), komeleyeke siwîl, demokratîk û kîtlewî ya Kurd bû. KURD-KOMê, wek di rêznameya û armanca xwe de jî diyar û aşkere kiribû: Ji dîrok, ji tevgera miletê kurd, ji çand û zimanê kurdî re xwedî derdiket û di derbarê wan hêjayên girîng yên neteweya kurd de proje diafirand û xebatên kolektîf dimeşand. Ji bona ku neteweya kurd bigihîje mafên xwe yên şexsî, neteweyî, gurubî (kolektîf), desthilatdarî, xebat dikir.

Ji serok û rewşenbîriya kurd re jî xwedî derketin rasterast yek armanceke KURD-KOMê bû. Tevgera neteweyî a Kurdistanê a 1925’an, ji bo her kurdekî û dezgeheke kurd jî tevgereke gelek girîng e, divê gelek girîng be jî. Helbet ji bo KURD-KOMê jî gelek girîng bû.    KURD-KOMê girêdayî ev armanca xwe, di 28. 06. 2005’an de ji bona ku serok û têkoşerên tevgera neteweyî ya Kurd a 1925’an yên ku ji aliyê dewleta tirk de hatibûn îdam kirin û kuştin bîrbîne; siyaseta dewletê li hemberî neteweya kurd protesto bike civîneke kîtlewî û girse li ber Mizgefta Uluyê (Ulucamiyê) bi dar xist. Lewra serokên tevgera Kurdistanê ya 1925-an û ji wan 47 kesan beşek hevalên serok Şêx Seîd Efendiyê Pîranê, Xalid Begê Cibrî û Yusiv Ziyayê Bêdlisî li ber mizgefta Uluyê hatibûn daleqandin û îdam kirin. Ji bona vê ciyê bîranînê li ber Ulucamiyê hat hilbijartin.

Ez jî berdevikê KURD-KOMê bûm. Min jî li ser navê KURD-KOMê ji çapemenî û beşdarvanên civînê re bîrûreyên KURD-KOMê, di derbarê tevgera neteweyî a Kurdistanê ya 1925’an û serokên wê de  anî ser zimên.

Dema ku min bîrûreyên KURD-KOMê diyar kirin, berpirsiyarên çapemeniya herêmî û neteweyî jî beşdarî civînên bibûn. Min bîrûreyên xwe û ya Komeleya Kurd a Diyarbekirê  kurdî bi devkî û tirkî bi niviskî ji çapemeniyê re pêşkêş kir.

KURD-KOMê di hemendem de piştî çend rojan jî, ji bo Tevgera neteweyî ya Kurdistanê 1925’an konferansek li dar xist.

Ev civîna bîranîna Serokên Tevgera Kurdistanê, di despêkê de, di Dadgeha Cezayê ya Sulhê ya 2-emîn de hat dadgehkirin. Dema ku dadgehkirinê li wir dom dikir, dadgehê biryar dabû ku ezê bikarim ku bi kurdî parêzname û reyên xwe pêşkêşî dadgehê bikim û ji bona vê jî biryara wergerekî kurd hatibû dayîn.

Piştî ku Dadgeha Cezayê ya Sulhê biryar da ku nedesthilatdar e û doz li Dadgeha Cezayê ya Asliye ya 5-emîn dom kir, di destpêkê de ev biryara kurdî dîsa hat erêkirin. Hezar mixabin piştî merheleyekê dadgehê dev ji biryara xwe berda, biryar da ku ez nikarim bi kurdî nerîn û parêznameya xwe pêşkêşî dadgehê bikim.

Encama ev helwesta dadgehê min û parêzerê min Sabahaddîn Korkmaz, me, qadi red kir û me daxwaz kir ku dev ji doza min berde. Lê dadgeha bilind, ew daxwaza me nepejirand.

Duho (04. 12. 2008) jî vê dozê dom kir. Di ev diruşmeya dawî de jî ev şerê me yê ku ez li dadgehê kurdî qise bikim, dom kir. Di navbeyna min û parêzerê min û dadgehê de minaqeşeyên hişk çêbûn. Min dev ji helwesta xwe ber neda. Min bi kurdî qise kir, parêzerê min, nerînên min wergerand tirkî.

