SEROKÊ PÊŞÎ YÊ PDKT NE AV. FAIK BUCAK E, SAÎD ELÇÎ YE!


Di van salên dawî de, hinek rêxistin û siyasetmedarên kurdan bi munasebeta salvegera şehîdkirina serokê duyem yê Partiya Demokrat ya Kurdistana Turkiyeyê – PDKT Av. Faik Bucak bi bîr tînin. Bê guman bibîranîn û rêzgirtina şehîdên Kurdistanê wezîfeyek welatparêzî û helwestek bi rûmet e. Lê mixabin di warê serokê pêşî û yê duyem yê PDKT de gelek caran agahdariyên ne rast têne dayin. Ev çend car in ku ez bi riya hinek malperên kurdî û facebokê hewl didim ku balê bikşînim ser vê agahdarîya şaş û hêvî dikim ku ev şaşî neyê dubarekirin, lê mixabin îsal jî, bi munasebeta salvegera 53an ya şehîdkirina Av. Faik Bucak, ev agahdarîya şaş ji alîyê hinek rêxistin , siyasetmedarên kurd û medîya kurdî ve hate dubare kirin.

Bêgûman, armanca min ne ev e ku ez dile kesekî bihêlim ya jî têkevim nav devjengîyekê; lê wek yekî ji vê ekol û kevneşopîyê têm û di vî warî de xwedîyê agahdarîyên misoger im, wezîfeyek dîrokî dibînim ku li hemberî vê agahdarîya şaş bê deng nemînim û rastîya vê meselê ji raya giştî re û herweha ji vê derdora ku vê yekê hersal dubare dikin diyar bikim. Ji ber vê yekê, ez dîsa pêwîst dibînim ku bi çend hevokan be jî damezrandina “Partiya Demoqrata Kurdistana Tirkiyê” (PDKTyê) û rewşa serokê pêşî Saîd Elçî û serokêyê duyem Av. Faîk Bucak yên PDKTyê zelal bikim.

“Partiya Demoqrata Kurdistana Tirkiyê” (PDKTyê) di 11ê tîrmeha 1965an de, li bajarê Diyarbekirê û bi awakî veşartî (îllegal) hate damezrandin. Di destpêkê de, Av. Faik Bucak ne di nav endamên damezrîner yên vê partiyê de bû. Partî ji aliyê Sait Elçî, Ömer Turhan, Derwşê Sado, Şakir Epözdemir û Av. Şerafettin Elçî ve hatibû damezrandin. Sait Elçî weke serok, Av. Ş. Elçî weke sekreter û Şakir Epözdemir weke muhasib, Derweşê Sado û Ömer Turhan jî weke endamên hîmdar hatibûn hilbijartin. Ji nav vana du damezrênrên PDKTyê birêz Şakir Epözdemir û Derweşê Sado hê dijîn û şahidê vê bûyera dîrokî ne.

Hayên Faik Bucak û Kemal Badilli ji damezrandina PDKTyê hebûn. Di amadekirina destûr û programê de alîkariyên wan yên hêja çebûne. Kemal Badilli xebatên xwe yên li ser ziman û nehezkirina xwe ya ji siyasetê nîşan dide û endametiya hîmdariyê qebûl nake. Faik Bucak jî di destpêkê de dide diyar kirin ku ew vê gavê ji bo xebatê ne amade ye û ji bo vê yekê jî daxwaza hîmdariya Partiyê qebûl nake.
Piştî damezrandina Partiyê, hîmdarên Partiyê, du caran Fehmî Bilal dişînin Rihayê cem Faik Bucak ku wî ji bona endametiya hîmdariyê Partiyê razî bike. Piştî van ziyeretan Av. Faik Bucak daxwaza endametiya hîmdariyê qebûl dike. Sekreterê Partiyê Şerafettîn Elçî dihere Rihayê û li mala Faik Bucak li ser program û destûrê dixebitin. Li gor daxwaz û pêşneyarên Faik Bucak guherandinên dawî tên çekirin. “Pêşgotin” li wê derê dikeve pêşiya programê û bi vî awayî li ser program û destûrê li hevdu dikin.

Faik Bucak di 21ê tebaxa 1965an de tê Diyarbekirê. Pênç damezrînerên PDKT û Av. Faik Bucak li Otêla Turistikê dicivin. Ew li wêderê sûnd dixwe û beşdarî nav Partiyê dibe. Di wê civînê de, Sait Elçî ji seroktîya Partiyê îstifa dike û Faîk Bucak dikin Serokê Partiyê. Dûrnas jî ji sekreteriyê îstifa dike û Saît Elçî dibe Sekreterê Partiyê. Bi vî awayî damezrandina “Partiya Demoqrata Tirkiyê” awayê xwe yê dawî digre.

Nasnavê Av. Faik Bucak yê di nav Partiyê de (Zinar), yê Sait Elçi (Pêşmergê Welat), yê Şakir Epözdemir (Evîndarê Welat), yê Ş.Elçî (Dûrnas), yê Derwêşê sado (Jîrek) û yê Ömer Turhan jî (Bendeê Welat) bû.

Ango serokê pêşî yê “Partiya Demoqrata Kurdistana Tirkiyê” (PDKTyê) ne Av. Faik Bucak e, rahmetiyê Saîd Elçî ye.

Bi hêvîya ev agahdarîya şaş ji alîyê hinek rêxistin, partî û kesan ve neyên dubare kirin, ez herdu serokên PDKT Av. Faik Bucak û Saîd Elçî bi rêz û hurmet bi bîr tînim! Ew û hemû şehîdên Kurdistanê wê di dilê her welatparêzekî kurd de bijîn. Xebat û têkoşîna wan wê pêşiya tevgera neteweyî û demokratik ya ji bo welatekî serbixwe, miletekî azad û civateke demokratîk rohnî bike!

Zinar Soran

Geef een reactie

Het e-mailadres wordt niet gepubliceerd. Vereiste velden zijn gemarkeerd met *