12 ÎLONÊ 1980 destpêka şikandin û têkçûnê ye. (9)

Cano AMEDÎ

Di pêvajoyên berxwedanan de, hemû grûp, partî û rêxistin hebûn û beşdar dibûn. Hemû li gor hêz, qewet û girsaya xwe şirîkê wan berxwedanan û radestîyê ne. Li gor girsayî û hêza xwe ya zîndanê, hemû partî grûp û rêxistin şirîkê xêr û gunehan e! Herkes ji kiryar û sekna xwe ya wê demê mesûl e!

Hevkarî û helwestgirtinên bi hevra ku li derva çê ne dibûn, di zîndanan de, li dijî îşkencan, ji ber xwe pêk dihatin.

PKK, DDKD-KİP, PDKT-KUK, Rîya AZADÎ-TSKP, KAWA, DENGÊ-KAWA, RİZGARÎ, ALA RİZGARî, TÊKOŞÎN, İGD, TİKKO, DEV-Yol û tevgerên din li gor girsaya xwe şirîkên wê têkoşînê bûn.

Bi rastî, di derheqê zîndana Amedê de, heta îro gelek pirtûk hatine nivîsandin.  Hinek jê bi tevahî, bi hestên rêxistinperestîyê û li gor propagandeyek ji dervî rastîyê hatine nivîsandin. Tenê propaganda dikin û xwe xwedîyê kiryarên baş rêdidin. Kêmasî û hemû xirabîyên pêkhatin jî bi şêweyek bêbextî dixin sitûyê rêxistinên dervî xwe. Bi berçavkên îdeolojîk, bi hesûdîyek bê wate û bi kareterek Beko Ewan`î dijminatîya hêzên dervayî xwe dikin.

Ew kesên di wan deman de serkêşîya xirabîyan dikirin, fesadî û bê bebextî dikirin, roj hat bi sîya xwe re şer dikirin. Pişt re bi hevalên xwe re şer dikirin. Gelek caran di rêgeha jîyana xwe de, rastîya gotinên pêşîyan didan îspatkirin ku “Kurmê şîrî heta pîrî” ye.

Di hemû deman de, girsaya hemû rêxistin, partî û grûbên sîyasî, di pêvajoyên berxwedan û çalakîyan de cîh girtine.

Di 5 nolîyê de jiyana her qawîşekî, jiyana her mirovekî bi serê xwe çîrokek taybet e! Her rojeke me, bi serê xwe romanek e. Her qawîşek, bi serê xwe berdewamîya rêze fîlmên bêdawîn e.

                                          &

Di qawûşa me de, 4 endam û berpirsên Partîya komunist ya Iraqê hebûn. Nêzîkî çar salan me bi hevra zilim û tadayên mezin dîtin. Em bûn şahidên bûyerên trajedîk û balkêş. Hovîtî û barbarîya li zindana Amedê pêkdihat, ne bi gotinan, ne jî bi nivîskî tê fam kirin. Ew zebanî û nijadperestên Tirk, bi darê zorê hemwelatîyên İraqî dikirin “Tirk” û wan bi îşkenceyan fêrî Tirkî dikirin!!..

Rojekê Nebî Faraç Arabî derxistin dervayî qawîşê û pê îşkence kirin! Gava di derî de ket hûndûr, qardîyanê qawîşê bangî wî kir û jê re got: “Cardin bêje Ez Tirkê lawê Tirkim!”  Nebî Faraç endezyarê Kîmyayê bû, vegerîya got: “Fermandarê min, lê ez Erebim!” Qardîyan qîrîya: “Ereb mereb tuneye, dunya hemû Tirk e!

Ev dagîrkerên hov ji 50 zêdetir merşên nijadperestîyê, sond û sirûda xwe ya nijadperestî bi girtîyan / dîlên sîyasî dabûn ezberkirin. Her roj, ji sibê heta êwarî, di hewşa bêhnvedanê de, di bin navê talîm û terbîyê de, bi lêdanê, bi îşkenceyên giran jiyana me di dojeha zîndana Amedê berdewam bû.

Heta ev 50 merş û hemû îşkenceyên di bin navê talîm û terbîya leşkerî de, mîna me li van kesê bi eslê xwe Ereb ku sûcê wan tenê îhlalkirina sînor bû jî kirin: Abid Muhamed SAHAN, Hilmî CABBAR, Muhamed Salih MUHAMED û Nebî Faraç ARABÎ. 

Îdareya zîndanê, bi şêweyek sîstematîk jana zirav (verem) li qawûşan belav dikirin. Ji qawûşa nexweşên jana zirav belxem ji nexweşan digirtin û berî nav xwarina girtîyên din didan. Me çendî car di qûşxana (karavana) xwarinê de, bi çavê xwe belxem dîtîye, poçikên cixaran û tiştên din ne hewceye em dirêj bikin.

Bi îşkence û grevên bîrçîbûn û yên mirinê, qasî ez dizanim yên li hundur zîndanê hatin kuştin û piştre li derve mirin, li derdora 72 kesan jîyana xwe wenda kirin! Bi hezaran mirov ji ber îşkencên giran seqet man. Hinek heta dawîya temenê xwe bi wan nexweşîyan derbas kir! Hinek jê dîn bûn û jiyana wan di nav belengazîyek xirab de derbas bû! Ew trawma û nexweşîyên derûnî, îro jî berdewam in! Bi sedan kesên hêja, ji ber bêxwedîtî û bêderfetî ji jiyanê dûr ketin û di kûraya bêxwedîtîyê de hunda bûn!!.

Dewleta Tirk, di warê kurdewarî de, Dîyarbekir weke heremek taybet/pîlot hilbijartibû. 5 nolî jî wek laboratûwarekê amade kiribûn. Ji hemû bajarên bakûrê Kurdistanê, Elezîz, Çewlik, Batman, Ruha, Mêrdîn, Sêrt, Bedlîs,  Wan, Çolemergê û ji bajarên Tirkan, Kurdên sîyasî komkiribûn û anîbûn Amedê. Ji parlamenterên Kurd bigirin, heta serok eşîr, karsaz, dewlemend, gundî, “kaçaxçî”, alîgerên partî û rêxistinên Kurd, ji hemû beşên civatê li 5 nolî`yê kom kiribûn. Profîla civata Kurd di zîndana Amedê de derketibû holê.

Armanca dijmînê hov ew bû ku fikra Kurd û Kurdîstanê di zîndana Amedê binax bikin. Lê, di wê pêvajoyê de, tevî hemû kêmasî û şaşîyên Kurdan, ew bi ser neketin! Bi berxwedanek mezin, bi têkoşînek çetin, weke mertalên zîndî me pêşî li îşkencan girt. Dijmînê hov, mecbûr ma ku sîyaseta xwe biguherîne û bi sîyaseta poşmanîyê, bi qanûnê poşmanîyê xwest dîlên sîyasî teslim bigirin.

Bir cevap yazın

E-posta hesabınız yayımlanmayacak. Gerekli alanlar * ile işaretlenmişlerdir