Lê dîsa min nikarî ku ez parêznameya xwe bi kurdî pêşkêş bikim, biryar hat dayîn ku doz di 2-ê Sibata 2009an de dom bike.

Amed, 05. 12. 2008

TRT 6: Îflasa îdeolojiya dewletê û heqderketina kurdan…

Îbrahîm GUÇLU

(ibrahimguclu21@gmail.com)

Demeke dirêj e ku Komara Tirkiyeyê ji bona pirsa neteweyî ya kurd di tengasî û di nav qrîzekê de ye. Ji aliyekî de Yekîtiya Ewrupayê di pirsa kurdan de zor dide Komara Tirkiyeyê ku di mafên çandî û zimanî de gav bavêje.

Xala girîngtir jî ew bû ku ji aliyê de din de mixalefet û têkoşîna neteweya kurd, ji bona ku pirsa kurd di çarçeweya pîvanên navneteweyî û pirsa çarenivîsiyê de çareser bibe, zor dide Komara Tirkiyeyê.

Bi taybetî jî piştî salên 2003-an dema ku li Başurê Kurdistanê Dewleta Federe ya Kurdistanê ava bû, demokrasiya li deweleta federe ji demokrasiya Komara Tirkiyeyê pêştir hat şirovekirin, Dewleta Federal ya li Iraqê û Dewleta Federe ya Kurdistanê ji bona herêmê û bi taybetî jî ji bona dewletên kolonyalîst yên ku Kurdistan dagirkirine bû modelekê,  Komara Tirkiyeyê li Bakurê Kurdistanê êdî mecbur bû ku gavekê bavêje.

Di destpêkê de ji bona vê, beriya ku guhertina hiqûqî û desturî pêk bîne, ji bona qursên zimanê kurdî derfet çêkir. Lê di vê projeyê xwe de bi serneket. Pişt re di qaneleke TRTê de bi kurdî 45 deqîqeyan dest bi weşana kurdî kir. Gelê Kurd û Tevgera Bakurê Kurdistanê qiymetek neda vê projeyê jî. Di encam de jî van herdu projeyan jî bandorek li ser kurdan çênekir û ji bona çareserkirina pirsa neteweyî ya kurd nabû destpêka pêvajoyekê jî. 

Piştî van ceribandinan Komara Tirkiyeyê biryar da ku qaneleke taybetî ya kurdî ava bike. Pêşiya hat îlankirin ku ev qanela dê bibe TRT Heşt, pişt re hat îlankirin ku ev dê bibe  TRT 6. Demeke kurt e ku TRT 6-ê dest biweşana testê kiribû. TRT 6, di  sala nû (2009) de vebû û dest bi weşana xwe kir.

Piştî ku Komara Tirkiyeyê dest bi xebata TRT 6 kir, di nav kurdan de jî minaqeşe û şiroveyan dest pê kir. Ev minaqeşeyan piştî vebûna TRT 6-ê jî didomîne.

Xuya ye ku Komara Tirkiyeyê dixwaze ji bona çand û zimanê kurdî projeyên din ava bike û ji bona vê hewil dide. Di dema vekirina TRT 6-ê de ji aliyê serokê unîversîteyê hat diyar kirin ku dê li zanîngehan beşa fîlolojiya kurdî dê vebe. Dîsa piştî vebûna TRT 6-ê serokwezîr diyar kir ku dê ji bona pirsa kurd projeyên din çê bikin û bixin jiyanê.

Ev rewşa ji bo kurdan pêvajoyeke nû ye…

TRT 6 û hemû projeyên tên minaqeşe kirin diyar dike ku ji bona pirsa neteweyî ya kurd pêvajoyeke nû hatiye rojevê. Divê rewşenbîr, siyasetvan, dezgehên Kurdan vê pêvajoyê fahm bikin, şirove bikin, ji bona xwe konsepteke nû ya Kurdistanî ava bikin.

