PAK, PSK, TDK-TEVGER: DI DERBARÊ HERÊMÊN KU ERDHEJÊ LÊ RÛDANE DA ÇAVDÊRÎ Û PÊŞNIYARÎYÊN ME

Di roja 06.02.2023yê da du erdhejên bi şîdeta 7.7 û 7.6ê, ku navenda wê navçeya Pazarcik a bajarê Mereşê bû rû dan. Ev erdhej bû sebep ku zerar û têkçûneke mezin a canî û malî.

Vê erdhejê, deh bajar û bi sedan navçe û gund û mezrayên ku ji 13 milyonan zêdetir mirov lê dijîyan da ber xwe ku piranîya wan jî li Bakurê Kurdistanê bûn. Li gorî amarên heta îro hatine ragihandin, hejmara kesên ku di vê erdheja Mereşê da jîyana xwe ji dest dane ji 35 hezarî zêdetir in; hejmara birîndaran jî nêzîkî 100 hezar kesî ne. Bi sed hezaran avahî jî rûxiyane.

Tu şika me jê tune ye ku, zerara rasteqînî ya canî û malî gelekî mezintir e û dê hîna jî zêdetir bibe.

Erdheja Mereşê wek felaketeke herî mezin ya vê sedsalê tê pênase kirin. Aşkere ye ku, tesîra însanî, aborî, civakî, psîkolojîk, tenduristî û demografîk ya vê erdhejê dê bi salan dewam bike.

Heyeteke hevbeş a PSK, PAK, TDK-TEVGERê, ji bo tesbît kirina rewşa heyî û  pêwîstîyên wan herêmên ku erdhejê tesîreke gelekî mezin lê kirîye, wek Semsûr (Adiyaman) , Mereş, Hetay, Dîlok (Entab) û Meletê û li navçeyên van bajaran, çar rojan li gel mexdûrên erdhejê û dezgehên sivîl hevdîtinên berhemdar kirin; lêkolîn, seredan û çavdêrîyên berfireh pêk anîn; beşdarî tazîyeyên wan malbatên ku qurbanî dane erdhejê bûn.

Piştî seredanên ku heyeta hevbeş a TDK-TEVGER, PSK û PAKê li herêmên erdhejê kirine, em dixwazin çavdêrî, agahî, û encamên berfireh yên van seredanan bi gelê xwe, raya giştî, berpirsyarên dewletê û bi raya giştî ya cîhanê ra parve bikin.

Berîya her tiştî, em bangî her Kurd û Kurdistanîyekî li her kujekî cîhanê dijîn dikin, da ku ji bo mexdûrên erdhejê kampanyayên berfireh organîze bikin. Divê  ev wek wazîfe û berpirsyarîya me ya însanî û milî bê qebûl kirin.

Herweha ji ber alîkarîyên wan ên ji bo mexdûrên erdhejê, em spasîya Hikûmeta Herêma Kurdistanê, Weqfa Xêrxwazîya Barzanî, spasîya hemû dewletan, beledîyeyan, partîyên sîyasî û dezgehên sivîl û kesayetan dikin.

Semsûr (Adiyaman)

Heyeta me, li  Semsûrê, li wan deverên ku di erdhejê da zerareke mezin dîtine gerîyane, lêkolîn kirine, bi mexdûrên erdhejê, dezgehên sivîl û dezgehên xêrxwazîyê ra, bi tîmên hawarhatina  kesên ku di bin kavilan da ne, hevdîtinên berfireh kirin.

Di van lêkolîn, hevdîtin û seredanan da dîyar bû ku, ji %90ê avahîyan têk çûne, êdî dê nikaribin bêne bikar anîn. Erdhejê bi taybetî zerareke gelekî mezin gîhandîye deverên Harhar, Yeşîlyûrt, Cumhûrîyyet, Kayapinar û Yenîmahalleyê. Tê gotin ku, kolonên hinek avahîyan berîya erdhejê hatine birrîn û vê yekê jî avahîyên rûxayî zêdetir kirîye. Ji 1/3ê gelê Semsûrê bajarê xwe terk kirine; yên mayî jî di rewşeke gelekî zehmet da liberxwe didin da ku jîyana xwe berdewam bikin.

Dewlet, ji bo mirov ji bin kavilan bi saxî bêne derxistin jî, ji bo rakirina kavilan jî gelekî dereng maye. Herweha ji bo gîhandina avê, xwarinê û cil û bergên zivistanê jî dereng maye û di bicîh anîna hewcedarîyên mexdûran da gelekî lawaz maye. Meriv dikare bêje ku dewletê gel terkî qedera xwe kirîye. Ji ber van îhmalkarîyan, ji ber dereng gihîştina tîmên hawarhatinê, ji ber di wexta xwe da û bi awayê pêwîst midaxele nehatîye kirin bi hezaran mirovan jîyana xwe ji dest dane. Di veşartina cenazeyên qurbanîyan da jî gelek zehmetî hatine kişandin û van zehmetîna hîna jî berdewam in.

