D A X U Y A N Î!

Kurdistan, welatê her Kurdî û her kesê ku, dîrokek dûr û dirêj Kurdistan ji xwe re war neqandîn e. Divê em bi hev re wî welatî rizgar bikin û biparêzin, xwedî li destkevtinên miletê xwe derkevin.

Di têkoşînek dûr û dirêj de bi xwîna bi 100 hezaran xwebexşan îro axek azad di destê me de heye. Ev satûya ku li Başûrê Kurdistanê li ber deste; destkevtinên her Kurd û kurdistanî ye. Têkçûna vê destkevtinê, têkçûna 100 sal ya têkoşîna Kurdistanê ye. Bi vê hişmendîyê, divê em xwedî li vê axa azad, xwedî li statûya Başûrê Kurdistanê derkevin. Ev erkekî netewî; Kurdistanî ye.

Xwepêşandanên li Silêmanî û navçeyên derdorê dimeşin, provakasyonên mezin, yên li henber Kurdistanê û deskevtinên miletê me ye. Di postekî masûm de, dijminên kurdan bicîh bûne û dixwazin ewlekarîya Kurdistanê, asayîşa Kurdistanê têk bibin.

Bi çekan têkdan, sotandin û kujtina ku li van deveran rû dide; ne rewa ye û ne karê Kurd û Kurdistanîyan e. Tenê karesatên hêz û kesên ku ji Bexda, ji Enqera, ji Tehran û ji Sûrîyê emir distînin û bi kurtêlên dijmin tên xwedîkirin in. Ajenda van hêz û kesan ne ajenda Kurd û Kurdistanê ye. Ajend a dijminên me ye.

Ji bona parastina xaka Kurdistanê, destkevtinên miletê Kurd em ne mecbûrin bibin PDK, YNK, Tevgera Goran an jî hêzek din. Em Kurd bin û xwedî helwestek Kurdistanî bin bese. Ji bona parastina destkevtinên miletê me, ne hewceye ku em bakurî, başûrî bin. Em Kurd bin û kurdistanî bin bese.

Em xwedî li axa xwe, xwedî li miletê xwe û xwedî li ala xwe derkevin bese. Ji bona vê helwestê ne hêz, ne partî û ne jî dewlet dikare li henber vê hesta hevpar û qewî derkeve. Her milet bi van hestan serwerîya xwe bidest xistîye û li ser axa xwe bûye xwedî dewlet. Ev rê ji bona me jî pîroze..

Erkê her Kurdperwerî û Kurdistanîhezî ewe ku, xwedî li vê pîrozîyê derkevin.

09.12.2020

Şeyhmus Ozzengîn

Geef een reactie

Het e-mailadres wordt niet gepubliceerd. Vereiste velden zijn gemarkeerd met *