Li hemberî vê pêvajoyê reaksîyon û tepkî û redkirin, ji serketina dewletê re derfet çê dike, ji bona ku netewe kurd bi dewletê re entegre bibe dîmeneke psîkolojîk ava dike. Dema ku bêîmkanî û zehmetiya jiyana kurdan ya dîrokî jî mirov bide berça, şaşiyek dikare bibe sedema wendekirina armancên stratejîk.

Îflasa siyaset û îdeolojiya fermî…

Wek tê zanîn û dîroka neteweya kurd jî gelek aşkere diyar dike, Komara Tirkiyeyê dema ava bû neteweya kurd bû xizmetkarê vê dewletê. Lê piştî ku Komara Tirkiyeyê ava bû, neteweya kurd negihîşt tu mafekî xwe yê neteweyî û neteweya kurd ev statuya xwe ya dema Împaratoriya Osmanî jî wenda kir. Bi Peymana Lozanê Kurdistan bû çar parçe û  ket bin bandora çar dewletên kolonyalîst. Kurdistanê ji metîngehkarî xerabtir bê statuyek qezenç kir.

Komara Tirkiyeyê wek dewleteke otorîter/totalîter, ûnîter, yekbeş ya neteweya tirk xwe ava kir. Ji bona vê diviya bû ku netewe û grubên etnikî yên li pêş avayiya dewleta neteweyî ya tirk, ji holê rabûyane. Wek di van mehên dawî de wezîrê parastina Komara Tirkiyeyê Vecîdî GONUL diyar kir neteweya ermenî encama vê siyasetê bi qirqirinê/jenosîdê ji holê hat rakirin û Rum bi mûbadeleyê û êrişên nîjadperestî ji Komara Tirkiyeyê hatin bidûrxistin. Neteweye kurd jî hat înkar kirin û hat gotin ku “Kurd netewek nîne û Kurd tirk in.” Ji bona vê jî hemû mafên neteweyî yê neteweya kurd hatin xesib kirin û înkar kirin.  Dema neteweya kurd ji bona mafên xwe yên neteweyî, ji bona azadî û serxwebûna xwe jî hewil da û xebat kir û serîhilda û dest bi şerê çekdarî kir, hat qetlîam kirin û serokên wan hatin kuştin.

Komara Tirkiyeyê ji roja damezirandina xwe heta îro di derheqê pirsa neteweya kurd de îdeolojî û siyaseteke fermî ava kir. Gorî ev îdeolojî û siyaseta fermî neteweya kurd, çand û zimanê kurdî tune ye. Kurdistan tune ye û neteweya kurd xwediyê dîrokekê nîne. Ew kes û dezgehên ku hebûna neteweya kurd, ziman û çanda kurd îdia dikirin û Kurdistan wek weletekî parastin, hatin hepis kirin û cezakirin.

TRT 6, îspata hebûna neteweya kurd, çand û zimanê kurd e.  Hikumeta R. Tayîp ERDOGANî, diyar kiribû ku dema ku zimanê kurdî bê pejirandin, ew tê wateyê ku netewe kurd heye û dema ku neteweya kurd bê pejirandin jî  Kurdistan tê pejirandin. TRT 6, hem pejirandin û îtîrafa zimanê kurdî ye û hem jî îtîrafa Kurdistanê ye. Ev jî îflasa îdeolojî û siyaseta fermî ya  Komara Tirkiyeyê ye. Îflasa Kemalîzmê ye.

TRT 6 heqiya kurdan derxist holê û baweriya kurdan bi xwe bi xwe xurt kir…

Siyaset û îdeolojıya Komara Tirkiyeyê digot ku zimanê kurdî tune ye, zimanê kurd ji çend peyvan pêk hatiye, bi zimanê kurd perwerdeyî û îlim nabe. Kurd tu dem jî nikarin xwe bi xwe îdare bikin.

Ev yekê di nav girseyîya kurdan û gelê kurd bê baweriyek pêk anî bû. Her çiqas ev bê baweriya, siyaseta û îdeolojiya fermî ya Komara Tirkiyeyê bi avabûna Dewleta Federe ya Kurdistanê şikestîbû jî û bi TRT 6 ev baweriya xurttir bû. Ev baweriya gelek aşkere ye ku dê piştî  vê pêvajoyê  neteweya kurd dê  mafên xwe yên neteweyî zêdetir bi bawerî bikare daxwaz bike.