Li Semsûrê rewşeke kaotîk, bi her awayî bêserûberîyek heye. Ji bo ji bin kavilan bi saxî derxistina mirovan û ji bo rakirina kavilan tu koordînasyon û hemahengî di navbera dezgehên dewletê da tuneye. Bi hezaran mirov hîna jî bêyî çadir û konteyneran di wê serma û seqemê da dijîn. Bi herkesekî ra bêhêvîtîyeke mezin û li  her derê kaoseke berbiçav heye.

Em bi xwe jî şahid bûn ku, tîmên hawarhatinê yên Hukûmeta Herêma Kurdistanê, Emerîka, Çîn, Bulgarîya, Koreya Başûr û Macarîstanê li Semsûrê li ser kavilan di nav hewl û xebateke hêja û fedakarane da bûn ku, bikaribin mirovan ji bin kavilan sax derbixin an jî kesên ku jîyana xwe ji dest dabin jî bi ûsûl û rêbazên însanî ji bin kavilan derbîxin. Lê li gorî agahdarîyên ku me wergirtin, ji ber ku di navbera rêvebir û  berpirsyar û dezgehên Dewleta Tirkîyeyê û van tîmên ku ji derva hatibûn da hemahengî û koordînasyonek rêk û pêk tune bû, xebatên van tîmên ji derve hatibûn mixabin di asta ku pêwîst bû berhemdar nedibûn.

Di wê dema ku em li Semsûrê bûn, em pê agahdar bûn ku pêwîstîya nanî bi awayekî giştî hatîye çareser kirin û êdî di asteke baş da xwarin digihêje mexdûran.

Nuha li Semsûrê pêwîstîyên sereke evin: Konteyner, tûwaletên mobîl, çadir, betanîye, beqlîyat, firaxên xwarinê, derman, tupê xazê, sobe, komir, êzing, işildaq, pedê zarokan û jinan.

Li Kehta ya navçeya Semsûrê sê avahî rûxane û 70 kesî  jîyana xwe ji dest dane.

Tîmên hawarhatinê û alîkarîyên pêwîst , xwarin û av gelek dereng gihîştine gundên Kehtayê û gundên din.

Yek ji cîhên herî zêde zîyana canî çêbûye û avahî lê rûxane navçeya Golbaşi ya Semsûrê ye. Nifûsa Golbaşiyê 35 hezar e. Li Golbaşiyê nêvîyê avahîyan rûxîyane, yên mayî jî di wê astê da ne ku kes nikare lê rûne. Xeta fayê di nêva bajêr da derbas dibe û ev jî bûye sebep ku nêvîyê bajêr têkbiçe. Rêya ku di nîvê bajêr da derbas dibe jî tekîya ye, têk çûye. Di dema ku heyeta me li Golbaşiyê bû, gelê Golbaiyê bajar terk dikir û Gobaşi bibû bajarekî xeyaletê, wêran û vala.

Pazarcik a navçeya Mereşê navenda erdheja ewil bû ku bi şîdeta 7.7 rûdabû. Di vê navçeya ku nifûsa wê 60 hezar e, em dikarin bêjin yek avahîya ku saxleme nemaye. Pazarcik hema hema bi temamî vala bûye, yên ku karîbûne bajar terk kirine, kolan vit û vala bûn. Malbatên qurbanîyên erdhejê ji me ra gotin ku wan gelek cenazeyên xwe bêyî kefen veşartine. Ew kes û dezgehên ku me ji wan agahdarî wergirtin, gotin ku li gundên Pazarcikê gelek kesan canê xwe ji dest dane. Li gundê Nacar a ku nifûsa wê 260 kes bûn, ji erdhejê bes 10 kes filitîne.

Em li navenda bajarê Mereşê bûn şahidê têkçûn û rûxandineke gelek mezin. Gelek tîmên hawar hatinê li ser kavilan dixebitîn. Di navenda Mereşê  da piranîya avahîyan xesareke mezin dîtine û dê kes nikare tê da bimînin. Piranîya xelkê  Mereşê bajar terk kirine.

Nûrdaxi, Islahîye, Kirikhan

Di erdheja Mereşê da sê navçeyên herî zêdetir zerar dît Nûrdaxi, Islahîye û Kirikhan in.

Meriv dikare bêje ku navçeya Nûrdaxi  ya Entabê hema hema nema ye.Tu avahîyeke saxlem tune bû. Hêjmara kesên ku jîyana xwe ji dest dane gelekî zêde ne.

