Mustafa Kemal, 24 eyar canbazek û nejadperestek bû!  

Tirkan, Atatirk wek Xwedê dîtine

Wek mamoste Fikret Başkaya dide xuyakirin, li cîhanê mumkûn e ku tu serokek qasî Atatirk resmên wî nehatine pirkirin û belavkirin, peyker (heykel, hîkel), abîde (bîrdar) û bustên wî nehatine çêkirin, çi di jîyana wan da û çi di piştî jîyana wan da. Mirov bi gotineka dî dikare bêje ku di vî derbarî da Atatirk rekor şikandîye. Tê gotin ku ew bixwe ji wan peyker û abîde (bîrdarî-anit) û resmên xwe pir hez kirîye. Abîdeya wî ya ewil di 1927an da li Sarayburnuyê hatîye çêkirin. Çend mîsal em li jêr bibînin ku di dema jîyana Atatirk da raxistine pêşberî çavên mirovan ku ew wek Xwedê bûye ku ji alîyê zanayên tirk ve hatine parastin. Nûçeyek ku di 5ê tebaxa 1935an da di Rojnama Cumhuriyetê da derçûye, weha ye:

”Atatirk Xwedayekî nîvco ye; bavê tirkan e. Jibo tu şefekî dewletê hew qas heykel (peyker) çênebûne ku hê ew li jîyanê bûne; ne peykerên Mussolini, ne yên Hitler û ne jî yên Lenin, bi yên wî ra nikarin werin pîvandin (muqayesekirin).” 

Wer xuya dibe ku hew qas resm û peyker û anit, wek aletek (alavek) ku cîyê valayîya ideolojiya serdestîyê tije kirîye ango dagirtîye. Aka Gündüz, şaîrekî dewletê yê wê demê bûye ku di helbesteka xwe da van malikan jibo Atatirk rêz kirîye:

”Tiştê nedîtî, dibîne

Tiştê nayê zanîn, dizane 

Tiştê nayê bihîstin, dibihîse

Tiştê nayê hîskirin, hîs dike                                                                                                                                                          Tiştê nayê pelçiqandin, dipelçiqîne”

Şaîrekî dî jî di malikên xwe da weha nivîsîye:

”Ew e ewlîya, ew e pêxemberç

Atatirk ê sen´etkar”

Çarînên Merşa Atatirk ên ewil jî weha ne:

”Wek Xwedê xuyaye li her derî                                                                                                                                          Li asîmanan, li deryayan, li erdan                                                                                                                                                Dil dixe pê, ji xwe diçe dihere                                                                                                                                                      Li çi alî çav dinêre Atatirk.”

Helbestên weha yên pesindarîyê gelek in û ji sedî zêdetir şaîr di malikên şîr´ên xwe da pesnê wî dane. Her weha grubeke mezin ên ”şaîrên dewletê” derket meydanê ku li cîhanê numûneyên weha kêm tên dîtin. Yek ji wan şaîrên navdar Behcet Kemal Çağlar bûye ku jibo Atatirk bi navê ”Yeni Mevlit” (Mewlûdeka Nû) mewlûdek nivîsîye. Qet di xema yekî da nebûye ku prensib jibo, ”… dema şaîr, şiîra xwe wek aletek bi kar bîne, ew şaîrtîyê dixe bin pîyan” tê çi wateyê û wan bi xwe bi wan kirinên xwe şaîrtîyên xwe xistine bin pîyan û cewherek ji şaîrtîyên xwe nehiştine.

Piştî mirina Atatirk jî gelek tişt hatine nivîsîn û gelek pirtûk jî çap bûne. Piştî mirinê di rojnameyan da jî gelek nivîs û nûçe derçûne ku di yek ji wan da hatîye nivîsîn ku:

”Atatirk, jibo te mirin tune ye.

Mirin çênabe!

Tu Xwedanê tirkîtîyê yî! 

Qet Xwedê dimire?”

”Xwedê namire, eger ew bixwaze, demek dê xuya bibe”

Celal Bayar jî li ser çîroka jîyana Atatirk kitêbek nivîsîye. Bayar dibêje:                                                                   ”Hezkirina ji Atatirk jî îbadetek e.”

Di 1933an da Suat Tahsin di nivîsareka xwe da weha dibêje:

”Muhammed, murşîdekî gewre; Aristo, filozofekî alemî; Îskender, eskerekî muhteşem; Bismark, sîyasîyekî yaman; Lenin, inkilapvanekî dahîyane; Danton, xetîbekî sehhar, lê Mustafa Kemal, dahîyekî fevkalade bûye.” (Fikret Başkaya, Paradigmanın İflası, Doz Y. 1991 İstanbul)

Geef een reactie

Het e-mailadres wordt niet gepubliceerd. Vereiste velden zijn gemarkeerd met *