TRT 6, heqiya kurdan, heqiya rewşenbîr, siyasetvan, dezgehên kurdan derdixist holê. Komara Tirkiyeyê derevîn û zilûmkar îlan kir. Siyaset û îdeolojiya fermî ya di derheqê neteweya kurd de rezîl û rûswa kir. Ev jî derdixe holê ku Komara Tirkiyeyê binketî, neteweya kurd û pêşengên wê serketî ne.

Dîsa ev pêvajoya û TRT 6 derdixe  holê ku Komara Tirkiyeyê girêdayî van derewan nikare demekî dirêj jiyana xwe bidomîne. Ez di wê baweriyê de me ku Komara Tirkiyeyê ber bi helandin û parçebûnê diçe.

Divê rewşenbîr, siyasetvan, dezgehên kurdan van pirsan girêdayî TRT 6-ê bînin rojevê, ji Komara Tirkiyeyê hesab bipirsin û di qeda navneteweyî de vê argumantê baş bi kar bînin. Divê bê diyar kirin ku Komara Tirkiyeyê li ser derew û înkara Kurdan siyaset, îdeolojî û helwesta xwe ya dijminî ava kiriye. 

Çima TRT 6?

Gelek aşkere ye ku sedsala 21-an wek gelek cara hatiye ser zimên sedsala çareserkirina pirsa neteweyî ya kurd e. 

Ev pêvajoya çareserkirina pirsa neteweya kurd li Iraqê, di çarçeweya Dewleta Federal ya Iraqê de formeke Dewleta Federe ya Kurdistanê qezanç kiriye. Li beşên din jî, hem bi bandor û tesîra Dewleta Federe ya Kurdistanê û hem jî encama xebat û têkoşîna neteweya Kurdistanê rejîm û dewletên kolonyalîst ketine tengasiyeke gelek mezin. Li Komara Tirkiyeyê di hemen dem de ji bo mafê çand û zimanê kurdî daxwaza Yekîtiya Ewrupayê jî heye.

Di sedsala 21-an de, girêdayî helwesta neteweya kurd Komara Tirkiyeyê mecbûr bû ku di pirsa neteweyî ya kurd de gavekê bavêje. Ji bona vê wek min li rêzên jorîn jî diyar kir, di destpêkê de ji bona qursa zimanê kurdî û di  qaneleke TRTê de 45 deqîqe bi weşana kurdî xwest ku Yekîtiya Ewrupayê û neteweya kurd bixapîne, lê biserneket. Pişt re projeya TRT 6-ê xiste rojevê.

Komara Tirkiyeyê ji bona ku neteweya kurd dev ji çarenivisiya xwe, ji desthilatdarî, serwerî, ji aliyê desthilatdarî û mafên din de ji wekheviya neteweya tirk û neteweyên din yên dinyayê dev berde û kurdan bixapîne TRT 6 wek projeyekê pejirandiye.

Komara Tirkiyeyê, bi înkar û asîmîlekirinê dixwest ku neteweya kurd ji holê rake û bi tunekirinê kurdan entegreyî neteweya tirk bike, di vê siyasetê de biserkenet, siyaset û îdeolojiya wê îflas kir; di vê merheleyê de pejirandina ziman û çanda kurdî ya de facto dixwaze kurdan bixe nav sîstema kolonyalîst, kurdan dixwaze bike beşekî neteweya tirk û bi awayekî nû kurdan entegre bike.  

Divê rewşenbîr û siyasetvan û dezgehên kurdan di vê pirsê de şiyar bin û li hemberî vê helwest û konsepteke Kurdistanî avabikin.

TRT 6  encama çiye?

