BIŞAFTINA ZIMANÊ KURDÎ

Ziman bi çêbûna mirov re hatîye holê. Gava ku mirovan bi hevkarî dest bi berkêşanê kirin, ji bo ku di hev bigehîjin û bi hev re alîkarî bikin, pêwîstîya wan bi derxistina dengan û bi karanîna ziman çê bû. Bi pêşveçûna hêzên berkêşanê û berhimandina civakî re, ziman jî pêş ve çû.

“Ziman lebatekî (organekî) zînde ye.” Mîna ku hemî pêwendî û çalakîyên civatê bi rêya ziman saz dibe, hemû heyîyên civatê yên çandî, hunerî, zaniyarî, aborî, dîrokî, ramiyarî û hwd jî bi ziman ve girêdayî derdikeve holê û bi hev re geş dibe. Bi kinahî pêşveçûna ziman, bi pêşveçûna berhemên civatê ve girêdayî ye.

“Hiş, berî her tiştî xwe di ziman de rê dide û ziman, gava ku em ji dayik çê dibin, derdikeve pêşberî me.” Wê gavê, ger ku ziman qels û tevlihev be, hiş jî qels û tevlihev e.

Ziman û ramana mirov, rasterê bi hev ve girêdayî ye. Ziman çendîn fereh û dewlemend be, raman jî ew çend fereh û dewlemend e. Civaek zimanê wê peşde neçûbe, an hatibe qedexekirin û bişaftin, ew civat ji alî hemû heyîyên xwe ve bi şûnde dimîne, kambax dibe û seqet dimîne.

Mêtinkaran, ji bo ku bi berdewamî Kurdistanê talan bikin û keda gelê Kurd bimijin, rasterê hebûna netewa Kurd înkar kirin. Bingeha hebûna neteweyekê, bêguman zimanê wê netewê ye. Loma mêtinkaran bi hemû dezgeh, sazî û pergalên xwe ve ketin xebata bişaftina zimanê Kurdî.

Serwerên mêtinkar, piştî ku zimanê me qedexe kirin û dest bi bişaftinê kirin, ji me re gotin; “Kuroyê bi terî, serhişk û bêmejî!”

Wan zimanê ‘kuro’ qedexe kirine, zimanê xwe bi darê zorê sipartiyê, divê; “de bira ‘kuro’ di min bigehîje û xwe bi min bide gehîştin!”. Bi ser de jî tinazên xwe bi tirkî (erebî û farisî) ya ‘Kuro’ dikin. Hinek rewşenbîr û hunermendên wan jî li ser ‘hovîtî, bêhişî û gêjîtîya(!) Kurdan’ fîlm, şano û bernameyên komedî çê dikin.

Gava ku civatek bi zimanê xwe perwerde ne be, nexwîne û nenivîse, çand û hunera xwe nexebitîne, her mirovekî wê civatê ne gengaz e ku di tevaya zimanê civata xwe de bigehîje.

Her civat bi parvekirina kar, di nava xwe de dabeş bûye. Hin kes bi cotkarî, hin bi şivantî, hin bi hesinkerî an bi xeratî, hin bi karên çand, huner û sîyasî û bi hwd ve mijûl dibin. Her karek an beşek pîşekarî, bi amûr û pergalên taybetî tên kirin û tên bi rêkxistin, loma her kar xwedîyê pêwendî, têgeh û navên taybetî ne. Sazîyên perwerdekirinê tune bin, mirov di hev nagehîjin.

Tew mirovên Kurd yên ku li bajaran dijîn, zarokên Kurd yên ku li wan deran mezin dibin, cîhana wan ya raman û ziman tengtir dibe; him dewlemendîya zimanê Kurdî wenda dikin, him jî zimanê serdestan baş hîn nabin. Zarokên Kurd yên li bajaran mezin dibin, ne bi Kurdî, ne jî bi zimanekî din, navê piranîya heywanên bejî û yên avî, teyr û teba, dar û ber, pincar, gul û gîha, kurm û kêzik, madenan û gelek tiştên din nizanin.

Bi egera gelek kanalên tv’yên serdestan ku bi şev û bi roj weşanê dikin, êdî li gund û bajarên Kurdistanê jî her kes li wan kanalan gohdar û temaşe dikin, loma zimanê Kurdî bêtir ketîye xeterê. Li malekê, du mirov nema karin ji xwe re li hev rûnin û bi zimanê xwe galegalekê bikin. Êdî tv’yên bişaftkar, dewsa civatê û şêwrên bi Kurdî girtine. Demên berê, herkes li civatan rûdinişt, bi Kurdî çîrok, serpêhatî, stran, bûyer, nûçe, dîrok, raman û dîtinên xwe ji hev re digotin. Civatên xwe bi qerf û henek, zalve, pêkenîn û mamikan şên dikirin; diketin gengeşî û nîrxandinên dûvdirêj û rengîn. Li gorî civatek girtî û gundî, vêna jî dewlemendîyek bû. Lê îro, ev dewlemendîya ziman û çanda me jî dimire.

Heta ku welatê me rizgar û gelê me azad nebe, bişaftin jî her û her wê berdewam be. Lê di demajoya tekoşîna rizgarîyê de, divê li hember bişaftinê jî em bitekoşin. Di vî warî de, tv’yên Kurdî rolek grîng dilîyizin. Divê em kanalên tv û radyoyên Kurdî zêde bikin û bernamên wan dewlemend bikin. Rêxistin, komel û sazîyên Kurd, divê kampanyayê axaftin, xwendin û nivîsandina Kurdî li dar bixin. Divê di her warî de em giranî bidin weşanên dîtinbar. Her nivîskarê Kurd, divê ji xwe re nivîsandina bi Kurdî bike armanc. Encax wê gavê, belkî em hinekî rûxandina bişaftina li ser zimanê Kurdî kêm bikin.

Bir cevap yazın

E-posta hesabınız yayımlanmayacak. Gerekli alanlar * ile işaretlenmişlerdir