Wan kesên ku em li navçeya Islahîye ya Entabê bi wan ra axiftin, gotin ku li gorî texmînên me, li Islahîyeyê  kesên ku canê xwe ji dest dane ji 20 hezarî zêdetir in.Li ser erdhejê hefteyek derbas bûye, lê hîna jî di bin kavilan da însan hene. Gelê Islahîyeyê di nav êş, xem, hêrs, bêhêvîtî û bêçaretîyeke mezin da ye.

Her çiqas di ragehandinê da zêde behsa navçeya Kirikhan a Hetayê nayê kirin jî, lê li vê navçeyê jî zerareke mezin ya canî û malî heye.

Ji ber ku navçeyên Nûrdaxi, Islahîye û Kirikhanê li ser xeta fayê ne, zerara canî û malî di asteke herî bilind da ye. Li gundên van her sê navçayan, gelek kesan canê xwe ji dest dane û hîna jî hinek cîhên ku kesî xwe negîhandinê hene. Ji ber ku li ser rêya Nûrdaxi û Hetayê gelek rê têkçûne, di çûyin, hatinê da astengî û pirsgirêkên gelekî mezin peyda bûne.

Me li Islahîye û Nûrdaxiyê seredana hinek malbatên ku kesên wan di erdhejê da jîyana xwe ji dest dane kir û me sersaxî ji wan ra xwest.

Hetay

Bajarê ku di erdheja Mereşê da zerara herî mezin dîtîye Hetay e. Bajar bi temamî wêran bûye, xera bûye.Têkçûna li bajarê Hetayê di asteke tirsok û xeter da ye. Ji ber ku bajar bi temamî têkçûye, li gelek cîhan rê hatibûn girtin, ne mimkun bû ku em xwe bigihînin gelek deverên bajêr. Her derên bajêr bibû gora kavilan.

Ew kesên ku nuha li Hetayê mane, bi hêrs û xem û êşeke mezin li bendê ne ku merivên wan ên di binê kavilan da ne, sax an mirî bêne derxistin.

Heger em rastîya meseleyê bînin ziman; mixabin êdî bi navê Hetayê bajerek nemaye. Ew Hetay a ku bi pir rengî, pir kulturî, pir etnîtîseyî ya xwe ve tê nasîn, ew Hetay a ku bi dewlemendîya xwe ya kulturî û dîrokî tê zanîn; mixabin nuha di bin kavilên erdhejê da wenda bûye.

Dîlok (Entab)

Ew mexdûrên erdhejê û rêvbirên dezgehên sivîl yên ku li Entabê ne, em bi wan ra axivîn, gotin: ‘‘li vî bajarî nêzikî 200 avahîyî rûxane û di 15 avahîyên ku rûxane da gelek kesan jîyana xwe ji dest dane. Li gorî agahdarîyên heyî, heta nuha ji 1000î  zêdetir mirovan jîyana xwe ji dest dane.‘‘ Di dema ku em li nav bajarê Entabê digerîyan, me dît ku bajar bi piranî vala bûye û gelek kesan bajar terk dikirin.

Meletîye

Me di seredana xwe ya li Meletîyê da, li gel mexdûrên erdhejê, rêvebirên dezgehên sivîl, dezgehên xêrxawazîyê hevdîtin kirin û me di derbarê encamên erdhejê û pêwîstîyên heyî da agahdarîyên berfireh wergirtin.

Li gorî agahdarîyên ku me ji berpirsên TMMOBê (Yekitîya Odeyên Mîmar û Muhendîsan) wergirtine; ‘‘li Meletîyê li deverên nêzî çîya û yên binê erdê wê xurt in , zerar kêmtir bûne; lê li deverên ku erdê wê sist e zerareke mezin çêbûye.

Nifûsa nav bajarê Meletîyê 600 hezar e. Heta nuha bi temamî 12 hezar çadir gihîştîne bajêr; lê pêwîstî bi kêmanî bi 100 hezar çadiran heye. Hîna jî hinek gundên ku kesî xwe negîhandîyê hene û gelek kes di binê wan kavilan da ne. Herweha li hinek deran borîyê avê teqîyane û yên ava paqij û ava pîs têkel bûne, pirsgirêka ava vexwarinê jî li Meletîyê heye.

Li Meletîyê  pêwîstîyên herî berbiçav, çadir, konteyner, sobe, êzing, komir, beqliyat û av in.

Nifûseke gelek mezin ji Meletîyê bar kirine û hêjmarek gelekî kêm li Meletîyê mane.

Dîyarbekir

Li Dîyarbekirê  di erdhejê da 350 kesan jîyana xwe ji dest dane. Gelek avahîyan xesareke mezin dîtine ku êdî kes dê nikaribe tê da bijî. Gelek kes ji Dîyarbekirê ji bo nevçeyên dor û berê bar dikin. Yên ku xanîyên wan zerar dîtibin, li çadir, dibisten, holê sporê, mizgeft, dêr û holê dawetan da dimînin.