TRT 6, wek ji aliyê desthilatdar û berpirsiyarên dewletê û hikumetê de tê diyar kirin, encama demokratîkbûna Komara Tirkiyeyê nîne. Lewra di qanûn û destûra Komara Tirkiyeyê de hîn guhertin pêk nehatine û hebun neteweya kurd bi desturî nehatiye pejirandin. Hîn li Komara Tirkiyeyê zimanê kurdî qedexe ye. Zimanê kurdî zimanê perwerdayî nîne, di dezgehên dewletê de kurdî axiftin qedexe ye. Di Qanûna Hilbijartin û Partiyên Siyasî de kurdî qedexe ye. Di van demên dawî de Desthilatdariya bilind ya Hilbijartinê diyar kir ku di hilbijartinê herêmî de ji derveyî zimanê tirkî bi zimanên din, yanî bi zimanê kurdî propaganda qedexe ye.

Di vê rewşê de sedema bingehî ya avakirina TRT 6-ê derdikeve holê, ku ew jî encama xebat û têkoşîna neteweya kurd e. Têkoşîna neteweya kurd Komara Tirkiyeyê mecbûr kir û xiste tengasiyê ku TRT 6-ê ava bike.

Lewra her çiqas piştî ku Ocalan teslîmî wan jî bû û wek hêza mezin diyar kir ku dev ji desthilatdariya Kurdistanê, serxwebûn û azadiya neteweya kurd berdayê û dewleta unîter ya Tirkiyeyê diparêze û Kemalîzm îdeolojiyeke demokratîk e û divê kurd bipejirînin jî, Komara Tirkiyeyê baş dizane ku neteweya kurd jî dixwaze ku qasî neteweya tirk bibe xwediyê maf, dixwaze wek Kosovayê, Karadagê, neteweyên li Yekîtiya Sovyetê bibin desthilatdar û serwer bin.

Komara Tirkiyeyê ji bona ku pêşiya vê pêvajoyê bigre, TRT 6 ava kiriye. Ji bona vê, dixwaze ku projeyên din bixe rojevê.

Siyaseta fermî nehatiye guhertin û TRT 6 dezgeha dewletê ye…

Çewa ku dema ku qursa zimanê kurdî hat bi darxistin û di televîzyonê de 45 deqîqeyan kurdî weşan pêk hatibû siyaseta fermî ya dewletê nehatibû guhertin, bi TRT 6-ê jî siyaseta fermî ya dewletê nayê guhertin.

Lewra hîn di qanûna esasî (destûra) de guhertinek pêk nehatiye û hebûna neteweya kurd nehatiye pejirandin. Kurdan statuyeke hiquqî qezenç nekirine. Zimanê kurdî wek zimanê fermî nayê pejirandin. Neteweya kurd ji mafên xwe yên neteweyî bê par e û ew mafan hatine xesip kirin. Li Kurdistanê statuya kolonyalîst berdewam e. Bi zimanê kurdî perwerdeyî qedexe ye. Partiyên siyasî gorî Qanûna Partiyên Siyasî di karû xebatên xwe de nikare zimanê kurdî bi kar bîne. Di Qanûna Hilbijartinê de partiyên siyasî nikarin propagandayê bi kurdî bikin.

TRT 6, dezgeheke kurdan nîne, dezgeheke Dewleta Tirk e. Berpirsiyarên TRT 6-ê tirk in. Berpirsiyarên wê yên ku orîjîna wan kurd in jî, di bin xizmeta Dewleta Tirk de ne. Dema ku TRT 6 hat vekirin, ev yeka gelek aşkere diyar bû. TRT 6, bi merşa tirkan, bi wêneya Ataturk û qebra Ataturk, bi sembolên din yên neteweya tirk yên nîjadperest vebûn. Ev vekirina bixwe siyaseta televîzyonê û dewletê aşkere dikir.

TRT 6 dikare di qade xwe de xizmetî ziman û çanda kurdî bike…

TRT 6 di çarçewa xwe de, qasî hukmê xwe dikare ji ziman û çanda kurdî re xizmet bike.

TRT 6, di hemen dem de wek min li rêzên jorîn jî diyar kir encama têkoşîn û xebata gelê me ye. Divê kurd ji vê yekê îstifade bikin. Ji bona ku ziman û çanda kurdî pêş bikeve hewil bê dayîn. Lê divê kurd dezgehên xwe yên serbixwe ava bikin û di wan dezgehan de xebata xwe bimeşînin.

