Piştî Sedsali Rûpeleke nû jibo Komara Kurdistanê ya Federal ”Gotin û kirin mêr e, negotin û kirin şêr e, gotin û nekirin kerê nêr e!.”

Siddîq Bozarslan
Di 25.09.2017´an da li Başûrê Kurdistana Federe Referanduma Serxwebûnê bi serfirazî pêk hat. Derdora %73 dengdar çûn ser sendoqan û ji wan jî nêzîkî %93 dengê erê bikar anîn. Ev encam bû rojeva siyasi ya çapemenîya hemî cîhanê. Ji xwe berî referandûmê jî ne tenê dagirkerên welatê me; digel wan jî di serî da Amerika û gelek dewletên Rojhilatî zorê dan desthilatdarîya Kurdistanê da ku referandum çênebe ango were texîrkirin. Hewildanên navdewletî yên herî dawîyê di derbarê referandumê da du roj berîya referandumê bû. Di wê civînê da nameya ku xwedêgiravî ji alîyê Amerika ve wek alternatifa referandumê dane Serok Mesûd Barzanî, ji çar madeyan pêkhatibû ku esas amanca Amerikayê di madeya çaran da bi awayeke zelal hatîbû xuyakirin. Di wê madeyê da ji Barzanî hatibû xwestin ku ew biştgirîya Serokwezirê Îraqê Abadî bike û di hilbijartinên giştî yên 2018´an da aktif cîh bigre da ku Abadî careke dî bi serkeve û dîsa bibe serokwezîr.
Cîyê kêfxweşî û serbilindîyê ye ku Desthilatdarîya Kurdistanê li hemberî hemî çavsorî û tehdîdan stuxwarîyê û dudilîyê nîşan neda û bi biryar erka xwe ya referandumê anî şûnê. Bê guman bi serkeftina referandumê ve gelê Kurd û hemî Kurdistanîyan, rûpela tarîtîya sedsalî girtin û rûpeleke nû ya ronahîyê vekirin. Loma ev qonax hem jibo Kurd û Kurdistanîyan û hem jibo dagirkerên welatê me rengên tsunamiyan nîşan didin.
Lê divê em ji bîr nekin ku %27´ê dengdêran neçûne ser sendoqan û bi awayek referandumê boykot kirine. %7´ê dengdêran jî gotine na ku ev digel dengên boykotê dike %34, ango bi gotineke gilover %35 dike ku jibo civateke kole ku di dîroka xwe da yekemîn car e li ser qedera xwe biryara xwe dide; gelek girîng e û piştkulîyeke mezin e. Ev piştkulîya civata Kurd ku cîyê tirsê ye, di eslê xwe da ne %35 e; li herêmên wek Silêmanîyê û Halepçeyê ji % 40´î jî zêdetir e ku di pêşeroja civata Kurdî da xwedî îşaretên metirsîdar in. Lê cîyê kêfxweşîyê ye ku li Kerkûkê jî ji texmînan zêdetir dengên erê derket ku ev jî derdora %80 ye. Bê guman li wir para walîyê Kerkûkê Necmedîn Kerîm zêde bûye. Belam Kek Necmedîn digel hevalên xwe gelek taxan gerîyane; digel giregirên herêman civîn çêkirine û bi wan ra kontrat îmza kirine û loma bîr û bawerîya civatên cuda yên wan deran sitandine û loma hewqas dengên erê yên zêde derketine.
Ji sala 1991´ê heta 2011´an gelek dewletên nû hatin damezrandin. Nimûne: Yekîtîya Sovyetê di 1991´ê da belav bû, 15 dewlet ava bûn;Yugoslavya belav bû,7 dewlet ava bûn; di heman demê da Çek û Slovak bûn du dewlet; di 1993´an da Eritre ji Etiyopyayê cuda bû; di 2002´an da Timora Rojhilat ji Endonezyayê cuda bû; di encama referanduma 2011´an da Başûrê Sudanê ji Sudanê veqetîya; satatuya Dewleta Erebî ya Filistînê di Neteweyên Yekbûyî da wek çavdêr hat qebûlkirin. Van nimûneyan di van 20 salên dawîyê da qewimêne û 28 dewletên nû ava bûne. Li hemberî avabûna van dewletan, hewildanên raya giştî ya cîhanê, hema bêje normal hatîye dîtin. Lê li Başûrê Kurdistanê referandumek çêbûye û li hemberî wê tu dibêjî qey Tsunamiyek di çarçeweya cîhanê da hatîye qewimandin. Heta radeyek mirov hewildanên hin dewletan wek Îran, Turkîye, Îraq û Suriye fêhm dike; ji ber ku ew dagirkerên Kurdistanê ne û naxwazin problema Kurd û Kurdistanê bi awayeke demokratik çareser bikin û ew bûne xwedî paranoya cudabûnê.
