NEWROZ PÃŽROZ BE!

Di dîroka hemî gelan de cejin û rojên netewî yên girînê hene, lê kêm cejin hene ku wek Newrozê dîrokê û pêwîstîyên rewşa rojana dinav xwe de rapêçe be; Kêm roj hene ku weha hêvî û doza têkoşîna azadî û serxwebûnê di nav xwe de bi cîh kiribe. Ji ber vê yekê ku gelê Kurd her sal vê cejna xwe ya netewî di demên xwe yên xweş û nexweş de, li hemberê Dehaqên rojanê, wek sembola têkoşîna azadî û serxwebûnê, bi hêvîya pêkhanîna nemirên doza Kurdîstan ê tim pîroz kirîye û kirîye qada têkoşînê.

Gelê Kurd dîsa Newrozeke din dibin darê zordare û hovîtîyê de dibuhurîne. İro dîsa hewrên reş û tarî li ser welatê me digere. Dijmîn bi her rê û hovîtîyan ve êrîşê gel û welatê me dike. Ji alîyê metînkarên hov yên Tirkîyê, bi hezaran gundên Kurdîstan ê hatine vala kirin û kavil kirin.

Bi mîlyonan Kurd ji cîh û axa xwe hatine koçber kirdin, bi mîlyonan Kurd li kolanên bajaran birçî û xîzan, bê cî û war hatine hîştin. Roj bi roj zîndanên xas li Kurdîstanê tên ava kirin û van zîndanan bi welatparêzan, bi şervanan û şoreşgeran tijî kirin e. Bajarên Kurdîstanê îro seranser bûne zîndan û gelê Kurd tev de di warê xwe de, li welatê xwe de bûye dîl! Ji sala 1984 an vir de nêzîkî bîst hezar kes hatîye kuştin. Di deh hezaran kes seqet maye. Heta niha mîlyonek kes dibin îşkencan de hatîyê derbaskirin.

Dijmînê xwînxar, bi Tîmên xwe yên taybetî, bi leÅŸker, bi polês, MÃŽT û cerdevanan (parezgerên gund – korucu) dixwaze têkoşîna gelê Kurd, ku îro li hemû derên welat, li seranserê çîyan agirê azadî û serxwebûnê pê ketîye, êdî tu hêz nikare wî bi temirîne. Metîngehên xwînxar li hember gelê Kurd her hawê zordarîyê pêktîne, her cûre çekan dixebitîne û ÅŸerê qirêjî pêşva dibe. Lê li hemberê wan hovîtî û zordarîyan têkoşîn û berxwedana gelê me jî roj bi roj geÅŸtir dibe…

Wekî em hemû dizanin meha Adarê di dîroka gelê me de cîhekî taybetî digire. Bi hezaran şehîdên Kurdîstan di vê mehê de bûne al! Di nav wan buyeran de ya balkêş qatlîyama Halepçe ye. Dîsa li Kurdîstana Bakûr bi hezaran şoreşger, welatparêz û gerîlla di vê mehê da şehîd ketine û hêjî şehîd dibin! Dîsa keç û xortên Kurd bi canê xwe cejna xwe pîroz dike. Kevokên azadî li seranserê Kurdîstanê difirin. Dersîm, Edena û Sêvas li ber basqên wan dilerizin.

Rewşa welatê me tê daye ev e. Ji bo mirov di derheqê vê rewşa han de agahdar bibe ne hevceya ku hinek kelem çavên me kor bikin. Ev agirê ku îro li welatê me seranser domdike ji bo me hemîyan tahlûkekî mezin e! Ev agirê han destê herkesî dişewitîne û nîrê bindestîyê dixe sutîyê me. Ji bo ku tiştekî wiha çê nebe û em nehêlin tabloyekî evha bi serkebe divê pêwîstî û berpirsîyarên li ser milê me ye baş zanibin û her tim bi cîh bînin. Lewra neyarên me, ji xencî mirinê tu rê nehiştine. Ev jî dide xuya kirin ku hewcedarîyên îroyin yekîti û îtifakên nav hêzên Kurdîstanî ye. Em bawerin ku daxwaz û pêşnîyaza gelê Kurd jî ev e. Ji ber vê yekê em dibêjin îro li hemberê rêxistin, Partî û hêzên ramyarî barekî giran disekine, ev bar jî damezrandina Enîyeke Netewî û Demokratîke. Divê partî û rêxistinên me dew berjewendîyên hûrik berdin û berjewendîyên gelemperî biparêzin. Ev ji bo me hemîyan mifta derê azadîyê ye.

Her çiqas zordarîya Dehaqan dijwatir bibe, bi dehan Halepçe li Kurdîstanê pêkbînin, talan û wêran kîrînan bêtir bikin, dek û pîlanên teze peyda bikin dîsa jî ew nikarin pêşîya serxwebûna Kurdîstanê bigirin. Ev gelê Kurd ku bi sed hezaran şehîd daye û hê jî dide, ji bona şîn kirina dara azadîyê xwîna xwe dirijîne, tû hêz nikare pêşîya doza wî bigire û nayê girtin jî. Ji ber vê ye ku her diçe hêvîya me xurttir dibe.

Metîngerên Tirk îro rabûne, dixwazin NEWROZ’ê veguherînin ‘nevruz’ê. Lê ev polîtîka wan ya rizî û bi xwîn tu car pêşnakeve! Lewra wekî Pablo NERUDA jî gotîye “em gel in/ ji nu ve ajdidin di mirina de…” Ä°ro gelê Kurd jî jîyana xwe li ser gola xwînê ava dike û neyarên gelê Kurd li hemberê pêlên serhildan û berxwedanê roj bi roj paÅŸdikevin. Ji ber vê yekê ye ku dengê raperîna gerîlla çîqas ji nêz tê, tirsa neyaran ewqas zêde dibe.

İro di girtîgehan de bi hezaran dîlên azadî bindestin. Lê dengê berxwedana wan tim û tim zêde dibe û li çîyan, li deştan belav dibe. Neyar di hemû qadên jîyanê de çewa dixwaze têkoşîna gel bikşîne bi wî awayî dixwaze dengê dîlên azadî jî qut bike. Lê av berûpaş naherîqe! Ji vê yekê tu hêz nikare li hemberê rastîyan û li ber dengê jîyanê bi sekine!

Cejna gelê me, cejna têkoşîna azadî û serxwebûnê, cejna NEWROZ li gelê me û hemû gelên bindest pîroz be! NEWROZ ’98

Geef een reactie

Het e-mailadres wordt niet gepubliceerd. Vereiste velden zijn gemarkeerd met *