TRT 6, divê bê rexnekirin: Lê xebatkarên wê xaîn îlan kirin û Siyaseta PKKê xizmetî siyaseta dewletê dike…

Di ev çarçeweya nerînên min û kurdên din tînin ser zimên de TRT 6 rexnekirin û ji bona ku TRT 6 li pêş mafê serwerî û serxwebûna Kurdistanê, ji bona mafên neteweya kurd yên neteweyî û kollketif yên desthilatdarî û çarenivisî nebe asteng, xebat kirin û helwest nîşan dan vatiniyeke neteweyî ye.

Lê xebatkarên wê xaîn îlan kirin xizmetî siyaseta Komara Tirkiyeyê dike. Ev siyaseta di nav kurdan de dibe sedema parçebûn û dijminitî. Ji bona vê helwesta PKKê li hemberî TRT 6 û xebatkarên wê şaş e.

PKKê ji bona desthilatdariya xwe, berjewendiya giştî ya kurdî bin pê dike. Ev siyaseta PKKê ya dîrokî û laşî ye. Lewra tê zanîn ku PKKê her tiştekî ne aîdî wê dijmin dihesibîne. Ji bona vê ew dezgehên ku ne bi wan re ne, rewşenbîr û siyasetvanên wan rexne dikin, dijmin û xaîn  îlan dike.

KURD 1, televızyoneke kurd e û ji aliyê grub û dezgeheke kurperwer û xwediyê karîzmeyeke neteweyî û Navneteweyî ya serbixwe hatiye ava kirin. KURD 1, televîzyoneke serbixwe û girêdayî hîç rêxistineke Kurdistanê nîne. Li her kurdekî û dezgeheke kurd wekhev mêze dike.  PKKê beriya TRT 6-ê jî, KURD 1 wek dijmin û xaîn îlan kir.  

Ji bona vê gelek aşkere ye ku siyaset û helwesta PKKê şaş e, divê nayê ecibandin û bê rexnekirin.

Amed, 05. 01. 2009

TRT 6: Sergêjî û 3 Fikir û Muhatabî û Ceribandina Başurê…

Îbrahîm GUÇLU

(ibrahimguclu21@gmail.com)

Beriya weşana TRT 6-ê kurdan dest bi minaqeşe û gengeşiyan kirin. Piştî weşanê jî vê minaqeşeyê dom kir. Wusa diyar e ku hîn ew minaqeşeyan dê dom bikin. Lewra di pirsa TRT 6-ê de di nav kurdan de hem lihevkirinek tune ye û hem jî sergejiyek û nezelaliyek heye.  Ew sergêjî û nezelalî bes li Bakurê Kurdistanê ne li Başırê Kurdistanê jî xwe diyar dike. Celal Telabanî piştî weşana TRT 6-ê diyar kir ku “TRT 6, dê piştî demekê li Başurê Kurdistanê jî bandora xwe çê bike; ji Kurdistan TV-ê û KURDSATê derbas bibe.” Li hemberî vê xwendevanên unîversîteyên Başurê Kurdistanê diyar kirin ku “TRT 6 tu dem nikare ciyê televîzyonên kurdî û Kurdistanê bigre.”

Min di çend nivîsarên xwe de li ser TRT 6-ê bîrureyên xwe diyar kiribûn. Ez dixwazim li ser çend xalên din yên bingehî jî, ji bona TRT 6-ê nerînên xwe bînim ser zimên û minaqeşeya li ser TRT 6-ê biçekî din kûr bikim.