Bi xebat û kampanyayên dezgehên sivîl yên li Dîyarbekirê, pirsgirêkên xwarinê, cîhên lê mayinê û cil û bergan gelekî kêmtir bûn.

TESPÎT Û PÊŞNIYARÎYÊN ME

A)Tespît û pêşniyarîyên me yên ji bo demeke  kurt:

1.Ji roja rûdana erdheja Mereşê heta îro, pirsgirêka herî berbiçav ev bûye ku di navbera dezgehên peywendîdar ên dewletê da koordînasyon û hemahengîyeke pêwîst pêk nehatîye. Berîya her tiştî divê ev pirsgirêk bê çareser kirin.

2.Divê di demeke herî zû da, ji bo ku wan kesên di binê kavilan sax in an jîyana xwe ji dest dane, ji binê kavilan bêne derxistin.

3.Ji bo wan kesên ji ber ku xanîyên wan zerareke mezin dîtîne, divê demildest cîhên lêmayînê bêne tesbît kirin û divê pirsgirêka wan a germkirinê bê çareser kirin.

4.Herweha ji bo mexdûrên erdhejê divê bajarên ji konteyner û çadirên zivistanê ve pêk hatine bêne ava kirin.

5.Hemû alîkarîyên ku ji bo mexdûrên erdhejê têne kirin, divê bi awayekî adilane, li ser esasê wekhevîyê û bi heqanîyet bêne belav kirin.

6.Ji bo rê li ber nexweşîyên ku yek ji yekî digirin bêne girtin, divê tedbîrên cidî bêne girtin.

7.Divê ji bo mexdûrên erdhejê xebateke berfireh a alîkarîya psîkolojîk û civakî bê organîze kirin.

8.Divê hemû deynên mexdûrên erdhejê yên zerîbê û yên wek wê tune bêne hesibandin. Divê ji bo esnaf û karsazan kredîyên demdirêjî bê dayin.

9.Ji bo ku her kesekî mexdûrên erdhejê bikaribe jîyana xwe bidomîne, divê meaşekî di asta mehane ya herî kêm ji bo wan bê tesbît kirin.

10.Divê ji bo zarokan, kesên kêm endam û kesên ku temenê wan mezin in, kesên ku muhtacî alîkarîyê ne, bernameyên taybet ên alîkarîyên tenduristî, fizîkî û derûnî bêne pêk anîn.

11.Li hemû deverên ku erdhejê lê rûdaya, divê hemû pêwîstîyên perwedeyê bêne  bicîh anîn.

12.Divê hemû xebat û bernameyên ji bo alîkarîya erdhejê, bi koordînasyoneke li gel dezgehên sivîl, rêxistinên meslekî, sendîka, komeleyên mehelî û bi şaredarîyan ra bêne organîze kirin. Divê dezgehên dewletê girîngîyê bidin,  tecrube, zanîn û enrjîya van hemû alîyan û feydê ji wan werbigirin.

  1. Hemû tedbîr û xebatên ku ji bo ava kirina bajaran û alîkarîyên ku ji bo mexdûrên erdhejê têne kirin, divê xwe ji hişmendîyeke ku demografîya herêmê biguherîne dûr bixe.

B)Tespît û pêşniyarîyên me yên ji bo demeke  demdirêj:

1.Tirkîye û Kurdistan, di herêma ku rîska erdhejê lê zêdeye da ne. Ji ber vê yekê    jî divê hemû warên jîyanê (perwerde, aborî, zîraet, ava kirina bajaran, veguhestin û yên din) li gorî vê rastîyê bêne ava kirin, bên organîze kirin.

2.Ji bo ava kirina bajaran û bînasazîyê, divê stratejîyeke li gorî rastîya erdhejê û zanistê bê danîn.

3.Ji bo têgihîştina wate û tedbîrên erdhejê divê girîngîyeke taybet di bernameya perwerdeyê dabê bicîh anîn.

4.Em dizanin ku ‘’Yê mirovan dikuje ne erdhej e; avahîyên ne li gorî prensîbên endazyarî hatine ava kirin mirovî dikujin’’. Ji bo ava kirina avahîyên ku bikaribin xwe li ber erdhejê bigirin divê navendeke teybet a stratejîk bê ava kirin.

5.Ji bo pêkanîna şaristanîyeke bi tenduristî û hûnandina hişmendîya civakî ya di derbarê erdhejê da, berîya her tiştî divê têgihîştineke demokratîk û însanî bê ava kirin û ev jî bi ava kirina atmosfer û bingeheke sîyasî ve girêdayî ye.

6.Ji ber vê yekê jî, divê dev ji sîyaset û kiryarên antî demokratîk, dev ji gendelî, navendîya hişk û keyfî û totalîter bê berdan.

