PYDê û Serokê Wê Çima Di Vê Merhelê de Dîsa Li Dijî Dewleta Kurdistanê Derdikevin?

Îbrahîm GUÇLU
(ibrahimguclu21@gmail.com)

Li Kurdistanê û taybetî jî li Başurê Kurdistanê qewimandineke taybet heye. Ew qewimandina, ji aliyê hemû dinyayê ve û Rojhilata Navîn de jî tê zanîn. Kurd bi xwe jî vê bûyera taybet dijîne û ji bona vê bûyerê xebat dimeşînine.

Ev qewimandina, referandûma serxwebûna Kurdistanê ye. Her kurdek û her dezgehek û rêxistienke kurdan jî dipejirîne ku ev qewinamdina, ji bona miletê kurd qewimandineke dîrokî û stratejîk e.

Dîsa ji aliyê her kurdekî, her dezgehekê û rêxistina Kurdistanê de tê qebûl kirin ku referandûma serxwebûna Kurdistanê, dê li Başûrê Kurdistanê ji bona avakirina dewletê encam bide. Ji bona tevayî Kurdistanê jî, dê qederqûhertina miletê kurd de, rê û rêbazê nîşan bide. Di nav miletê kurd de şûûreke bilind ya milî çê bike. Ji bona yekîtiya miletê me û Kurdistanê derfetên nû ava bike. Ji bona vê yekê jî li hemû beşên Kurdistanê dê merheleyeke diyar bike. Kurdê beşên din jî dê di armancên xwe de hîn zelal û qerardar bin.

Loma jî li Başurê Kurdistanê Serokê Kurdistanê, Hikûmeta Kurdistanê, partiyên ji referandûmê re piştgirî dikin, xebeteke bêhempa ya dıplomatîk û siyasî û civakî dimeşînin. Li hemû beşên din yê Kurdistanê jî, hemû kurd, hemû partî û dezgehên kurdan ji bona ku referandûma serxwebûna Kurdistanê bi serkeve, xebat dikin.

Li Bakûrê Kurdistanê jî ev xebata didomîne. Hemû rêxistin û dezgehên Bakûrê Kurdistanê piştgirya xwe ji referandûmê re diyar kirin. Gotin ku “ ji bona ku referandum bi serkeve emê xebat bikin.” Xebata wan jî didomîne.

Di destpêkê de partiya PKKê HDPê jî, diyar kir ku ji referandûmê re piştgir in.Diyar kirin ku “Kurd jî xwediyê maf in ku qedera xwe bi îrada xwe tespît bikin û loma jî referandûma li Başûrê Kurdistanê jî rewa ye û heqê kurdan e.”

Vê yekê hemû kurd kêfxweş kirin. Kurdan xwest ku PKKê jî helwesta xwe di derbarê referandûmê de erênî diyar bike. Lê PKKê ev helwesta nîşan neda, li dijî referandûmê derket.

Ji bona ku ez PKKê baş nas dikim, pêwendiyên PKKê dewletên kolonyalîst gelek aşkere û bi awayekî girêdayî ne; Li Başûrê Kurdistanê jî bi partî û kesên li dijî referandûmê re xwediyê pêwendiyeke xûrt e; di hemandem de li dijî dewleta Kurdistanê ye, ev helwesta PKKê ji bona min biyanî û xerîb nebû.

PKKê, li hemberî referandûmê, helwesta layiqî xwe diyar kir.

Piştî ew helwesta PKKê, HDPê dengê xwe birî. Carek din jî, ji piştgiriya xwe ya referandûma serxwebûna Kurdistanê qal nekir. Bes berdevkê HDPê Osman Baydemîr diyar ku “heger li Başûrê Kurdistanê bûya, dê ji referandûmê re bigota ‘erê’.”

Daxûynaiya Osman Baydemîr diyar kir ku HDP serê xwe ji PKKê tewandiyê û siyaseta wê pejirandiye. Ji derveyî wê jî tiştek payîn ne rast bû. Lê dîsa jî kurdan helwesta wan ya pêşî erênî şirove kir.