Sergêjî û 3 fikir û nebûna projeyeke hevmişterek…

Hem beriya weşana TRT 6-ê û hem jî piştî weşana TRT 6-ê li Bakurê Kurdistanê di nav kurdan de 3 fikrên bingehî û diyar derketin holê. Fikra yekemîn: Fikra ew kesên TRT 6-ê bi her awayî diecibînin. TRT 6-ê wek dezgeheke kurd dibînin û TRT 6-ê ji aliyê teknîkî û naverok de rexne dikin. Ji bona ku naveroka TRT 6-ê baştir û dewlemend bibe xebat dikin. Ev kurdan raste rast Tirkiyevî ne. Fikra duyemîn: Fikra PKKê/DTPê ye. Di PKKê de fikir gelek diyar e. PKKê, TRT 6-ê bi her awayî dijmin dibîne, ew kes û hûnermendên di wir de kar dikin jî dijmin û xaîn diyar dike. Sedema vê jî, ji bona ku TRT 6 ne di bin kontrol û desthilatdariya wan de ye. DTPê jî di bingeh de wek PKKê difikire. Lê gorî konjonktûrê û li hemberî nerînên kurdên din qasî PKKê bi cesaret nîne. Ji bona vê beşekî DTPêyî bi awayekî êrenî li TRT 6-ê mêze dikin û bi awayekî jî neênî mêze dikin. Fikrê seyemîn:  TRT 6-ê dixwaze fahm bike, sedemên avabûna wê diyar dike, aliyê wê yên negatîf û pozîtîf diyar dike. Ji bona vê xwediyê rexneyên bingehî ne.

Helbet di nav van sê fikrên esasî de jî, nûansên gelek cûda û ferq hene. Divê em ev yekê jî bidin ber çav.

Ev tabloya derdixe holê ku di nav Kurdên Bakurê Kurdistanê de di derheqa TRT 6-ê de lihevkirinek tune ye û sergêjiyek heye. Jêbera kurdên Bakurê Kurdistanê xerab bûye. Ev sergêjî û jêber xerabbûn girêdayî sê sedeman derdikeve derva. Sedema yekemîn: Kurdên Bakur xuya ye ku nedipan ku Komara Tirkiyeyê bi konseptek û projeyekê pirsa kurd bigre destê xwe û gavan bavêje. Ji bona vê amadeyiyeke wan tune ye. Li hemberî atraksîyon û hemleyên dewletê bê haziriyek heye. Sedema duyemîn: Li Bakurê Kurdistanê ji bona mafê çarenivîsiya neteweya kurd; qezençkirina desthilatdarî û mafên kolektîf yên neteweyî armanceke mişterek, konsept û projeyeke hevmişterek tune ye. Sedema seyemîn: Li Bakurê Kurdiastanê ji bona desthilatdariyê hazirî tune ye: Deshilatdarî dê li Kurdistanê çawa bibe û qerektera desthilatdarî dê çi bibe, ew nayê zanîn û di vê pirsê de jî haziriyek tune ye.

Ji bona vê divê li Bakurê Kurdistanê di çarçeweka armanceke hevmişterek de konseptek û projeyeke hevmişterek ya Civata Kurd û desthilatdariya li Kurdistanê  lihevkirinek pêk bê.

Dewlet kurdan muhatab û teref napejirîne…

Komara Tirkiyeyê piştî avabûna xwe û girêdayî qerektera xwe ya unîter û neteweyî ya tirk, hebûna kurdan înkar kiribû. Di vê merheleyê de jî her çiqas bi zimanê kurdî televîzyonek weşanê dike û tê projekirin ku li unîversîteyan beşa kurdolojî vebe û zimanê kurdî bibe zimanê perewerdayî yê girêdayî daxwazê jî, hebûna kurdan ji aliyê hiqûqî û makezagonê de nayê pejirandin. Yanî ji aliyê siyaset û îdeolojiya fermî de înkara di derheqê kurdan de dom dike.

Dema ku ev siyaseta dom bike, ji bona vê dewlet kurdan jî muhatab û teref napejirîne.  Di muhatabî û terefbûnê de du konsept hene. Yek konseptek ew e ku dema ku dewletê di derheqê kurdan de projeyek ava kir, wê demê kurdan, dezgehên kurdan muhatab digre, bi wan re danûstandin dike û li ser maseyekê rûdine, projeya xwe bi kurdan re çêdike. Bi vî awayî kurdan dike muhatab. Di muhatabî û terefbûnê de konsepta duyemîn jî ew e ku Kurd li Kurdistanê di çarçeweya dewleta federal de desthiladar tê qebûl kirin û wê demê kurd bixwe dezgehên xwe yên çandî, siyasî, federeyî ava dikin.

Komara Tirkiyeyê gelek aşkere ye ku dema biryar da ku televîzyona bi zimanê kurdî (ne televîzyona kurdî)  ava bibe, tu awayî kurd muhatab û teref qebûl nekirine.