7.Ji bo ku Tirkîye û Kurdistan rû bi rûyî encamên xerab yên felaketa erdhejê nebin, berîya her tiştî divê gavên acîl yên ji bo sîstema ademî merkezîyetçîyê, ji bo rêveberîyeke demokratîk û azadîwaz bêne avêtin.

8.Ji bo ku îmkanên madî û zanyarîyên heyî ji bo  rêlibergirtina rîskên erdhejê bêne serf kirin û bajarên  ku bikaribin xwe li ber erdhejê bigirin bêne ava kirin; divê ew îmkanên ji bo şerî û çekan têne serf kirin bêne rawestandin, dawî li şerî jî û li çalakîyên çekdarî jî bêne anîn; divê pirsa Kurd û Kurdistanê li ser esasê wekhevîya du miletan, du welatan û bi pêk anîna azadîyê bê çareser kirin. Piştî ewqas tecrubeyên bi êş û xeman ve dagirtî, em dibêjin  em dikarin vê pêk bînin û divê em pêkbînin jî. 16.02.2023

PAK (Partîya Azadîya Kurdistanê)
PSK (Partîya Sosyalîst a Kurdistanê)
TDK-TEVGER (Tevgera Demokratîk a Kurdistanê)

PAK, PSK, TDK-TEVGER:

DEPREM BÖLGELERİ HAKKINDA GÖZLEM VE ÖNERİLER

06.02.2023 tarihinde Maraş’ın Pazarcık ve Elbistan ilçeleri merkezli 7.7 ve 7.6 şiddetindeki depremler büyük insani ve maddi yıkıma yol açmıştır.

Çoğu Kuzey Kürdistan’da bulunan on il, yüzlerce ilçe ve yerleşim merkezini vuran ve 13 milyondan fazla insanın yaşamını etkileyen Maraş depreminde resmi rakamlara göre daha şimdiden 35 binden fazla insanın yaşamını yitirdiği, 100 bine yakın insanın yaralandığı ve yüzbinlerce binanın yıkıldığı belirtilmiştir.

Gerçek can kayıpları ve maddi hasarların daha büyük ve korkunç boyutlarda olduğuna kuşku yoktur.

Yüzyılın felaketi olarak nitelendirilen Maraş depreminin yol açtığı insani, ekonomik, sosyal, psikolojik, sağlık,  demografik etkilerinin uzun yıllar varlığını hissettireceğini öngörmek zor değildir.

Depremin söz konusu boyutları dikkate alınarak PSK, PAK, TDK-TEVGER adına oluşan bir heyet depremin yoğun etkilerinin yaşandığı Adıyaman, Maraş, Hatay, Antep, Malatya ve ilçelerinde dört gün boyunca incelemelerde bulunmuş, yoğun can kayıpları ve yıkımların yaşandığı bölgeleri yerinde gözlemlemiş, deprem mağdurları ile bölgenin sivil toplum örgütleri ile görüşmüş, depremde hayatını kaybedenlerin ailelerine taziye ziyaretlerinde bulunmuştur.

TDK-TEVGER, PSK ve PAK ortak heyeti deprem bölgelerinde edindiği çok yönlü izlenim, bilgi ve sonuçları halkımıza, kamuoyuna, karar alıcılara ve dünya kamuoyuna paylaşmayı uygun görmüştür.

Her şeyden önce, depremin yaralarını sarmak için, dünyanın hangi ucunda olursa olsun, tüm Kürt ve Kürdistanlılara, çok boyutlu yardım kampanyalarını organize etmeleri için çağrıda bulunuyoruz. Bu bizim en temel insani, milli bir görev ve sorumluluğu olarak kabullenilmelidir.

Ayrıca Kürdistan Bölge Hükümeti ve Barzani Yardım Vakfı ‘na, deprem mağdurlarının yardımına koşan tüm devletlere, belediye, parti ve  kurumlara, şahsiyetlere teşekkür ediyoruz.

Adıyaman

Heyetimiz Adıyaman’da depremin yoğun yıkıma yol açtığı semtleri yerinde gezmiş, deprem mağdurları, sivil toplum örgütleri ve değişik gönüllü yardım ve kurtarma inisiyatifleriyle görüşmüştür.

Buna göre; Adıyaman’da binaların yüzde doksanı kullanılamaz hale gelmiştir. Deprem özellikle Harhar, Yeşilyurt, Cumhuriyet, Kayapınar, Yenimahalle’de yoğun ve çok şiddetli hasarlara yol açmıştır. Depremde yıkılan binalarının bazılarının kolanlarının kesildiği ifade edilmiştir. Adıyaman’da nüfusun 1/3’ü kenti terk etmiş, geri kalanlar çok zor koşullarda yaşam mücadelesini sürdürmektedir.