Di raya giştî ya Tirk, Ereb û Eceman da hema bêje ji hemî qadên civatê; çep, rast, oldar, liberal,piranî di enîya antî-Kurd da cîh girtin û maskeyên li ser rûyên xwe avêtin û dijminatîya referandumê kirin.Lê cîyê kêfxweşîyê ye ku jimareyên wan hindik bin jî yên demokrat jî hene ku piştgirîya referandumê kirin. Wek nimûne; ji Konseya Rêveberîya Filistinê Hassan Qureyşeh, bê şerm û heya weha dibêje: ”Wek Ereb, Fransiz û Ingilizan Kurd jî neteweyek e lê ev referandum ne gaveke mesum e.” Li Parlamentoya Baxdayê Ebdulqehar Samerayî ku Serokê Fraksiyona Emel e; piştevanîya referanduma Kurdistanê dike û weha dibêje: ”Bi kêmanî em dê piştevanîya Kurdan bikin da ku em bibin cîranên hev…” Simon Tisdal yê Britanî jî nimûneyeke giring e ku makaleyeke balkêş di vî derbarî da nivîsîye.
Rojnamevanê Ingiliz Simon Tisdal ku nivîskarê Politika Derve yê Rojnameya Ingiliz The Guardian e; di makaleya xwe da (Tirkîya wê di gazeteduvar da çap bûye) piştgirîya daxwazên gelên Kurdistanê dike û rexneyên dijwar li hemberî dewleta xwe Britanyayê, Yekitiya Ewrûpa, Çin, Rusya û Amerikayê tîne zimên. S. Tisdal, di nivîsa xwe da destnîşan dike ku 100 sal berê Kurdistan ji alîyê Britanya û Fransayê ve di navbeyna dewletên Tirk, Îran, Îraq û Suriyeyê da wek çar parçe hatîye parvekirin û Kurdistan bêstatu hatîye hiştin. Dîsa li gor Tisdal, gelê Kurdistanê li hemberî diktatoriya Saddam û li hemberî DAÎŞê têkoşîneke bêhempa daye û li herêma xwe sistemeke demokratik, sekuler û pirrengin ava kirîye û xwedan parlamento û hukûmat e. Desthilatdarîya Kurdistanê li herêmê bûye xwedîyê vîna hemî kêmnetewe û olan ku ev tifaqdarê hemî dewletên rojhilatê ye û di serî da Britanya û hemî dewletên rojhilatê pêwist e piştgirîya referandum û serxwebûna Kurdistanê bikin û ew ji Kurdistanê ra deyndar in û hewce ye vî deynê xwe bidin Kurdistanê.
Wek di referandumê da xuya bû; dewletên rojhilatî hê jî vê politika xwe ya qirêj ya sedsalî dixwazin bidomînin. Loma barê Kurdistanîyan giran e û divê Kurdistanî bi sebir û bi înat bixebitin da ku piştgirîya van dewletan werbigrin. Di pêvajoya referandumê da M. Barzanî, K. Resûl û N. Kerîm wek sê şagirtên Ehmedê Xanî, bûn kelemên dijminan ku divê hemî Kurdistanî li van sê aktorên sereke yên siyasi xwedî derkevin û wan biparêzin. Pêşevayê doza Kurdistanevînîyê Ehmedê Xanî, 332 sal berê di 32 salîya xwe da di Nûbuhara Piçûkan da jibo piçûkên Kurd hin şîretan kirîye ku du ji van ev in: 4/1.” Ger dê te meqsûdek hebî, lazim divê lêbî bi lez/ Xasma te me´bûdek hebî, daîm di emrê wî bibez.” /8/1. ” Ger te divêtin bibî mîr û ser û mu´teber/ Kîzb û xîlafê mebêj ger te bikin ker bi ker” /Bila rawestandina we wek a Îsa, Musa, Sokrat, H. Mansûr, Bistamî, Suhreverdi û Pîr S. Abdal bibe. Belam li dij zilmê di rawestandina bi rûmet da, rawestandina xwedê heye.
Wêneya Merasima Mam Celal Talabanî jibo koça dawîyê
Sekreterê Giştî yê YNK Mam Celal Talabanî, li paytextê Almanyayê Berlinê di 03.10.2017´an da jîyana xwe ji dest da. Ez ji malbata Mam Celal ra, ji rêveberîya YNK ra û ji gelê Kurd ra sersaxîyê dixwazim û xemgînîya xwe digel wan parve dikim. Jibo Koça Dawîyê yê Mam Celal, li Firokexaneya Navdewletî ya Silêmanîyê di 06.10.2017´an da Merasimeke Taybet çêbû. Di wêneya merasimê da nuxteya ku zêde bala min kişand; Xêro Xanim û kurê wê yê mezin Bafil Talabanî, heta dawîya merasimê li cîyê xwe yê dîyarkirî runiştî man. Dema Kubad Talêabanî digel malbata xwe çeleng danîn ser cenazeyê bavê xwe; bi hindikayî be jî li gorî usulê Xêro Xan û kurê wê Bafil dikaribûn digel Kubad beşdarî bikirana. Wêneyê nîşan da ku ew her du di xatirxwestinê da jî xeydok bûn û nexwestin qedrê Mam Celal bigrin.