Ji bona vê divê ku hemû kurd helwesteke zelal û aşîkar diyar bikin. Ji bona ku terefbûna xwe û muhatabgirtina xwe derxin holê xebat bikin û helwest nîşan bidin. Di vê çerçeweyê de rexneya hemû kurdan di derheqê TRT 6-ê de divê bibe û heq e jî.

Ev jî derdixwe holê ku di pirsa TRT 6-ê de ji xaîntiya hûnermend û ew kesên li TRT 6-ê kar dikin girîngtir pirs hene. Divê li ser wan pirsan bê rawestandin.

Ceribandina Başurê Kurdistanê…

Wek baş tê zanîn di sala 1958-an de li Iraqê desthilatdariya siyasî hat guhertin û hikûmeta nûh biryar da ku pirsa xwe ya kurd çareser bike. Ji bona vê Serok Berzanî û hevalên wî ji Yekîtiya Sovyetê vegeriyan û PDK a Iraqê legalîze bû. Girîngtirîn mesele jî, di Makezagona (destûra) Iraqê de guhertin pêk hat. Di Makezagonê de hat diyar kirin ku Iraq li ser bingeha du neteweyan (neteweya kurd û ereb) ava bûye, zimanê kurdî û erebî jî du zimanê fermî û perwerdayî ne.

Guhertina Makezogê li Iraqê, kurd wek netewek muhatab û teref pejirand. Gorî vê konseptê û pejirandinê jî li Iraqê û li Kurdistanê desthilatdarî û dezgehên çandî û zimanî û îdarî ava bûn. Kurdan dest pê kirin ku  welatê xwe ava bikin.

Piştî demekê desthilatdarî û hikumeta navendî ya Iraqê ji guhertina makezagonê  re xwedî derneket û Kurd di avakirina Iraqê de wek terefek nehatin qebûl kirin, di navbeyna Kurdan û Hikumeta Navendî ya Iraqê de şer di sala 1961-an Meha îlonê de dest pê kir. Encama vî şerî, piştî 9 salan Hikumeta Navendî ya Iraqê bi Kurdan re ji bona Otonomiya Kurdistanê li hevûdu kir. Bi Peymana Otonomiyê neteweya kurd wek muhatab û teref hat pejirandin, kurd li welatê xwe bûn desthilatdar û welatê xwe bi her awayî ava kirin û ewlekariya welatê xwe bi destê xwe pêk anîn.

Rejima Baasê ji Peyama Otonomiyê re hirmet û rêz negirt û ji bona ku Peymana Otonomiyê ji holê rabe xebat, provajkasyon û êriş pêk anî. Nehîşt ku li Kerkûkê plebîsıt pêk bê û di sala 1975-an de di navbeyan desthiladariya Otonomiya Kurdistanê û desthilatdariya navendî ya Iraqê de şer dest pê kir. Kurdan şer wenda kir. Otonomiya Kurd li Kurdistanê ji holê rabû. Hikumeta Navendî ya Iraqê ji bona xwe otonomiyek ava kir.

Kurdan ew ev otonomiya Baasê derevîn îlan kirin û li dijî ev otonomiya derevînî ji bona “Otonomiya Rasteqîne” şer kirin. Di encamê de kurd di Dewleta Federe ya Kurdistanê de bûn desthilatdar û welatê xwe ava kirin û hîn jî ew pêvajoya dom dike.

Ev ceribandina Başurê Kurdistanê jî derdixe holê ku divê ji bona ku Komara Tirkiyeyê Kurdan muhatab û teref qebûl bike xebat bê kirin û gorî vê konsept/projeyeke hevmişterek pêk bê.

Divê kurd li Kurdistanê desthilatdar bin û dezgehên xwe bi destên xwe û bi îradeya  xwe di bin desthilatdarî û serweriya xwe de ava bikin.

Bi vê konseptê TRT 6 rexnekirin û li dij derketin mafê kurdan e.

Amed, 17. 01. 2009

Bir cevap yazın

E-posta hesabınız yayımlanmayacak. Gerekli alanlar * ile işaretlenmişlerdir