Devlet Adıyaman’da enkaz kaldırma ve insan kurtarma konusunda çok geç kalmış, yiyecek, su ve giyecek malzemelerinin ulaştırılmasında etkisiz kalınmış ve halk kendi başına bırakılmıştır. Binlerce insan kurtarma ekiplerinin gecikmesi ve etkili müdahale yapılmaması nedeniyle yaşamını yitirmiştir. Cenazelerin defin edilmesinde ciddi güçlükler yaşanmıştır ve bu alandaki sorunlar devam etmektedir.

Adıyaman’da gerçek anlamda kaotik bir durum sürmektedir. Enkaz kaldırma ve can kurtarma çalışmalarında büyük bir koordinasyonsuzluk yaşanmaktadır. Binlerce insan henüz altına sığınacak bir çadıra bile ulaşamamıştır. Umutsuzluk ve kaos her yere hakim durumdadır.

Kürdistan Bölge Hükümeti,  Amerika, Çin, Bulgaristan, ,Güney Kore ve Macaristan’dan kurtarma ekiplerinin Adıyaman’da kurtarma çalışmalarına katıldıklarını gözlemledik. Ancak yabancı yardım ve kurtarma ekipleriyle Türkiye yetkilileri ve kurumları arasında koordinasyon eksikliğinden dolayı sorunların yaşandığını ve bu nedenle söz konusu ekiplerden yeterince verim alınmadığını öğrendik.

Adıyaman’da bulunduğumuz tarihte ekmek ihtiyacının giderildiği, bu yönde fazla yardımların yapıldığını bilgisini edindik.

Adıyaman’da daha çok konteyner, seyar tuvalet, çadır, ilaç, battaniye, kuru gıda, kap kacak, tüp, ışıldak, ısıtıcı, soba, odun, kömür ve pet gibi malzemelere ihtiyaç duyulmaktadır.

Adıyaman Kahta ilçesinde yıkılan üç binada 70’ten fazla insan hayatını kaybetmiştir.

Başta Kahta’ya bağlı olan köyler olmak üzere bir çok köye yardım ve kurtarma ekipleri çok geç ulaşmış, yiyecek yardımında aksamalar yaşanmıştır.

Gölbaşı can kayıpları ve yıkımların yaşandığı ilçelerin başında gelmektedir. 35 bin nüfuslu bu ilçede binaların yarısı yıkılmış, geriye kalanlar oturulmaz hale gelmiştir. Fay hattı kenti ikiye bölerek bir yarısının çökmesine yol açmış, ilçeyi bölen karayolunda büyük kırılma ve yarılmalar yaşanmıştır. Gölbaşı’nda can kayıplarının fazla olduğu belirtilmiştir. Heyetimizin ziyareti sırasında halk ilçeyi terk etmiş, Gölbaşı hayalet bir kente dönüşmüştür.

Maraş

Depremin merkezi olan Pazarcık ilk depremin yaşandığı bir ilçe.60 bin nüfuslu bu bölgede sağlam bina yok denecek kadar az. İlçe tamamen boşalmış, sokaklar bomboş, imkanı olan ilçeyi terk etmiş. Deprem mağdurları heyetimize cenazelerin çoğunun kefensiz olarak gömüldüğü bilgisini verdiler. Pazarcık’ta yaşanan depremde çevre bir çok köyde büyük oranda ölümlerin söz konusu olduğu ifade edildi. 260 nüfusu olan Nacar köyünde depremden sadece 10 kişinin sağ kaldığı belirtildi.

Maraş kent merkezinde çok yoğun yıkımların yaşandığını gözlemledik. Yıkılmış bazı binalara dönük kurtarma ekiplerinin faaliyetlerini gördük. Kent merkezi büyük oranda hasar görmüş, binaların çoğu kullanılamaz hale gelmiştir. Diğerleri gibi Maraş kent merkezi önemli oranda boşalmıştır.

Nurdağı, Islahiye, Kırıkhan

Bu üç ilçe Maraş depreminde en çok hasar gören merkezler.

Anteb’in Nurdağı ilçesi haritadan silinmişçesine sarsılmış. Sağlam bina pek görünmüyor. Yoğun ölümlerin yaşandığı bir ilçe.

Anteb’in İslahiye’de görüştüğümüz deprem mağdurları bu ilçede 20 binden fazla can kaybının olduğunu tahmin ettiklerini belirtiler. Bu ilçede büyük bir acı, öfke,  umutsuzluk ve çaresizlik tablosuna tanık olduk. Bir haftadan sonra bile enkaz altında çıkartılmayan insanlar söz konusu.

Hatay’ın Kırıkhan ilçesi, basında yer almamasına rağmen yoğun hasarların ve can kayıplarının olduğu bir yerleşim merkezi.