Ez naxwazim li ser merasimê tiştek bêjim; ji ber ku nivîskarê Ereb Semir Ubeyd hîsên min jî anîye zimên ku merasimeke mikemel bû. Li gor nûçeya Rudawê (07.10.2017) nivîskarê Iraqî Semîr Ubeyd, behsa merasîmên bi axê spartina Mam Celal dike û ”Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî, bi hûrgilî û bi hesteke siyasiyane, bi peyameke bihêz suprizeke mezin pêşkêşî kesên amade û welatên cîhanê kir dema ku termê Talabanî bi alayeke taybet û rêxistineke ciwan, mûzîkeke serbazî ya taybet hatibû amadekirin û ji cîhanê ra got ku ev der Dewleta Kurdistanê ye û Kurd yek deng in, pirsgirêkek di nav wan da nîne ye, belge jî ev merasim (seremoni) bi xwe ye ku di çarçeweya Dewleta Kurdistana Serbixwe da amade bûye û hemî binemayên dewletê amade ne û tenê ragihandin maye…” dibêje
Jêrenot:
Xwendoxên hêja! Piştî ku encama referandumê bi awayeke fermî hat eşkerakirin; êrîşên Tahran, Ankara û Baxdayê gihan asteke bilind û Baxdayê ragihand ku wê trafika ezmanî ya navdewletî ya Silêmanî û Hewlêrê were girtin. Êdî dor hatibû ku Baxda-Tahran-Ankara tehdîdên xwe yên berîya referandumê yek bi yek têxin jîyanê. Ji ber ku xeta ezmanî wê bihata girtin; min bernameya xwe guhart û di 28´ê îlonê da ji Hewlêrê bi rîya Beyrut û Moskovayê vegeriyam Stockholmê ku zêdeyî 30 seet ajot.
Min vê nivîsê di 16´yê oktobirê da amade kiribû, lê ji ber promlemeke teknikî wê neweşandibû. Lê dema trajediya Kerkûkê rûda; jiber şokeke mezin demeke dirêj ez nikaribûm tiştek bikim. Lê bi dagirkirina Kerkûkê ji alîyê Waşington, London, Baxda, Tahran û Ankara´yê ve li Başûrê Kurdistanê qonaxeke nû destpêkir. Nirxandina vê qonaxê ez dê paşê bînim zimên. Bi rûdana bûyera Kerkûkê ve ez bi derd û keser ketim nav xem û xeyalên salên 60´î ku wê demê ez hê zarokek an sakolek bûm û ji devê mezinan gelek caran gotinên ku di rêzikên ”Gilîya Daran” a Xalê Fehmî (Fehmîyê Bîlal-xelkê Licê jê ra digotin ”Xalê Fehmî”- katibê Şêx Seîd.) da hatibûn zimên, hatin pêşberî min. Loma min xwest nivîsê bi van rêzikên Xalê Fehmî tewa bikim û bi hirmet rihê wî yê pak bibîr bînim.
Gilîya daran
”Şevek ji şevan, rojek ji rojan/ Roj li ser Çîyayê Cebexçûrê çû ava/ Êzingvan hatin/ Di bin dareke mazî ya kevnar da/ Werîsên xwe danîn erdê/ Û bivir danîn ser kevirekî/ Li benda ronahîya sibê sekinîn/ Dara mazî gazî dor û berê xwe kir/ Gote wan:
”Ev weha nabe/ Bivir dîsa vaye hatîye/ Piştî qasekî wek hergavî/ Dê serê we bibire/ Divê em ji xwe ra serokekî hilbibjêrin/ Da ku ew bivir ra mijûl bibe./ Jê hêvî û rica bike/ Belkî li me rehmê bike.”
Wan wê dara mazî ya kevnar/ Jibo xwe kirin wekîl/ Wê darê gazî kir û got:
”Begê min ma qey ne bes e? / Eva bi salan e hûn serê me dibirin/ Kokên me ji erdê radikin/ Bi tevlî ku em darê mazî/ Ji darên din gelekî fêdetir in/ Her çi darên din salê berekî wan hebe/ Lê belê yên me salê sê-çar berên me hene/ Mazî, gangol, qijik, şepik, antûve, berzî/ Pelên me dibin alifê pez/ Şaxên me dibin şewata tenûran/ Êzingên me dibin ardûyên zivistanan/ Darên me dibin mirdyaqên xanîyan/ Rayên me avê ji bin erdê dikşînin/ Dibe jîyan jibo erd û zevîyan.”
Bivir got: ”Heso tu bi du alîyan ve şaş î/ Carekê tu hêvîya însafê ji min dikî/ Mixabin ew di cewherê min da tune/ Ya duduyan, ez hêza xwe ji te digrim/ Serê te bi destê te dibirim/ Ger tu nedî min destbivir/ Ha ez, ha ev kevir.”
Ev mesela Kurdan e/ Hinek heramzade ne/ Hinek nankor ewlad hene/ Heta Kurd destgir û piştgirên neyar bin/ Her tim dê di bin nîr da bêçare û belengaz bin.” (Fehmîyê Bîlal, 1887-1967, Pirtûka Licê, Amed Tîgrîs, W. Apec, R. 136-138)
16.11.2017/Swed

Geef een reactie

Het e-mailadres wordt niet gepubliceerd. Vereiste velden zijn gemarkeerd met *