Beşdariya pitir ji 100 girûpan li Zagrosanê de

Li ser daxwaza Encumena Kesk a Çiya, bi armanca parastin û vejandina keskatî û daristanên Zagrosê, roja Înê 10ê Sermawezê li çendîn bajarên Rojhilatê Kurdistanê, çalakiyên berfire ji aliyê xelkê jîngedost ve li çiyayên Zagrosê bi rê ve çon.

Encumena Kesk a Çiya, daxwaz kiribû ku bila xemxwerên jîngeha Kurdistanê heçî kîjan ji aliyê xwe û ji bajar û nawçên xwe ve, çalakiyekî parastin û vejandina jîngeh û daristanên çiyayên Kurdistanê dest pêbikin.

Li ser wê daxwazê, pitir ji 100 kom û deste û girûpên jîngedost li Zagrosanê de beşdar bûn û di cihê wan darên sirûştiye ku bi sedemê cudaye wek Birîn, Agirpêkevtin, jinavbirina ji aliyê rejîmê ve, dar û tovê darên sirûştî çandin.

Di hin cihan jîngeh hate paqijkirin, hin cihan li cihên daristanên şewitî, tovê dar Berûyan hatnê çandin, li hin cihan jî ku dar hatibûne birîn, çirpîk û darên sava hatne çandin.

Gorî amara ku hatî belavkirin di agirpêkevtinên îsal de, bi sedan hezar Dar şewitîne û ji nav çone ku xwe pitir ji 500 Kîlometrên çwargoşe dide.

Piraniya Agirpêkevtin, birîn û dagîrkirina Daristanan, ji aliyê rejîmê û dav û destkên bi kirêgitiye wê ve têne kirin bi armanca têkdan û ji navbirina keskatî û ciwaniya kurdistanê.
https://kurdistanmedia.com/ku/news/2023/12/1

Geef een reactie

Het e-mailadres wordt niet gepubliceerd. Vereiste velden zijn gemarkeerd met *