Fay hattının üzerinde olmaları nedeniyle Kırıkhan, İslahiye ve Nurdağı’nda can kayıpları ve bina yıkımları çok üst düzeyde. Bu üç ilçeye bağlı köylerde çok sayıda insanın öldüğü ve buralara yeterince müdahale edilmediği bilgilerini edindik. Nurdağı’ndan Hatay’a kadar uzanan yolda yoğun çökme, yarılma ve kaymaların yaşandığını, bundan dolayı trafiğin yer yer aksadığını gözlemledik.

İslahiye ve Nurdağı’nda depremde yaşamını yitiren bazı aileleri ziyaret ederek başsağlığında bulunduk.

Hatay

Maraş depreminin en çok vurduğu kent Hatay. Hatay tam bir hayalet kent görünümünde. Kötünün kötüsü denilebilecek bir durumda. Şehir bir bütün olarak yıkılmış. Hatay’daki yıkımın boyutları ürkütücü ve dehşet verici düzeylerde. Hatay’da tam bir kaos söz konusu, her yer yıkılmış ve birbirine girmiş. Mevcut kaotik durumdan dolayı kentin merkezi noktalarına ulaşma şansımız olmadı. Yollar tıkalı, her taraf yıkıntı ve yıkılmış binaların molozlarıyla kaplı.

Kentte kalan insanlar büyük bir öfke ve acı ile yakınlarının sağlam ya da ölü kurtulmalarını bekliyor. Görüştüğümüz bazı insanlar bir hafta geçtiği halde enkazdan yakınlarını çıkartamadıklarını ifade ettiler. Görüştüğümüz başka bazı deprem mağdurları bölgede ölü sayısının yüzbinleri aşmış olduğunu dile getirdiler.

Başka bir ifade ile Hatay diye bir kent yok artık. Canlı ve renkli nüfus yapısı, çok kültürlü ve kimlikli etnik dokusu, çok eski ve zengin kültürel tarihi ile Hatay deprem altında kaybolan bir şehir.

Antep

Antep’te görüştüğümüz deprem mağdurları ve STK yöneticileri bu kentte 200 dolayında binanın yıkıldığını, bunlardan 15’inde yoğun ölümlerin yaşandığını ifade ettiler. Antep’te 1000’den fazla can kaybının olduğu dile getirildi.

Gezdiğimiz Antep’te sokak ve caddelerin önemli oranda boşaldığını, kentten dışarıya doğru yoğun bir göçün yaşandığını gözlemledik.

Malatya

Malatya’da deprem mağdurları, STK temsilcileri ve gönüllü yardım kuruluşlarıyla deprem sonrası tabloyla ilgili detaylı bilgiler edindik. Malatya’da hasarın en çok yaşandığı ilçe Doğanşehir.  Malatya kent merkezinde 1100 dolayında binanın yıkıldığı ve 1400 dolayında can kaybının yaşandığı belirtildi.

Görüştüğümüz TMMOB yetkilileri yıkımların kentin dağın yamacına yaslanan ve zemini güçlü bölgede az olduğunu,buna karşın, ovada zeminin kaygan olduğu yerde fazla olduğunu ifade ettiler. Bölgede çadır ve barınma konusunda sorunların devam ettiğini dile getirdiler.

600 bin nüfuslu Malatya’da şimdiye kadar 12 bin çadırın dağıtıldığını, hala 100 binden fazla çadıra ihtiyaç olduğunun altını çizdiler. Bölgede hala ulaşılamayan köyler olduğu ve enkazdan kurtulmayan/çıkartılmayan insanların bulunduğunu dile getirdiler. Malatya’da ayrıca su problemi söz konusu.

Görüştüğümüz STK temsilcileri ve gönüllü yardım kuruluşları çadır, odun, kömür, soba, kuru gıda ve suya ihtiyaç olduğunu bizimle paylaştılar.

Malatya’da da dışarıya yoğun bir göçün yaşandığı ve kentte çok az bir nüfusun kaldığını gözlemledik.

Diyarbakır

Diyarbakır’da deprem nedeniyle yıkılan binalarda 350’den fazla can kaybı yaşandı. Gördükleri ağır hasardan dolayı barınılamayacak çok sayıda bina var. Diyarbakır kent merkezinden çevre ilçe ve başka kentlere yoğun bir göç söz konusu. Kentte kalıp evleri hasar görenler okullar, cami ve kiliseler, düğün salonlarında ve son dönemde kurulan çadırlarda yaşamlarını sürdürüyor.

Diyarbakır’daki sivil toplumun etkin müdahalesi ve desteğiyle deprem sonrası süreçte halk görece daha az sorunla karşılaştı, barınma ve yemek vs. ihtiyaçları giderildi.