Li Rojhelata Kurdistanê û Rojavayê Kurdistanê ji derveyî apoyiyan û partiyên wê her kurdek, her rêxistineke Kurdistanê piştgiriya referandûma serxwebûna Kurdistanê dikin. Biryara referandûmê wek biryara xwe dipejirînin.
Lê divê mirov bi taybetî li ser helwesta PYD û serokê wê Salih Muslim raweste.
PYD, îdia dike ku li Rojavayê Kurdistanê desthilat e. Heger desthilatdariya PYDê, desthilatdariya kurdan be, divê bi xûrtî ji referandûma serxwebuna Kurdistanê re piştgirî nîşan bida. Heta nûha PYDê helwestek pozîtîf ji bona referandûma serxwebûna Kurdistanê nîşan nedaye.
PYDê li dijî referandûma serxwebûna Kurdistanê derdikeve. Ev yêka diyar dike ku PYDê xwediyê helwesteke kurdî û kurdistanî nîne.
Hevserokê PYDê Salih Muslim bi ajansek Elmanî qise kiriye. Di wê hevpeyvîna xwe de jî diyar dike ku li Sûriyeyê dewleteke Kurdistanê naxwazin.
Ez dixwazim axevtina Salih Muslim di Kurdista24an de pêşkêş bikim û şirove bikim.
K24 – Navenda Nûçeyan

Hevserokê Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) Salih Mislim radigihîne, ew ti carî ji bo avakirina devereke Kurdî ya serbixwe li Sûriyê kar nakin.
Salih Mislim ji ajansa “DPA” a Almanî re ragihand, armanca wan avakirina Sûriyeyeke demokratîk a federalî ye, ku hemû Sûrî tê de xwedî mafên wek hev bin.
(….)
Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) di peyrew û bernameya xwe siyasî de diyar kiriye, ku ew kar ji bo Kurdistanê nake, tevî vê yekê jî metirsiyên Tirkiyê ji bo wan heye, ku li gor Enqerê PYD beşek e ji PKKê.
*****
Di vê merheleyê de Salih Muslim, çima ev helwesta diyar kir. Divê ev heypevîna ji du aliyan de bê şirove bê kirin.
Aliyê yekemîn: PYD, bi destê rejîma baasê ya Sûriyeyê ava bû.

Loma jî, piştî ku li Sûriyeyê serîhildana sivîl pêk hat, ji destpêkê de ji rejîma baasê û dîktatoriyê re alîkarî kir.

Loma jî li dijî mixalefeta kurd û ereb ya ku dixwest rejîm bê gûhertin, aşkere şer kir.

Gelek caran jî īlan kirin ku ew beşek ji orduya baasê ne.

Rejîmê, ji bona vê yekê jî li gelek deverên Kurdistanê PYDê ji bona xwe kire wekîl û xelat kir.

Rejîm û PYDê bi hev re li gelê me û li hemberî tevegera milî ya kurd û rêxistinên milî û ENKSê zilûm û zordarî bi awayekî dîktaoriyeke barbar dimeşîne.

Nûha jî li Kurdistanê ji bona rejîmê karên asayîşê pêk tîne. Rejîm bi destên wan kurdan digre û hepis dike.

PYD, navê Kurdistanê gûhert, pêşî kir “rojava” û pişt re jî kir “Bakûra Suriyeyê”.

Xetirtir in mijar ew e ku Kurdistan bi awayê kantonan dîsa parçe kir.

Loma jî Salih Mûslim dê bibêje em naxwazin Kurdistanê ava bikin.

Pisgirêka din ya girîng jî ew e ku di qonaxa referandûma serxwebûna Kurdistanê de vê nerînê tîne ser zimên.

Di vê qonmaxê de divê kurd bê şik û şiphe biaxivin. Lewra kurd li qonaxeke girîng û dîrokî re derbas dibin. Dewletavakirin di rojevê de ye. Dema ku l i Rojavayê Kurdistanê dewlet nayê xwestin, wê demê li Başûrê Kurdistanê jî dewlet avakirin tê qeda niqaşeyê.

Loma jî Hevserokê PYDê Salih Muslim ev nerînan bi zanati aniye ser zimên.

Ez wek kurdperwerekî careke din tînim ser zimên ku, Kurdistan di qonaxeke dîrokî re derbas dibe. Divê di vê qoxanê de her kurdek watiniya/wezîfeya xwe ya milî û dîeokî bîne cî.

Berjewendi mûwaqqet e. Lê welat dîam e û jiyane miletê kurd e.

Amed, 09. 08. 2017

Geef een reactie

Het e-mailadres wordt niet gepubliceerd. Vereiste velden zijn gemarkeerd met *