TESPİTLER VE ÖNERİLER

A)Kısa vade için:

  1. Maraş depreminin yaşandığı 6 Şubat 2023 tarihinden bu yana gözlemlenen en temel sorun deprem sürecine yapılan müdahalelerde devletin ilgili kurumları arasında yaşanan koordinasyon yokluğu. Bu alandaki sorunlar bir an önce giderilmelidir.
  2. Enkaz altında bulunan insanların öncelikle sağ kurtulmaları için daha etkin bir müdahale yürütülmelidir. Enkaz altında ölmüş insanların cesetlerinin çıkartılması için seferber olunmalıdır.
  3. Evleri yıkılmış yada ağır hasar görmüş insanların barınması için acil ve hızlı tedbirler alınmalıdır. Kış koşullarının etkisinin sürdüğü bu mevsimde insanların barınması ve ısınması hayati derecede önemlidir.
  4. Evleri yıkılmış ve hasar görmüş insanların geçici barınması için konteyner, kış koşullarına uygun çadır kentler ya da prefabrik yerleşim merkezleri bir an önce kurulmalıdır.
  5. Deprem bölgesine yapılan ayni ve nakdi yardımlar bütün deprem mağdurlarına adil, eşit ve hakkaniyetli bir yaklaşımla dağıtılmalıdır.
  6. Deprem bölgelerinde bulaşıcı hastalıkların önlenmesi için hızlı önlemler alınmalıdır.
  7. Deprem mağdurları için etkin bir sosyal ve psikolojik destek çalışması başlatılmalıdır.
  8. Deprem mağdurlarının bütün vergi vs. borçları silinmeli, esnaf ve iş sahiplerine orta ve uzun vadeli krediler verilmelidir.
  9. İstikrarlı bir gelirden yoksun bütün deprem mağdurlarına insani geçimlerini sağlayacak asgari ücret düzeyinde bir maaş bağlanmalıdır.
  10. Deprem bölgesinde yaşayan çocukların, bakıma muhtaç olanların, engelli ve yaşlıların fiziki ve ruhsal sağlıklarının temini açıdan etkin bir program geliştirilmelidir.
  11. Deprem bölgesinde eğitim yaşındaki çocukların eğitim süreçlerinin aksamaması için etkin ve istikrarlı bir yol haritası oluşturulmalıdır.
  12. Bütün bu süreçte STK, odalar, sendikalar, mahalli dernekler ve yerel yönetimlerle eşgüdüm içinde hareket edilmeli, onların birikim ve enerjisinden azami bir biçimde faydalanılmalıdır.

13.Deprem mağdurlarına yardım ve deprem bölgesinin inşası için yapılan tüm çalışma ve tedbirler, bölgenin demografik yapısının değiştirilmesi anlayışından uzak bir yaklaşımla yapılmalıdır.

B)Uzun vade için öneriler:

  1. Türkiye ve Kürdistan’ın bir deprem kuşağı üzerinde olduğu gerçeği kabul edilmeli, yaşamın bütün boyutları (eğitim, ekonomi, ulaşım, kentleşme, tarım vs.) bu gerçeğe göre kurgulanmalıdır.

2.Bundan böyle kentleşme ve yapılaşmaya ilişkin bilimin ve deprem gerçeğinin gereklerine uygun bir strateji oluşturulmalıdır.

3.Eğitim müfredatında depreme ilişkin bilinç ve farkındalığın gelişmesine özel bir önem verilmelidir.

  1. “Deprem değil çürük binalar öldürür” motosundan hareketle, depreme dayanıklı binaların inşası için stratejik bir merkez oluşturulmalıdır.

5.Sağlıklı bir kentleşme politikası ve depreme ilişkin toplumsal bilincin gelişmesi her şeyden önce demokratik ve insani bilincin gelişmesi ve böyle bir siyasi ortamın oluşmasına bağlıdır.

6.Bu çerçevede keyfi, aşırı merkeziyetçi, ranta dayalı, kayırmacı, günü kurtarmaya odaklı otoriter ve anti demokratik yönetim anlayışı terk edilmelidir.

7.Türkiye ve Kürdistan’ın yeni deprem felaketleri yaşamaması için âdemi merkeziyetçi, yerel inisiyatifi esas alan özgürlükçü ve demokratik idari yapı olmazsa olmaz bir koşuldur.

8.Tüm bilgi ve maddi kaynakların savaş ve silah yerine, deprem riskini asgariye indiren sağlam ve güvenli kentlere aktarmak için, savaşa da  silahlı eylemlere  de son verilmeli; Kürt, Kürdistan meselesi iki milletin, iki ülkenin eşitliğine  ve  özgürlüğe dayalı  bir çözüme kavuşturulmalıdır. Bunca acılı deneyimlerden sonra bunu yapabiliriz ve yapmalıyız da.

16.02.2023

Kürdistan Özgürlük Partisi (PAK)

Kürdistan Sosyalist Partisi(PSK)

Kürdistan Demokratik Hareketi (TDK-TEVGER) 

Geef een reactie

Het e-mailadres wordt niet gepubliceerd. Vereiste velden zijn gemarkeerd met *